În, 19 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Farqînê civîna gel a Aştî û Civaka Demokratîk: Aştî bi bi hevfêmkirinê pêk tê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Manîsayê li dijî êrîşên nijadperest û zayendperest ên li ser Leyla Zanayê bertek hatin nîşa

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tayîp Temel: Qonaxa duyemîn bi zagonan dimeşe, ne bi mijûlkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê amadekariya Cejna Êzî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Mitînga 4’ê Çileyê di nav sînorên azadiya ramanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Giliya doktora nijadperest hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 4 Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate revandin, êşkence lê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YNK’ê: Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê civîna ‘xizmet’ û ‘xwerêveberiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em ê qet ji bîr nekin!
Kurdistan

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em ê qet ji bîr nekin!

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi boneya salvegera komkujiya Êzidiyan daxuyanî da û bang kir ku bila hemû dewlet komkujiya Êzidiyan nas bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, di salvegera 11’emîn a komkujiya Êzidiyan ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an pêk anîbû, daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku ji aliyê hevserokên însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç ve hat dayîn de hat xwestin ku komkujiya Êzidiyan bê naskirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelek komên etnîkî, olî û çandî yên cuda li Rojhilata Navîn demek dirêj e bi hev re dijîn û hate destnîşankirin ku hinek gel bi dehan salan hatine paşguhkirin û hinek komên olî û çandî rastî êrişên hovane hatine. Daxuyaniya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk wiha ye:

“Em Jenosîda Êzidiyan ji bîr nakin!  

Ji mêj ve li Rojhilata Navîn gelek pêkhateyên cûrbicûr ên etnîkî, bawerî û çandî li rex hev dijîn. Lê bi dehan salan hebûna hin gelan tune hat hesibandin, hin bawerî û komên çandî rastî êrîşên hovane hatin. Di encama van polîtîkayan da bi mîlyonan mirov ji war û barê xwe koçber û sirgûn bûn û bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji gelê ku herî zêde rastî êrîşan hatiye, bêguman gelê Êzidî ye.

Herî dawî, di 3’ê Tebaxa 2014’an de jin û mêr, zarok û keç û xort ji 5 hezaran zêdetîr Kurdên Êzidî li Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. Herwiha bi hezaran mirov hatin revandin, jinên Êzidî wek kole li bazaran hatin firotin, bi hezaran kes hatin koçberkirin, bi neçarî ji welatê xwe hatin bidûrxistin. Li ber çavên hemû cîhanê zilm û zordariyeke bêhempa qewimî, lê di serî de dewletên deverê gelek dewlet û sazî bêdeng man. Di nava bêdengiya mirovahiyê de cardin li dîroka Êzidiyan rûpeleke tarî hat zêdekirin. Lewra gelê me yê Êzidî piştî 73 fermanan vê carê bi fermana 74an bi jenosîdeke nû rastî keraseteke mezin hat.

Ligel Êzidiyan, ji ber êrîşên DAÎŞ’ê li derdora Mûsilê gelê Suryan û yên din jî bi zilm û zordariyeke mezin re rûbirû man. Bi van êrîşan li ser hemû gelan xisareke mezin pêk hat û li Rojhilata Navîn keraseteke mirovî qewimî. Her çiqas di ser Jenosîda Êzidiyan re 11 sal jî derbas bin, êrîşên hovanê yên DAÎŞ’ê û hevkariya hin dewletan îro jî di hişûbîra mirovahiyê de wek rûpeleke tarî cihê xwe girtiye.

Êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an di serî de Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji aliyên bi dehan dewletan ve wek “jenosîd” hat qebûlkirin. Lê mixabin ku helwest û nêzikatiya dewletên li Rojhilata Navîn hê jî mîsogeriya mafên polîtîk û çandî ya gelê Êzidî û pêkhateyên din nakin, tewdîrên yasayî nagirin. Wek gaveke niyetpakî, divê Jenosîda Êzidiyan ji aliyê hemû dewletên ku Êzidî lê dijîn, teqez were naskirin û ragihandin. Tirkiye jî êdî ne mimkune ku rastiya gelê Êzidî ya li Şengalê paşguh bixe, hewcedariya destpêkeke jinûve nebîne. Mifteya destpêka jinûve bêguman naskirina Jenosîda Êzidiyan e. 

Her wiha divê rêz li gelê Êzidî ku tenê dixwaze li Şengalê nasname û baweriya xwe bi awayekî azad biparêze, were girtin. Heta roja îro jî Êzidiyan li hemberî bi dehan fermanan bi têkoşîneke bênavber çand û zimanê xwe parast, mohra xwe ya mayînde li dîroka mirovahiyê xist. Êdî erka jiyanî ya hemû dewlet û saziyan ew e ku divê zarok u jinên Ezidî yên wenda û dîlgirtî di demekî kurt de werin rizgarkirin.

Em di 11’emîn salvegera Jenosîda Êzidiyan de cardin hovîtiya li Şengalê bi hezar caran lanet dikin. Komkujiya li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî çawa ku heta niha nehat jibîrkirin, em ê tu car nedin jibîrkirin. Lewra fermana 74’an jî nîşanî me da ku siberojeke ewladar û xweştir ancax bi yekîtiyeke neteweyî pêkan e. Bi hêvî û banga yekîtî û piştevaniyê, em em jin û mêr, keç û xort û zarok, pîrejin û kalemêr hemû qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re PÎK: Fermana Şengalê sûcekî li dijî hemû mirovahiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Uzuntaş ku di Komkujiya 33 Guleyan de malbata wî hat qetilkirin: Komkujiya li ser Kurdan dewam dike

Celal Uzuntaş ê 81 salî ku di Komkujiya 33 Guleyan de bav, ap û bapîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike

Rojnamevan Aykan Sever, diyar kir ku her çend Emerîka an Îsraîl operasyonek bejayî li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne

Hesen Koçer got, "Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin. Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê 4 Kurd binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate revandin, êşkence lê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?