Îro li Siwêdayê, ji ber rawestandina tevahî firneyan, krîza dijwar a dabînkirina nan hebû. Ji hefteyekê ve ard neçûye Siwêdayê, rêya Şam-Siwêdayê hatiye qutkirin.
Çavkaniyên xwecihî bi bîr xist ku benda Metone ya komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 2 roj e rê nade karwana Bernameya Xurekê ya Cîhanê ku 402 ton ard bar kiriye û karwanek din a alîkariyên mirovî derbasî Siwêdayê bibe. Vê yekê jî tevggera alîkariyên mirovî yên bingehîn felc kiriye, li kêlek wê jî tankerên sotemenî û karwanên bazirganiyê jî nahêlin derbas bibin.
Gerînendeyê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Mezexêran a Siwêdayê Elaa Muhena ji medyaya xwecihî re diyar kir ku dahatên heftane yên bi rêya rêxistinan têra parêzgehê nake, ji ber pêdiviya Siwêdayê ya heftane bi 750 ton ard heye, lê niha tenê 500 ton ard tê. Gerînendetî neçar dibe ku xebata firneyan li gorî mîqdara heyî dîsplîn bike.
Muhena destnîşan kir ku derengmayîna derbasbûna kamyonan di vê hefteyê de ji ber pirsgirêkên ewlehiyê ya li gundê Metone bû. Roja şemiyê endamên girêdayî desthilata hikumeta demkî li dijî xelkê gund dema zeytûn berhev dikirin, komkujiyek pêk anî.
Şêniyên Siwêdayê ji ber qutbûna nan di metirsî û hêrsekê de ne û tu nîşaneyên derbasbûna kamyonan nîn in.

