În, 13 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Newroza Stenbolê wê bibe nîşaneya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a li qadê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Soncan Gedîk piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Fransî mir, komeke Iraqî gef xwar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Çekdar Goyî bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Çekdar Goyî bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got, “Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, sade û dirûst bû milîtanekî Apoyî yê mînak.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Çekdar Botan ê ewladê gelê Botanê yê leheng û mlîtanê Apoyî yê fedaî, di sala 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşekê de tevlî karwanê şehîdan bû û têkoşîna xwe ya azadiyê di astên herî jor de temam kir. Weke hevrêyên wî em hevrêyê xwe Çekdar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wî li Kurdistana azad zindî bigirin.

 

Hevrêyê me Çekdar ê ku ji bo nirxên xwe bêyî dudilî û bê navber têkoşiya, ji bo mezinkirin û parastina nirxên azadiyê yên bi keda Rêbertiya me û şehîdên me hatine bidestxistin,  girêdayî bîranînên şehîdan têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêyê me Çekdar ê ku li dijî êrîşên dijmin gav bi gav xîreta xwe ya têkoşînê xurtkirî û tevlîbûneke bêhasap pêkanî, beşdarî hemû xebatan bû. Hevrêyê me ê ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîlayan di herî pêş de cih girt û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî, karî di kesayeta xwe de nûnertiya îradeya Apoyî û ya rê nade dagirkeran, bike.  Hevrêyê me Çekdar ê ku ji ber vê yekê ji bo mezinkirina têkoşîna me û têkbirina êrîşên dijmin hemû fedekarî kirin, bi pratîkên xwe karî navê xwe di dîroka azadiya gelê me de bide nivîsandin. Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û bi taybetî jî ji malbata hêja ya hevrê me ku milîtanekî Apoyî yê weke hevrê Çekdar li têkoşîna me azadiyê zêde kiriye, dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Agahiyên der barê nasnameya hevrêyê me Çekdar Goyî de wiha ne:

Nasnav: Çekdar Goyî

Nav û paşnav: Ridvan Kayar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayik û bav: Zahide – Yakup 

Cih û dîroka şehadetê: 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Çekdar li bajarê Sêrtê yê berxwedêr û bi hezarên ewladên xwe dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrêyê me yê ji eşîra Goyî ku ev eşîra me bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên Kurdistanî tê naskirin, weke kesekî girêdayî çand û nirxên xwe mezin dibe. Şehîd û tevlîbûnên ji derdora hevrêyê me bi taybetî jî ji fermandarên me yên hêja Şehîd Mehmed Goyî – Mehmet Kaplan, dibin sedem ku hevrêyê hê zarokatiya xwe de Tevgera me nas bike.  Neaxaftina zimanê dayikê ya li dibistanên pergalê rê vedike ku hevrêyê me bikeve nava nakokiyan û girêdayî vê yekê hemû caran li dijî pergalê hêrsek li cem peyda dibe.  Malbata hevrêyê me tevî ku dewleta Tirk a dagirker şewitandina gundan û qirkirinên li ser gelê me bi awayekî sîstematîk pêş dixe jî ji welatparêziya xwe tawîz nade.  Zexta li ser malbata hevrêyê me dibe sedem ku hevrêyê me hê di temenekî zû de rastiya dijmin nas bike. Hevrêyê me Çekdar ê ku dixwaze Tevgera me ji nêz ve fêm û nas bike,  pêhesiya ku pergal dixwaze ciwanên Kurdistanê ji cewhera wan dûr bixe û wan dejenere bike û girêdayî van yekan dikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me li ser van yekan biryarê dide ku di nava xebatên ciwanên şoreşger de cihê xwe bigire. Bi ferqkirina girîngiya ciwantiyê ya ji bo gel û Tevgera me bû xwediyê tevlîbûneke aktîf. Di nava xebatan de derfeta baştirnaskirina xwe û Tevgera me bi dest dixe. Bi saya kesayeta xwe ya enerjîk û lêgerînên xwe yên çalakiyê di demeke kurt de ji aliyê hemû hevrêyêçn xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me Çekdar ê bi hewlên dewleta Tirk a faşîst ên li ser ciwanan hesiya, xebatên xwe bi nepenîbûn û hesasiyeteke mezin bi cih anîn. Girêdayî van yekan berxwedana destanî ya li Rojava ya di pêvajoya şoreşê de û hovitiya dewleta Tirk a li ser gelê me ya di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bandorên mezin li hevrêyê me dikin û biryarê dide ku tevlî nava refên azadiyê bibe.

Hevrêyê me Çekdar ê ku di sala 2015’an de li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan dibe, piştî perwerdeyeke kûrt xwest li qadên têkoşînê yên aktîf cih bigire.  Hevrêyê me yê ku adapteyî jiyana gerîlayan dibe, di nava Berxwedana Sûrê ya dîrokî de cih girt. Hevrêyê me yê ku di nava têkoşîna ku bi pêşengtiya hevrêyê me Şehîd Çiyager Hêvî- Cîhat Turkan pêş dikeve de birîndar dibe, piştî ku tedawiya xwe temam dike, bi mezinkirina têkoşîna xwe dubare vedigere ser erkên xwe yên şoreşgerî. Hevrêyê me yê ku piştre ji aliyê dijmin ve dîl tê girtin, di pêvajoya binçavkirinê de tevî hemû zext û êşkenceyên dijmin jî weke milîtanekî Apoyî têkoşiya. Hevrêyê me yê ku demekê li zindana Kurkçuler a Edeneyê dimîne, vê pêvajoyê weke qadeke îdeolojîk dinirxîne.  Hêza ku ji hevrêyên xwe distîne dibe milîtanekî xwedî tecrûbe. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya zindanê de dikeve nava kûrbûnên mezin, li dijî qirkirinên dijmin ên li ser gelê digihîje wê baweriyê ku divê bersiveke teqez bide. Girêdayî vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi saya perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê distîne dikeve nava kûrbûnên mezin, di kesayeta xwe de guherînên erênî pêk tîne. Hevrêyê me ji bo tiştên ku ji analîz û parêznameyên ji Rêbertiya me hîn dibe, di kesayeta xwe de temsîl bike kedeke mezin nîşan dide. Hevrêyê me Çekdar ê girêdayî jiyana gerîlayan, di hemû xebatên xwe de bi saya ked û federiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me yê ku dixwaze tola hevrêyên xwe yên di encama operasyonên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hilîne, pêşniyar dike ku derbasî qadên şer lê dijwar e, bibe.  Hevrêyê me bi sekna xwe ya bi terzê Apoyî ji xwe re esas digire û bi tu awayî ji prensîbên Partiyê tawîzê nade, li gorî hewcehiyên ruhê serdemê tev digere.  Hevrêyê me Çekdar hemû astengiyên li ser rêya azadiyê ya ku ji aliyê Rêbertiya me û gelê me ve hatî destpêkirin, berteref dike û dibe milîtanekî Apoyî yê serkeftî. Bi hevrêtiya xwe ya jidil, sade û durist dibe milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Çekdar ê ku di Tîrmeha 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe; bi terzê xwe yê çalakger û kesayeta xwe ya kedkar û mutewazî li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya nejibîr hişt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê teqez hesret û xeyalên hevrêyê xwe Çekdar bi cih bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên li dijî desteserkirinê: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk gel bombebaran kir: 1 şehîd, 4 birîndar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Xelîl Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Hesekê (Ebduselam Berho Nasir) li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

RMC: La Niña lawaz xuya bike jî li gelek herêman germahî wê zêde be

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (RMC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve diyar kir ku bûyera…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye

KCK'ê cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li rêveber, endam û siyasetmedarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?