Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed nivîsek li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir.
Îlham Ehmed di nivîsê de wiha got: “Agirbesta ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ragihandin, li ser erdê pêk nayê. Ya li Kobanê rû dide komkujî ye û êriş li ser herêmên Cizîrê jî dewam dikin.”
Îlham Ehmed da zanîn ku valahiya di navbera daxuyaniyên fermî û rewşa bixwîn de fireh dibe û wiha domand: “Her proseyeke siyasî ku bi parastina sivîlan dest pê neke, wek xeyaleke siyasî dimîne. Bêdengiya li hemberî van sûcan têkçûna exlaqî ye.”
Îlham Ehmed got, civata navneteweyî berpirsyariya exlaqî ya van bûyeran hildigire.

