Çarşem, 29 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêpirsîna têkildarî Şaredariya Ûşakê: 15 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema xebatê ya Meclîsê heta 6’ê Tebaxê hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredara Uskudarê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozdemîr: Qanûna çarçoveyê divê ne tenê ji bo bêdengkirina çekan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Piştî qanûna çarçoveyê divê Kurd di destûra bingehîn de bêne naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Kurdistan

HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyê me Zagros heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû. Hêza milîtaniya bi ruhê fedaî yê Apoyî careke din nîşanî dijmin da ku têk naçe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Di 24’ê Îlona 2024’an de li qada Masîro ya navçeya Şax a Wanê, artêşa Tirk a dagirker operasyonek pêk anî. Di operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di vî şerê li dijî dagirkeran de ewladê wêrek ê Botanê û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Zagros Cûdî heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Zagros bi berxwedana xwe ya destanî ya li dijî dijmin û bi jiyana xwe, têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin û li ser xeta fadîtiyê tê meşandin, temsîl kir. Bi vê sekna xwe navê xwe li dîroka têkoşîna me nivîsî.

Ewladê wêrek û leheng ê Botanê hevrêyê me Zagros di nava jiyana xwe ya têkoşînê de ruhê xwe yê ciwantiyê parast û her tim kete nava pêngavê. Ji bo karibe hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin veguherîne çalakiyê, bêrawestandin têkoşîna xwe mezin kir. Li ser vê bingehê ji Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji gelek qadên Botanê heta bi Eyaleta Wanê li gelek herêmên Kurdistanê bêteredût têkoşiya. Bi tecrûbeya xwe ya şer re ji bo karibe gerîlatiya dema nû bixe pratîkê kedeke mezin da û bi hewldana xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta kêliya ku şehîd ket bi fedaîtî têkoşiya. Bi vê sekna xwe bû lehengek ku ji aliyê ciwanên Botanê û Kurdistanê ve di jiyanê û têkoşînê de mînak bê dîtin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Zagros em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Şirnexê yê welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin û soz didni ku têkoşîna hevrêyê xwe Zagros teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zagros Cûdî bi vî rengî ne:

Nasnav: Zagros Cûdî
Nav paşnav: Mehdî Ûysal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2024’an / Wan

Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a li Şirnexê ji dayik bû ku yek ji navendên berxwedanê yên girîng ên Botanê ye. Ji ber xwedîderketina malbata wî li ruhê berxwedanê û çanda Botanê, hevrêyê me Zagros jî bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Ji ber ku li qadeke weke Botanê ya ji têkoşîna azadiyê û herêma serhildanê jiya, hîn di temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK nas kir. Ji ber ku ji xizmên xwe yên nêz û derdora xwe gelek tevlîbûn li nava refên gerîla bû, bi sempartiyeke mezin nêzî gerîla bû. Hevrêyê me şahidî ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ên li ser ciwantiya Botanê re kir û di demeke kurt de fêhm kir ku dijmin bi rêya van polîtîkayan dixwaze ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bixîne. Ji ber vê yekê jî li hemberî dijmin bi hêrs bû û baweriya xwe bi wê yekê anî ku berevajî ya ku dijmin dike rast e, lewma tevlî nava têkoşînê bû. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Ji aliyekî ve hewl dida wezîfeyên xwe yên welatparêziyê pêk bîne, li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Bi saya jêhatîbûn û kesayetiya xwe ya durust, li derdora xwe hate hezkirin. Hem bi terbiyeya ji malbata xw ewergirtî, hem bi çand û exlaqê Apoyî yê ku di nava karên ciwanan de wergirtî li nava hevalên xwe bû yekî mînak. Di vê demê de ked nas kir û bêedaletiya li nava sîstemê li nakokiya wî ya nasnameyê zêde bû. Hevrêyê me Zagros ku hem weke Kurdekî hem jî weke karkerekî du caran dihate eciqandin, ev rewş ti carî qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî lêgerînên xwe kûr kir û piştî ku felsefeya jiyana azad a Rêberê me nas kir, nêrînên wî yên têkildarî jiyanê zelal bû, biryar da ku ti carî hînî jiyana sîstemê nebe. Ji ber vê jî di nava karên ciwanan de hîn bi çalak cih girt û li herêma ku kar kir pêşengî ji ciwanan re kir. Lewma bala dijmin kişand ser xwe û gelek caran ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin. Li hemberî êrîşên dijmin ji sekna xwe ya welatparêz û şoreşger tawîz neda, her êrîşeke dijmin ji xwe re kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Sala 2011’an pismamê wî hevrêyê me Rênas – Gurgîn Ûysal li Wanê şehîd bû û vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Zagros kir. Gihîşt wê baweriyê ku divê teqez çeka Şehîd Rênas rake. Piştî ku dijmin bi sala 2015’an re ‘Plana Têkbirinê’ li hemberî gelê me û tevgera me xiste meriyetê û bi komkujiyan hewl da gelê me biteqisîne, hevrêyê me Zagros gihîşt wê biryarê ku têkoşînê mezin bike û berê xwe da çiyayên azad, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Zagros li herêma Bestayê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû; ji jiyana komunal û azad a gerîla bi bandor bû. Bi taybetî qîmeta mezin a têkiliyên hevrêtiyê yên li nava gerîla bala wî kişand û ji bo bibe hevrêyê hevrêyên xwe bi fedakarî tevlî bû û gihîşt wê baweriyê ku divê di felsefeya Apoyî de xwe hîn kûr bike. Hevrêyê me têkoşîna xwe li ser vê esasê vaa kir, bi van hewldanên xwe di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, pê hesiya ku dijmin dikare li hemberî gelê me dest bi êrîşeke topyekûn bike û hewl da ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê bi eleqeyeke hîn mezin nêzî perwerdeyên leşkerî bû, weke gerîlayekî azadiyê yê şareza xwest di parastina gelê me de xwedî rol be. Hevrêyê me Zagros ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, bi biryardarî û îdîayeke mezin berê xwe da qadên pratîkê.

Di demekê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê giran bûn, hevrêyê me Zagros xwest li gel gelê me li dijî çeteyan şer bike û di encama israreke emzin de tevlî eniya berxwedanê ya li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me ku di şer de bi wêrekiya xwe li pêş bû, bi taybetî li ser taktîkên şer ên li bajêr û girîngiya xweprastinê xwe kûr kir, bû xwedî tecrûbeyên mezin.

Piştî ku dewleta Tirk li ser bajarên ku Xwerêveberî lê hate ragihandin dest bi êrîşeke berfireh kir, hevreyê me berê xwe da Şirnexê ku lê ji dayik bû û mezin bû, tecrûbeya li ser şerê bajaran li vir xist pratîkê. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi leşker, polîs û çeteyên paramîlîter ên kirêkirî yên li dijî gelê Şirnexê û ciwanên li qada xweparastinê, hevrêyê me Zagros bi îradeyeke xurt şer kir û rûmeta gelê me parast. Li gel derfetên kêm ji bo mezinkirina berxwedanê gelekî hewl da. Di êrîşeke dijmin a bi tankan re hevrêyê me ji çav û guhê xwe birîndar bû, li gel vê yekê jî sekneke bi îrade nîşan da. Hevrêyê me Zagros şensê wê yekê dît ku di bin fermandariya fermandarên leheng Şehîd Şiyar Efrîn, Zeryan Denîz Amed, Arjîn Andok û Salar Ecem de bi gelek hevrêyên hêja di heman çeperê de têkoşiya, bi saya hêza manewî ya ji van hevrêyan wergirtî her roj hewl da têkoşîna xwe hîn mezin bike. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û bi tevkariya xwe ya taktîkî û wêrekî di bidestxistina serketinên mezin de kedeke mezin da. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê de hevrêyê me ji têkoşîna fedakarî ya gelê me û biryardariya li ser berxwedanê bi bandor bû û ji bo hêjayî gelê me bibe gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîna xwe hîn bi bandor û di asta profesyonel de bimeşîne.

Hevrêyê me Zagros ket ferqa ku ancax bi vî rengî dikare layiqî hevrêyên xwe yên bi wan re têkoşîn meşandiye û gihîştine şehadetê bibe, li ser vê esasê berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Tecrûbeyên taktîkî, ku hem di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û hem jî li dijî dewleta Tirk a dagirker de bi dest xistiye, li her qada ku lê bû bi hevrêyên xwe re parve kir û bi vê yekê re berhevbûneke girîng a tecrûbeyê derxist holê. Hevrêyê me Zagros mîna ku soz daye gelê me û hevrêyê xwe ji bo di felsefeya Apoyî de kûr bibe kedek mezin daye û bi perwerdehiya pisporiyê re ya ku standî di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe gihandiye astek xurt. Hevrêyê me yê ku berê wî her tim ber bi Bakurê Kurdistanê ve bû, ji bo tola êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li Cizîr, Sûr, Gever û Şirnexê hilîne, careke din pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me hem ji ber asta di aliyê rêxistinî û leşkerî bi dest xistiye û hem jî ber îdîaya bi jiyanî kirina paradigmaya jiyana azad a Rêber Apo, careke din berê xwe da Botanê.

Hevrêyê me Zagros ku hema hema li hemû qadên Qada Botanê têkoşiya, li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû. Di heman demê de ji bo ku gelê me li dijî şerê taybet ên dijmin li ser hîmê xweparastinê bi rêxistin bike, hewldaneke mezin raber kiriye. Hevrêyê me Zagros ê ku bi kesayeta xwe ya fedekar û dilnizim di dilê gelê me û hemû hevrêyên pê re têkoşiya de girt, hewl da tecrûbeya xwe ya leşkerî ya berfireh bigihîne qadên din ên Kurdistanê. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da herêma Wanê û li vê derê tevlîbûneke aktîf pêk anî û ji bo serketinên girîng bi dest bixe kedeke mezin da. Hevrêyê me Zagros ê ku bi sekna xwe ya li jiyanê û bi hostatiya xwe re hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin xist pratîkê ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û li ser vê esasê ev sekn di pevçûnên ku di dema operasyona dijmin a 24’ê Îlona 2024’an de qewimî de gihşt lûtkeyê. Hevrêyê me Zagros ku heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî li dijî dijmin şer kir û gihîşt şehadetê, careke din xurtbûna milîtanên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî mezin dibe, nîşanî dijmin da. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê jiyan, kesayet û têkoşîna fedaî ya hevrêyê xwe Zagros weke rênîşanderekî esas bigirin û bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Başûrê Kurdistanê dengdana taybet a ji bo hilbijartinê destpê kir
Nûçeya Pişt re Komunên çand û hunerê- III
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk topbaranê li gundê Qûmlixê û pira Qereqozaxê dike

Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete bi topbaranê lig undê Qûmlixê…

Ji aliyê Stêrk TV

Karwanê alîkariyên mirovî ji Başûrê Kurdistanê gihîşt Qamişloyê

Karwanê alîkariyên mirovî yên ji aliyê Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî ve hatine pêşkêşkirin, gihîşt Qamişloyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

Dayîk, bi rêsandina hirî û mûyan kulav, balîf, doşeng û mitêlan çêdikin û bi destê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?