Daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo ku zêdeyî 26 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye, êdî ne tenê di rojeva civaka Kurd de ye, ketiye rojeva tevahiya cîhanê. Ji Ewropayê heta bi Latîn Emerîkayê, ji Ewropayê heta bi Asyayê gelek tevgerên civakî, rêxistinên mafên mirovan, akademîsyen û hunermend ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî bang dikin. Ev piştevaniya navneteweyî nîşan dide ku daxwaza azadiyê bûye têkoşîneke mafên mirovan a navneteweyî û bang li raya giştî ya cîhanê dike ku bikeve nava liv û tevgerê.
Dema dawî bi taybetî dengê ji Latîn Emerîkayê bilind dibe balê dikişîne. Di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Ocalan re, statuya siyasî ji Kurdistanê re’ komek ji hunermendan a bi pêşengiya nivîskar û hunermendê Arjantînî Federico Racca li ser Instagramê kampanyayeke medya dîjîtal bi navê ‘A Place For Ocalan’ (Cihek ji bo Ocalan) da destpêkirin.
Federico Racca ku ne tenê bi huner û nivîskariya xwe, her wiha bi sekna xwe ya çalak a li ser mafên mirovan tê naskirin, qala armanca kampanyayê kir.
Federico Racca destpêkê anî ziman ku zêdeyî deh sal in ew tevgera Kurd nas dike û got, “Beriya her tiştî ez hînî çîroka Abdullah Ocalan bûm, piştre jî min gelê Kurd û têkoşîna wan nas kir. Di nava salan de gelek tişt ji Ocalan hîn bûm, min hewl da di nivîsên xwe û hunera xwe de wê gelekî bi ar bînim.”
Li ser fikrê destpêkirina kampanya ‘Cihek ji bo Ocalan’ Federico Racca got, “Rojekê min ji hevjîna xwe re qala Ocalan, qala gelê Kurd, qala Îmraliyê kir. Wê wextê hevokek got, ku li odeya min li ser textekî biçûk nivîsî bû: “Ji ber ku xak nedan Kurdan, yek ji cihên herî bedew dan lîderê wan.” Bal kişandibû ser Îmraliyê, yanî ew cihê li navenda deryayê. Ji bo me, ji bo mirovên li herêmên navîn dimînin, ku deryaya wan nîne, derya tiştekî ku timî tê hêvîkirin û xwestin e. Dema ku min li navê çalakiyê difikirî; Abdullah Ocalan ji bo min kesek e ku di dilê min de ye. Dema ku li wî difikirim timî diêşim, ji ber ku wî timî bi tenê xeyal dikim. Ji ber vê yekê her tim dixwazim li kêleka xwe cihekî bidim wî. Vê hevpeyvînê niha li Santioga de Chile li balafirgehê dinivîsînim. Li pêşberî vî dîmenê bedew min dixwest, Abdullah Ocalan li kêleka min bûya.”
Têkildarî armanca kampanyayê hunermend Federico Racca got, “Amranca bingehîn a kampanyayê ew e ku Ocalan vebêje, nîşan bide. Tenêmayina wî, şert û mercên ku di nav de ye nîşan bide. Dixwazim bibêjim bê ev rewş çiqasî me diêşîne. Hêvîdar im ev ê bi kêr bê.
Bi psîkanalîst Francisco Larrambebere yê ji Arjantînê her wiha bi piştgiriya Tevgera Jinên Kurd a li Latîn Emerîkayê bi piştgiriya hin hevalan em dimeşînin. Hejmara me gelekî kêm e, lê ev kar bi rê ve diçe. Kûr jî dibe. Ev huner e; kûrahiya vê çalakiyê me kêfxweş dike.
Her kesên dilxwaz vedixwînim. Dîmenekî bêdeng bikişînin, kursiya vala ya li kêleka we bila ji bo Abdullah Ocalan be. Li wir tiştek dibe, ew tecrûbe bandorê li mirovan dike. Her wiha zanim ku Abdullah Ocalan wê vê hîs bike, wê hîs bike ku em bi wî re ne.
Di nava piştevanên vê kampanyayê de dîmenên wan mirovan hene ku ji bo paşerojeke baş a mirovahiyê û gelan têkoşiyan e û mirov dibe heyranê wan. Ji bo min serbilindî ye ku dîmenê min jî li kêleka yên wan mirovan e ku ji deverên cuda ji têkoşînên cuda ne.”
Federico Racca li ser sedema girîngiya azadiya Ocalan got, “Abdulah Ocalan girtî nîne; ew hatiye revandin. Ew dîl hatiye girtin. Weke hiqûqnasekî ji bo min ev yek gelekî ji hev cuda ye. Ocalan Mandela yê vê demê ye. Dema ku li wî difikirim rondik ji çavên min dibarin.
Dema ku mirov ji Arjantînê, ji Başûrê Emerîkayê lê dinihêrin Ocalan ‘extimo’ ye. Ev têgeh a psîkanalîst ê Fransî Jacuqes Lacan e û yekbûna hevokên ‘derveyî’ û ‘hundurîn’ e. Ya herî navxweyî ya kes an jî civakekê bi esasî ji derve, weke tiştekî ji dûr dikare bê xwendin.
Ji ber vê yekê Ocalan; yanî têkoşer, lîderê gelê Kurd, barhilgirê wê çanda xwe ya xweser ji bo me ‘extimo’ ye. Dûr e, lê belê me pênase dike, gelek tiştên xwe hene ku hînî me bike.”
Racca destnîşan kir ku israra Rêber Apo di aştiyê de encamek ji rexnekirina kapîtalîzmê ye û got, “Şer, çek, li navenda her tiştî ne. Ez li ser pirtûka bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Abdullah Ocalan xebitîm, di berhema mezin a ji hezar rûpelî ya bi navê La Flor del Diente de Leon ez li ser manîfestoyê sekinîm. Di vê pirtûkê de hin beş hene ku li ser bingeha karên Ocalan hatiye nivîsandin.
Di nava du hefteyan de li Muzeya Hunerên Bedew ên Neteweyî yên Arjantînê li salona ji tabloyên hosta Francisco de Goya yên li ser berxwedana gelê Spanî ya li hemberî dagirkeriya Napolyon, ez ê pirtûka xwe La Flor del Diente de Leon 24 saetan bê navber bixwînim.
Ev yek wê bibe berxwedaneke çalakiyê ya fîzîkî. Hem berxwedana gelê Arjantînê ya serdema zehmet a siyasî hem jî berxwedana Ocalan û gelê Kurd wê li wir bê vegotin.”
Hunermend Racca herî dawî ev peyam da: “Em nehêlin kursî vala bimîne.”