Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku agirbest û bidawîkirina çalakiyên leşkerî kevirê bingehîn ê pêkanîna peymana 18’ê Çileyê ye.
Îlham Ehmed bi bîr xist ku di rojên dawîn de tevgereke mezin a koçberiya bi komî ji gelek gund û bajarokan çêbû û her kes li benda vegerê ye.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku jiyana sivîlan bi awayekî mezin bi zerar bûye û li gel zivistana sar jî proseya perwerdeyê sekinî.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed got: “Em xebatên xwe didomînin. Ji bo bidawîanîna vî şerî hewldanên me hene. Hewldanên nîştimanî û navneteweyî yên hêjayî spadariyê hene.”

