Kurdên li Rojava bi agahiyên li ser nasnameya xwe, bi belgeya cihê mayinê, bi qeyda dibistanê û bi her cûre ewraqan hewl didin xwe “ispat” bikin ku “welatiyê Sûriyeyê” ne. Li pêşiya navendên qeydkirina nifûsê yên li Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Çilaxa û Dirbêsiyê rêzên dirêj çêbûne ku 6’ê Nîsanê destpê kir. Kurd ji aliyekî ve hesab ji rabirdûyê dixwazin, li aliyê din jî ji bo garantîkirina hemû mafên xwe daxwaza destûra bingehîn a nû dikin. Kurd beriya 64 salan di şevekê de li ser xaka xwe “tine” hatin hesibandin, nasname û hebûna wan hate înkarkirin û berdêla vê yekê li qadên aborî, civakî, siyasî, tenduristî û perwerdeyê giran bû.
Di slaa 1962’an de hikumeta Sûriyeyê ya bi serkêşiya Serokkomarê wê demê Nazim El Kudsi û Serokwezîr Beşir el Azma di çarçoveya projeya “Kembera Ereb” de li Hesekê bi “jimartina nifûsê ya taybet” re jiyana bi sed hezaran Kurdan tarî kir. Hincet jî ew bû ku Kurd “bi rêyên ne qanûnî” ji Tirkiyeyê derbasî nava Sûriyeyê bûne. Di serî de Hesekê, li herêma Cizîrê ku piraniya şêniyên wê Kurd bûn, di şevekê de jimartina nifûsê hate kirin û mafê welatîbûnê yê 250 heta 300 hezar Kurdî ji wan hate stendin û mal û milkên wan hate desteserkirin.
Beşek ji Kurdan weke “ecnebî” (biyanî) hatin qeydkirin, beşek jî qet li nifûsê nehatin qeydkirin û weke “mektûm” (nepen/bê qeyd) hatin pênasekirin. Ev hejmar bi demê re veguherî krîzeke mezin a mirovî ku gihîşt sed hezaran kesî. Kurd bi salan li ser xaka xwe bi rengekî ku dengê wan neyê bihîstin man. Rejîma Baasê jî ku ji sala 1963’an heta 2024’an Sûriye bi rê ve bir, polîtîkaya teşhîr û tecrîdkirina Kurdan a li ser nasnameyê dewam kir.
LI HER DERÊ ‘TINE’ NE
Yên di kategoriya “mektûm” de ne, nikarin bibin xwedî dîplomayeke fermî û nikarin sûdê ji mafên xwe yên hîndekariya bilind werbigirin. Ji vê jî wêdetir nikarin li saziyên dewletê weke karmendekî bixebitin û nikarin mal, wesayit an jî milkên xwe li ser navê xwe qeyd bikin. Ji ber ku nikarin pasaportê werbigirin li deriyên sînor an jî balafirgehan nikarin bi rengekî qanûnî derkevin derveyî welat.
DESTPÊKÊ EREBKIRIN, PIŞTRE JÎ BÊNASNAME HIŞTIN
Parêzvanê Mafên Mirovan parêzer Xalid Cebîr diyar kir ku li Sûriyeyê wê demê ji bilî Kurdan ev cihêkarî li kesî nehate kirin û got, “Li Dêrazorê ku Ereb lê dimînin polîtîkayeke bi vî rengî nehate meşandin. Li wê derê kesek bê nasname nehate hiştin. Destpêkê di çarçoveya projeya ‘Kembera Ereb’ de Ereb li herêmên Kurdan hatin bicihkirin; piştre jî nasnameya Kurdan hate înkarkirin û mafên wan hemû hatin desteserkirin. Bifikirin; hûn nexweş in an jî taziyeya we hene, lê hûn nikarin ji bajarekî biçin bajarekî din.”
200 HEZAR KURDÊN BÊ NASNAME YÊN LI EWROPAYÊ
Kurd bi salan tenê weke hejmarê tine nehatin hesibandin; tinehesibandin bû sedema krîzan ku bandor li jiyana rojane kir. Mînak; zewac bi rengekî fermî nikarin bêne piştrastkirin; piştî bi salan di statuya ‘mektûm’ de bi sed hezaran zarokan jiyana xwe ji dest dan û ew jî li derveyî qeydê dimînin. Kurd di sûcdariyekê de li pêşiya hiqûqê nikarin mafên xwe biparêzin; dewlet dikare bi hêsanî dest dîne ser xaka wan û nikarin kargeheke taybet vekin.
Li aliyê din ji ber nebûna mafê vekirin kargehê yan jî xebatê yê Kurdan, Kurd ketin nava xizaniyeke mezin û koçî Ewropayê kirin. Bi hezaran kesî ji ber zehmetiyên aboriyê koç kirin. Lê belê ji ber ku nasnameya wan nîne li welatên ku xwe lê girtin jî li astengiyên burokratîk rast hatin. Tê gotin ku nêzî 200 hezar Kurdên Rojavayî yên niha li Ewropayê ne nasnameya wan nîne.
‘XAKA TE YE, LÊ TU NIKARE BIPARÊZE’
Jînda Ehmed a ji gundê Çetelê yê Qamişloyê têkildarî Kurdên bê nasname ev tişt got:
“Bavê min, kalkên min li vê derê ji dayik bûn. Em zêde dewlemend nahesibin. Zeviyên me hebûn, lê belê bi rengekî fermî ne yên me bûn. Ji bo dewlet dest danîne ser dostên me yên malbatê tapûyên wan li ser xwe qeyd kiribûn. Dest danîn ser mal û zeviyên bi sedan mirovî. Ji ber ku li pêşberî hiqûqê mafên xwe nîne, nekarîn vegerînin. Kurd ber bi xizanî û birçîbûnê ve hatin dehfdan. Zeviyên wan ji aliyê xelkê ve hate çandin û çinîn. Tu heye, cihê te ye, xaka te ye, lê tu nikare biparêze û mafekî te nîne.”
‘TÊKILIYA NETEWEYÎ JÎ TINE KIRIN’
Li navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê xizmên Jînda hene, lê belê ji ber ku pasaporta wê nîne nikare serdana wan bike. Ev yek radixe pêş çavan ku têkiliyên civakî û têkiliya navbera Kurdan tê tinekirin. Jînda got, “Ji bo min yek ji zehmetiyên herî mezin desteserkirina mafê min ê perwerdeyê bû. Min heta pola 9’an xwend û ti qeyda min tine bû. Xwişka min a mezin heta pola dawî ya lîseyê xwend, lê belê dîploma nedan wê. Apê min bi îmzeyekê ji zanîngehê hate avêtin. Ya wê sîxurî bikira yan jî jiyana wî ya perwerdeyê biqediya.”
Mêr ên ne welatî bûn di heman demê de nikarîbûn “leşkeriyê” ji dewletê re bikin. Jînda vê rewşê weke yekane tişta baş ji bo Kurdan pênase kir û got, “Bavê min, birayên min, apên min, pismamên min ti ji wan leşkerî nekirin.”
TENÊ MAFÊ KARKIRINÊ HATE NASKIRIN
Kurdên ku li ser nasnameyê hatin tecrîdkirin bi salan bi pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî re têkoşiyan û di sala 2011’an de Beşar Esad weke ku “qenciyekê” dike ragihand ku “mafê karkirinê” dide wan. Wê demê li Rojhilata Navîn serhildana gel li dijî rejîmên otorîter destpê kiribû ku weke “Bihara Ereb” jî dihate pênasekirin. Rejîma Esad li ser raperîna gel biryara “reform”ê dabû û eşkere kiribû ku wê “Mafê vekirina kargehê û karkirinê” bide Kurdan. Piştre jî bi pêvajoya Şoreşa Rojava re li Sûriyeyê hevsengî guherî.
DESTÛRA BINGEHîN A TEVLÎKAR Û BERFIREH NE YA DEMKÎ
Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn xwedî hemû mafên xwe yên bingehîn. Ne tenê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelên din di nava sîstemeke demokratîk û wekhev de 13 sal in xwedî maf in. lê belê ji ber ku destûreke bingehîn a ku mafên welatîbûnê yên hemû welatiyên li Sûriyeyê misoger dike nîne, rewş gelekî hesas e.
Colanî (Ahmed el Şara) û komên çete ku Kanûna 2024’an rêveberiya Şamê xistin destê xwe, polîtîkayên dişibin ên rejîma Baasê dimeşînin. Rejîma Colanî li şûna destûreke bingehîn a berfireh ku dawî li krîza li welêt bîne, di 3’ê Adara 2025’an de danezayeke destûra bingehîn a demkî ya ji 53 salan îmze kir ku ji bo 5 salan derbasdar be. Ev danezana ku bêyî bikaranîna mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî, bêyî guhdarîkirina li mafên gelan û bêyî misogerkirina mafên çandî û destûra bingehîn hate amadekirin, eşkere ye ku wê bibe sedema rûdana krîzên nû.
ÊDÎ HER KES ‘SÛRIYEYÎ’ NE
Li gorî lihevkirina ku di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hate îmzekirin, Kurdên ku ji sala 1962’an û vir ve bênasname û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin wê weke welatî bêne qeydkirin û mafên wan radestî wan bê kirin. Di vê çarçoveyê de 6’ê Nîsanê li pênc bajarên Rojava navendên nifûsê hatin vekirin û serlêdanan destpê kirin.
Lê belê eşkere bû ku Kurd di formên serlêdanê de ne weke “Kurd” lê belê weke “Erebên Sûriyeyî” yên li “Komara Ereb a Sûriyeyê” hatin qeydkirin. Li ser nerazîbûna Kurdan rejîma Colanî 9’ê Nîsanê paşve gav avêt û gotina “Erebên Sûriyeyî” rakir û li şûna wê pênaseya “Sûriyeyî” bi cih kir.
Pirsgirêk ji bo vê gavê hatibe çareserkirin û dema serlêdana nasnameyê meheke din hatibe dirêjkirin jî Kurd ji ber ku mafên wan ên çandî, nasname û zimanê dayikê bi destûra bingehîn nehatine misogerkirin bi fikar in. Dawiya dawî garantiya mafên pênc milyon Kurdan garantiya paşeroja Sûriyeyê ye.

