Di şênberiya gelê Kurd de, demeke dirêj a ku bi sedsalan domand, li ser erdnîgariyeke ku weke maka mirovahiyê tê zanîn, rewşeke bi kriz, gengeşe û kaosê hate jiyankirin. Rewşeke bi kriz a ku bi cur’et û serdestiya ku bi deshilatdariyê jehrî bûyî, hebûn û nasnameya gelekî tune hate hesibandin. Ev yek bi awayê herî dijwar pêş ket. Dîroka nêz a du sed salên dawî bi bûyer, karesat û berxwedanên ku bi êş bi encam bûyî di navbera van her du ferasetan de qewimî; berxwedanî û tepisandin, serdestî û serîrakirin di nav hev de meşiyan. Bi berdêlên giranbûha di bîreweriya civaka Kurd de û her wiha di bîreweriya civakan de bi awayê herî tahl û bi êş pêvajoyek derbas bû. Berjewendiyên sar ên serdestan, pîrozahiya dewletgerî û pozîtîvîzmê, di kesayeta jinê de tune hesibandina avakariya civakê, bi taybetî di şênberiya civaka Kurd de bi her awayî hate meşandin.Yek rêbazekî mutleq ê bi dawîkirina her cure hewildanên berxwedan û hebûnê hate ferzkirin. Şikandin û sêdareya mirinê. Ji derveyî vê ne rêbazekî din û ne jî hilbijardineke din dernekete pêş.
Lê her car jî ev encam bi xwe re zemîna serîrakirineke din anî. Her qedexeyek bi xwe re rabûnek, her rabûnek bi xwe re bertekeke ji mirinê û her bertekek jî bi kuştineke mutleq bi encam bû. Ev girêka kor weke bîreke bê binî vê yeke weke çarenûs bi xwe re pêş xist. Çarenûsa mirinê, çarenûsa xwînê, çarenûsa tepisandinê û çarenûsa jênevegeriyê. Ev yek bi berdêlên giranbûha heta roja me ya îro hat. Krîz û gengeşe di heman demê de qadeke bêhempa yên kurtelxurên ku ji xwînê hebûna xwe ava dikin, afirand. Ev yek weke xeleka her li derdora xwe dizivire, li derdora stuyê gelan, bi taybetî li stuyê gelê Kurd hate pêçandinê.
Helbet divê bê zanîn ku her kriz, gengeşe, hejandinên bingehîn ên civakî û heta nexweşiyên xedar bi xwe jî, hema wisa ji ber xwe ve çênabin. Ev nişane, ji mirov ji civak û ji gelan re rêya çareserkirinê jî didin diyarkirin. Nîşaneyên ku em karibin ceribandinên nû yên derketina ji rewşa heyî jî li ser me mirovan ferz dikin. Grîng ewe ku bi hêza zanebûna rastî an go heqîqetê, pêkanîna îradeya hilbijardeya raste.
Di vê xala werçerxî ya ku em jê derbas dibin de, pêşengtiya ku Rêber APO jê re dike ev e. Pêşengtiya avakariya dîrokê ye. Pêşengtiya lêgerîna jiyaneke hêjayî mirovahiyê ye. Lêgerîna rastiyê ye û her wiha lêgerîna derketina ji vê nexweşiyê ye. Vê rastiyê bi xwe re guhertineke bingehîn ava kiriye. Ev yek hema wisa ji ber xwe ve derneketiye. Encama kedeke bêhempa ya ku ji parzûnka dîrokê daweriviye pêk hatiye.
Ji ber ku wisa bû, ew çerxên zenggirtî yên dewleta Tirkiye jî, di encama her cure astengî, rêgirî û provakasyonan biryareka dîrokî wergirt. Di encama wê de jî hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Milî, Demokrasî û Xwişk û Biratiyê bi Rêber APO re wê di rojên pêşiya me de pêş bikeve. Ev bi serê xwe di dîrokê de di wateya werçerxê de ye. Her wiha wê encama vê hevdîtinê weke şepolekê xwedî bandorkariyeke bingehîn û binyadî de be.
Îmrali, di nav vê avakariya dîrokî de wê li derdora maseya xwe ya heqîqetê, bi berpirsiyariya xwe ya çêker de, hilbijardeya didara gelan pêk bîne. Ji bo vê hêza pêwist bi salaye daneheva xwe ya herî bi nirx pêk aniye û bi salaye li benda muxatabê xwe ye.

