Bi vê biryara ICJ’yê re xisarên derdorê dibe ku wek binpêkirina mafê mirovan were nirxandin û hate ziman ku ev ê ji bo dewletan berpirsyariya tazmînatê bi xwe re bîne.
Biryarê ku ji aliyê komek bêalî ya pisporên NY’ê ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin, qeyrana avhewayê “di asta gerdûnî de qeyranekê hebûnî” hate nirxandin û hate gotin ku hemû curê jiyanê dixe xetereyê. Pisporan nirxandin ku bi mutabakatekî kurevî qebûlkirina dadgehê di derbarê germbûna kûrevî de sînorê 1.5 derecê zêdebûn gavekê girîng e. Sînorê zêdebûna vê germbûnê ji bo ji guhertina avhewayê dûr bisekînin li gorî daneyên zanistî hatiye diyarkirin.
Di biryarê de tenê hiqûqa navnetewî ya mafê mirovan a dewletan nehatiye ziman. Gelek peymanên wekî hiqûqa behre jî li gorî hiqûqa teamulê hatine bal kişandin. Dadgeh aniye ziman ku ji bo pergala derdorê were parastin bandora gazê serayê hemû dewletan berpirsyar digire.
Dadgeh di biryara xwe de balkişand ku guherîna avhewayê jiyana mirovî û pîvanên şêwayê jiyanê dixe bin gefê û mafê derdorek paqij û bi tendurist şertê hemû mafên din e. Dadgeh di heman demê de anî ziman ku divê dewletan ku xisar didin pergala avhewayê tenê tedbîr negirin, xisaran tazmin bike û zagonên xwe yên şaş ji bo pergalên eko wekî berê bibe, paşde bikşîne.
Pisporan, anîn ziman ku divê ev biryar di serî de ji bo welatên ku xwedî dîroka emîsyonekê zêde bi cidî were destgirtin û hem netewî hem jî navnetewî polîtîkayên avhewayê divê ji nû ve were destgirtin.
Biryar ji ber li pêşiya hevdîtînên bi qirêjiya plastîk re têkoşînkirinê ya ku li Brezîlya çêbibe girîngiyekê dihêwîne.