Duşem, 2 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xamaney çawa hat kuştin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG’ê Bor

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Iraqî berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hamburgê têkoşîna jinan û piştevanî hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja 3’an a Rojên Çanda Jinên Kurd: Jin hilgirê berxwedan û çandê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kartalê çalakiya 8’ê Adarê: Divê ji bo mîmarê aştiyê Birêz Ocalan rê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê: Jin wê civaka demokratîk bihûnin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê meşa jinê: Têkoşîn wê heta pêkhatina mafê hêviyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê ji bo xwedîderketina li YPJ’ê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Îlham Ehmed qala êrişan kir, belge eşkere kir û daxwaza lêpirsîna serbixwe kir
Rojava

Îlham Ehmed qala êrişan kir, belge eşkere kir û daxwaza lêpirsîna serbixwe kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed belgeyên li ser komkujiyên li taxên Kurdan ên li Helebê eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî êrişên li Helebê daxuyaniyeke berfireh da.

Îlham Ehmed bi berfirehî qala sûcên li hersê taxan kir ku zêdeyî 500 hezar sivîl lê bûn û nîşan da bê kîjan hêz tevlî êrişan bûne.

JI MALBATA MIN 7 KES BI DRONEYÊ HATE QETILKIRIN

Îlham Ehmed her wiha di civîna çapemeniyê de ku bi rêya zoomê pêk anî, anî ziman ku li taxa Şêxmeqsûdê ji malbata wê 7 kes di otobusekê de bi droneyê hate qetilkirin û got, “Tenê ji malbata min li Şêxmeqsûd heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku di hundire otobusekê de bûn bi droneyekê lê dan û ji malbata min 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî vê yekê hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan gelekî zêde ye. Malên mirovan têne talankirin. Cenazeyên şervanên jin ji avahiyan têne avêtin.”

Îlham Ehmed bi bîr xist ku li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li gel mirovên ji Efrînê bi zorê hatin koçberkirin zêdeyî 500 hezar sivîl hebûn û anî ziman ku ev hersê tax bi mehan ji aliyê hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin.

DESTPÊKA ÊRIŞAN

Bi dewamî bi bîr xist ku 6’ê Çileya 2026’an komên ser bi hikumeta Şamê êrişeke berfireh a leşkerî birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku tumenên 60, 62, 72 û 86 ên artêşa Sûriyeyê tevlî êrişê bûn. Her wiha anî ziman ku di êrişan de wesayitên zirxî, yekîneyên topê yên giran, roketavêjên grad û katyûşa, topên hawanê û droneyên bombeyî hatin bikaranîn.

Îlham Ehmed diyar kir ku êriş bi zanebûn li binesaziya sivîlan hate kirin û got, “Li gel nifûsa zêde ya sivîlan jî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke ‘herêma leşkerî’ ragihand. Piştî vê ragihandinê herêm bi çekên giran hate bombekirin.”

Îlham Ehmed ragihand ku 8’ê Çileyê komên cîhadîst ên li ser xeta tund a Asaib al-Hamra yên El Qaîdeyê jî ketin dewrê û êriş hîn giran bû. Îlham Ehmed got, “Ji Idlib û bajarên din jî hêz hatin. Komên SNA yên bi piştgiriya Tirkiyeyê tevlî operasyonê bûn û dewleta Tirk jî bi balafirên bêmirov (Bayraktar) piştgiriya hewayî û îstîxbaratî da êrişan. Ji sibeha 8’ê Çileyê û pê ve operasyon ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyeyê Tumgeneral Alî al Naasan ve hate birêvebirin.”

ÊRIŞÊN BEJAHÎ Û ÊRIŞÊN LI SER NAVENDÊN TENDURISTIYÊ

Îlham Ehmed bi dewamî li ser êrişan ev agahî dan:

“Piştî bombardûmana zêdeyî 12 saetan, fraksiyonên artêşa Sûriyeyê 7’ê Çileyê saet di 21:00 de bi koordîneyî li hemberî taxên Kurdan dest bi êrişê kirin û ji sê aliyan ve bi pêş ve çûn.

Di 8’ê Çileyê de Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyê û nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê gelek caran hatin bombekirin ku hingî sivîlên birîndar, nexweş û personelên tenduristiyê tê de bûn. Gelek xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.

DAGIRKIRINA EŞREFIYÊ Û ÊRIŞÊN LI ŞÊXMEQSÛD

Di navbera 9 û 10’ê Çileyê de Eşrefiyê tax bi temamî dagir kirin. Operasyonên leşkerî piştre li ser Şêxmeqsûdê hatin girankirin. Birîndar, zarok, extiyar li gel malbatên xwe li Nexweşxaneya Xalif Fecir asê man. Bombardûman bû sedem ku gelek sivîl û personelên tenduristiyê bimirin.

AGIRBEST Û VEGUHESTINA JI NEÇARÎ

Êvara 10’ê Çileyê piştî lihevkirina bi navbeynkariay aktorên navneteweyî sibeha 11’ê Çileyê agirbest kete meriyetê. Bi lihevkirinê re karê veguhestina mirî, birîndar û hêzên ewlekariyê yên mayî hêsan kir. Piştre şer qediya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwe ji taxê vekişandin.”

FELAKETA MIROVÎ

Li gorî qeydên îdarî yên xwecihî û belgeyên hîn temam nebûne di navbera 6-10’ê Çileyê de di êriaşn de, jin û zarok, extiyar jî di nav de 47 sivîl hatin qetilkirin, 133 sivîl birîndar bûn. Herî kêm 276 sivîl winda bûn, ku piraniya wan bi kefî hatin binçavkirin.

Piştî êrişan koçberiyeke girseyî destpê kir û li gorî texmînan ji 148 hezar heta bi 155 hezar Kurd ên sivîl bi zorê ji taxên Kurdan ên Helebê hatin koçberkirin.

Îlham Ehmed got, “Civaka navneteweyî ji bo kontrolkirina agirbestê û pêşîgirtina li binpêkirinên hîn zêdetir divê bi lez çavdêrên serbixwe wezîfedar bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dema ragirtina li binê çavan a rojnamevan Orûç hate dirêjkirin
Nûçeya Pişt re Li derdora Bendava Tişrînê liv û tevgera droneyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeran bombe li Til Temir û Eyn Îsayê barandin

Dagirkeran sîloyên genim ên li Til temirê û stasyona avê ya Eyn Îsayê bombe kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

Weşanxane û xwendevanên tevlî Fûara Pirtûkan a Amedê ya 9'emîn bûn, diyar kirin ku xwendina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mîdyadê starta 8’ê Adarê

Li Mîdyadê jinan starta çalakiyên Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Wezîrên Karên Derve yên YE’yê bi rojeva Îranê civîna awarte li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê girîngî bi yekîtî û parastina li Rojava were dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?