Endama Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî û bang li tevahiya gelê Kurdistanê û tevgerên Kurdistanî kir ku berjewendiyên neteweyî û azadiyê esas bigirin û got, “Eger em bi vî rengî tevbigerin, ez di wê baweriyê de me; metirsî çiqasî mezin be jî îrade û heqîqeta gelê Kurd ji hemû metirsiyan mezintir e. Û Kurd dikarin van hemû êrîşan, van metirsiyan ji holê rakin û yekîtiya neteweyî misoger bikin.”
Sozdar Avesta, da xuyakirin ku Kurd û gelên din dikarin bi îradeyeke hevpar li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya demokratîkbûyîna Sûriyeyê de cih bigirin û got, “Ji bo destketiyan metirsiyên mezin hene, lê sala 2025’an dikare bibe saleke destketiyên mezintir. Bi vê boneyê banga me li hemû jin, ciwan, gelê me, dostên me, sazî, partî û rêxistinan e; Divê çi dibe bila bibe nakokiyên xwe deynin aliyekî. Li ser vê bingehê divê her kes rast tevlî pêvajoyê bibe û rola xwe bilîze.”
Nirxandinên Sozdar Avesta wiha ne:
Gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngav dan destpêkirin. Di tevahiya sala 2024’an de pêngava gerdûnî hat meşandin û bi pêşengiya jinê mezintir bû. Di nava salekê de pêngav gihîşt kîjan merhaleyê, kêmaniyên wê çi bûn û sala bê divê çi bê kirin dikarin ji me re binirxînin?
Berî ku ez derbasî pirsa we bibim, di van rojên dawî de heval Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û di berxwedana Minbic, Qereqozax û Bendava Tişrînê gelek şehadet çêbûn. Dîsa gelê me yê gundên Eyn Îsa û malabateke me yê Ereb di topbaranê de şehîd bûn. Ji 27’ê Mijdrê û vir ve li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê berxwedan û şehadet hene. Ez hemû şehîdan bi bîr tînim. Her wiha em di meha Kanûnê de ne. Meha Kanûnê meheke ku şehadetên giranbuha tê de çêbûne ye û ez dixwazim wan dîsa bi bîr bînim. Di vê mehê de piştî damezrandina PKK’ê li ser gelê me yê Elewî li Mereşê komkujiyek pêk hat. Her wiha di dawiya 2011’an de li Roboskî komkujiyek pêk hat û 34 kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha yek ji pêşengê tevgera azadî fermandarê gerîla rêheval Adil Bilika û rêheval Gulbahar di 2007’an de li Gabarê şehîd bûn. Pêşenga tevgera azadiyê Armanc Goşkar di vê mehê de şehîd bûye. Di vê mehê de sala 2000’an de li girtîgehan komkujî pêk anîn. Gelek şoreşger ên di greva birçîbûnê debûn li ber çavên cîhanê qetil kirin. Dîsan Komkujiya Duyemîna a Parisê pêk anîn. Di vê komkujiyê de hevrê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Van hevalan jî bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Di şexsê van şehîdan de tevahiya şehîdên têkoşîna Kurdistanê û azadîxwazên cîhanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. LI ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin.
Bi vê boneyê berxwedana gelê me û yên vê pêvajoyê pêş xistin silav dikim. Ji bo vê pêvajoya hem ji bo rewşa Rêber Apo tê de ye, tecrîda girankirî û berdewam dike, her wiha li hemberî vê tecrîdê pêngava hatiye destpêkirin. Li ser vê pêngavê ez dixwazim bibêjim; ez berxwedana bêhempa ya Rêber Apo silav dikim. Ez hezkirin, hurmet û bêrîkirina xwe pêşkêşî Rêber Apo dikim. Bêguman tecrîd bi hemê dijwariya xwe berdewame. Di sala 2023’yan di meha Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo misogerkirina statuya Kurdistanê bi pêşengiya dostên gelê me, pêngavek hat destpêkirin. Ev pêngav di nava sala 2024’an de li tevahî cîhanê bi rengekî kurevî berdewam kir. Bi rastî ev pêngaveke wisa bû ku di lûtkeya herî jor de destpê kir. Bi mîlyonan gel beşdarî pêngavê bûn. Hem li her çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li tevahiya cîhanê bi pêşengiya dostên gelê me, jin û ciwanan kedeke mezin dan, berxwedaneke mezin raber kirin. Şev û roj kolan bernedan û di nava salê de çalakiyên cur bi cur bi pêş xistin.
Li zindana bi çalakiyên birçîbûnê û piştî wê bi çalakiya; em jî şert û mercên Rêber Apo dijîn dest pê kirin. Di vê çalakiyê de derneketin hevdîtinan û dadgehan. D vê salê de li hemû zindanan pêşengî hat kirin. Li Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Ewroapyê bi kurtasî cihê ku girtî lê hebûn berxwedaneke mezin pêş ket. Gelê me çalakiyên cur bi cur ên li gorî felsefeya Rêber Apo û reng dane pêngavê pêş xistin. Çalakiyên rengîn yek jê xwendina parêznameyên Rêber Apo bû. Di eniya gerîla de çalakiyên pir watedar hatin pêşxistin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Metîna, Zap, Xakurkê berxwedan hat meşandin û heta niha ev berxwedan didome.
Di çarçoveya vê pêngavê de rêheval Asya Alî û Rojger Hêlîn di 23’yê Cotmehê de li navenda TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn. Çalakiya fedaî ya van hevalan asta têkoşînê derxistin lûtkeyê. Ev çalakî lûtkeya herî jor e û ji vê wêdetir tineye. Eger ev tecrîd bi vî rengî berdewam bike û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê misogerkirin wê çalakiyên bi vî rengî çêbibin. Dostên gelê me di vê pêngavê de roleke stratejîk û girîng lîstin. Hemû pêkhatieyên civakê, jin, ciwan, xwendevanî, hunermend, xelatgirên Nobelê, rewşenbîr, sendîkayên karkeran û hwd. hêz û reng dane pêngavê û bêhtir dewlemend kirin. Di encama van çalakiyan de di 23’yê Cotmehê de bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk hat. Ev hevdîtin di encama vê têkoşîn, berxwedan û keda hevbeşî de pêk hat.
AKP-MHP FERASETA TIŞTEKÎ NÎNE, MÎNA KU HEBE AVA DIKE
Di hevdîtina Omer Ocalan de Rêber Apo got, “Tecrîd berdewam dike.” Li ser vê mijarê gelek şîrove hatin kirin. Di bernameya beriya vê de jî em li ser wê sekinîn. Ji wê rojê û heta niha bêguman tecrîd bênavber didome. Bi vê re hinek nîqaş jî tên kirin. Hem tevgera me, hem jî hevalên me di vê mijarê de gelek daxuyanî dan. Ji wê rojê û vir ve bi taybetî çapemeniya şerê taybet û medyaya hawiz û alîgirên desthilatê weke ku pêvajoyek heye dide diyarkirin. Weke ku bibêjin tecrîd tine, şerê man û nemanê tine, siyaseta qirkirinê di şexsê Rêber Apo de li ser tevahiya gelê tê meşandin tine, lê weke ku wê hevdîtin bê çêkirin tevdigerin. Vê yekê bi destê Bahçelî yê hevkarê wan ê desthilatdar ku polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, dikin. Hevalê Cemal di bernameyekê de derbarê vê mijarê de hişiyariyên girîng kir. Tevgera me bi daxuyaniyên nivîskî gelek caran bal kişandiye ser vê mijarê. Bi vê siyasetê dixwazin têgihan (algi) ava bikin. Tiştên tine weke ku heye didin diyarkirin. Ji bo ji xwe re dem qezenc bikin.
Ji bo asta pêngavê paşde bikşînin. Ji bo pêngav mezintir nebe, gerdûnî nebe, li Kurdistanê di hin kesan de bendewariyê çêbikin, di vî alî de di hin kesan de çêkirin jî vê siyasetê dimeşînin. Ev jî siyaseta qirkirinê ya AKP’ê ye. AKP siyasete wisa dide meşandin. Berê jî ji 2006’an û heta 2015’an piraniya pêvajoyê bi agirbestan derbas bû. Gelek agirbest çêbûn, pêvajoyên diyalogan çêbûn. Ev hemê ji navendekê hatin meşandin. Yek gav ne avêtin. Di destûra bingehîn de guhertin çênekirin. Pêngaveke li ber çavan ji bo xizmeta Kurdan û çareseriyê pêş nexistin. Tenê ji bo desthilatdariya xwe qewîmtir bikin van tiştan kirin. Hevdîtina bi malbatê re hat kirin û heta niha heman siyaset berdewam dike. Sala 2025 bi rastî jî saleke girîng e. Em wisa dibînin. Ji sedsala 21’emîn çaryekek temam dibe. Êdî dîzyankirina herêmê jî digihêje astekê. Em ê li ser wê jî niha bisekinin. Rêber Apo 25 sal berê di sala 2000’î de dema komployê de îşaret bi sala 2025’an kiribû.
Di sala pêşiya me de divê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ev jî bi têkoşîneke hevpar û tevahî tê kirin. Têkoşîna ku ji dema komploya navneteweyî hatiye destpêkirin û heta niha û bi taybet jî ev pêngavên nû hatine destpêkirin divê rê û rêbazên dewlemendtir bên domandin. Em vê jî bibêjin, pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê û herêmê tên jiyîn hemû bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne. Çareserkirina pirsgirêka Kurd jî bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Ji ber vê dewleta Tirk çareseriyê naxwaze. Dewleta Tirk ji çareseriyê ditirse. Ev heqîqetek e. Desthilat vê yekê baş dizane ku heke pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên diyalog, demokratîk bê çareserkirin û Rêber Apo muxatab bê girtin ew nikare rantê pêş bixe. Ew nikarin siyaseta xwe ku navenda wê danîne ser ‘terorîzekirin û reşkirina tevgera azadiyê’ û têkiliyên xwe li ser vê çêdike. Li nava Tirkiyeyê çi pirsgirêkên aborî, civakî û hemûyan ser wan ditepisîne. Ji ber vê naxwaze çareserî pêş bikeve.
Rêber Apo di hevdîtina dawî de got, “Heke derfetê ji min re çêbikin ew hêz û qewet bi min re heye ku ez vê pêvajoyê ji pêvajoya pêvçûnê veguherînim pêvajoyeke siyasî û hiqûqî”. Ev gelekî girîng e. Ew bi xwe jî vê dizanin. Ew Rêber Apo dişopînin û dixwînin. Dizanin ku muxatabê vê pisgirêkê dikare çareser bike. Ew ji vê hêza Rêber Apo ditirsin. Ji felsefeya gelan ditirsin. Ji bo vê tecrîdê giran dikin. Divê em di sala 2025’an de têkoşînê hîn mezintir bikin, berxwedanê mezintir bikin, hevgirtinê mezintir bikin û yekîtiyeke xurt ava bikin. Jin û ciwan, zêdetir jinên ciwan pêşengiya vê pêngavê bikin. Em di vê baweriyê de ne bingeha ku hatiye avakirin ew bendên hatine danîn hatine derbaskirin. Sala 2025’an me re dikare bike sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hêviya me jî ev e. Têkoşîna me wê li ser vî esasî berdewam bike.
Weke we jî anî ziman, tesbîtên Rêber Apo yên salan beriya niha îro yek bi yek derdikevin holê. Îro li seranserê cîhanê jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn di rojevê de ye û mînaka vê yekê jî Sûriye ye. HTŞ’ê di nava 12 rojan de Sûriye bi dest xist. A niha rê û rêbazên rêveberiya nû nayê zanîn lê belê her kes jî dizane ku girêdayî xeta Sunî ye. Li Rojava û Sûriyeyê jî gelek çand, bawerî û nasnameyên cuda hene. Divê ev serdem çawa were şîrovekirin? Çimkî dewleta Tirk a dagirker ji niha ve dixwaze li gel HTŞ’ê têkiliyên baş ava bike. Wê ev rewş bandoreke çawa li hemû gelên Sûriyeyê û Şoreşa Rojava bike?
Têkildarî rejîma BAAS’ê ez dixwazim vê yekê bibêjim; di encamê de Esad dîktatorek bû, 53 salan heman rejîm û heman zîhniyet serdest bû. Helbet hilweşîna vê rejîmê ji aliyê hemû gelan, bi taybetî jî ji aliyê gelên Sûriyeyê ve weke cejnekê hate dîtin. Em qîmetê didin daxwazên gel û daxwazên gel girîng dibînin. Ji ber vê yekê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê di pêvajoyeke wiha girîng de têkoşiyan. Bi taybetî jî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelê me helwesteke pir birûmet nîşan da. Beriya her tiştî ez vê berxwedaniya gelê me silav dikim. Em baş dizanin ku êrîşên di 27’ê Mijdarê de dest pê kirine, ji bo me peyameke eşkere bûn. HTŞ’ê berê xwe da Sûriyeyê lê belê çeteyên SMO’yê yên ji sala 2011’an ve ye dewleta Tirk piştgiriyê wan dike, ji welatên cida hatine û di rastiyê de endamên DAÎŞ’ê ne êrîşê qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Ketina Şamê ya HTŞ’ê ji aliyê welatên weke DYE, Îsraîl û Îngilîstanê ve hatibû plankirin. Derdê dewleta Tirk cuda bû. Mezintirîn derdê desthilatdariya AKP-MHP’ê Kurd in. Li hemberî gelê Kurd dijminahiyê dikin û ji ber vê yekê roja damezrandina partiya me ango di 27’ê Mjjdarê de piştî dagirkirina Efrîn û Til Rifatê berê çeteyan da Şehbaya ku gel ji wir derbas dibû. Van çeteyan bi awayekî hovane êrîşî gel kirin. Gelê me careke din neçar ma ku koç bike. Lê belê ji bo ku gelê me zêdetir bi zehmetiyan re rû bi rû nemîne û li rastî qirkirinan neyê bi saya plana Rêveberiya Xweser li qadên qadên ewle hatin bicihkirin. Lê belê tevî vê yekê jî çeteyan êrîşên hovane pêk anîn, vê yekê jî careke din rûyê rastîn ê dewleta Tirk û çeteyan derxist holê. Êrîşên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî berdewam dikin. Dewleta Tirk girêdayî du stratejiyan xebatên xwe bi rê ve dibe.
Ya yekem ew e ku piştgiriyê dide HTŞ’ê û piştgiriya çeteyên din jî dike. A niha li Sûriyeyê hikûmeteke demkî heye, lê belê bawer im wê heya meha Adarê hikûmeta nû were avakirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a niha hewl dide ku hikûmeta nû li gorî xwe dîzayn bike. Dixwazin hikûmeteke li gorî xwe ava bikin. Sûriyeyê weke qadên xwe dibîne û dixwaze li gorî kêfa xwe tevbigere. Tim diçe Sûriyeyê. MÎT diçe, Wezîrê Karên Derve diçe yanî tim heyetek diçe Şamê. Bi rê û rêbazên cuda bandorê li HTŞ’ê dikin. Dixwaze Elewiyan, Durziyan, Asûriyan, Kurdan û Erebên ne di nava HTŞ’ê de ne biavêje aliyekî û rêxistineke ajan a girêdayî xwe li Sûriyeyê bi cih bike. Yanî wê dixwaze rewşeke ji ya Beşar Esad xirabtir ava bike, ji niha ve amadekariyên vê yekê dike. Zîhniyeta Erdoganê dîktator dixwaze desthilatdariyeke weke xwe û girêdayî xwe ava bike.
GER DESTHILATDARIYA NÛ YA LI ŞAMÊ PLANÊN DEWLETA TIRK PÊK BÎNE, WÊ PIRSGIRÊK BERDEWAM BIKIN
Ji aliyekî ve vê yekê dixwaze û ji aliyê din ve jî dixwaze bi destê çeteyên SMO’yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û destkeftiyên şoreşê tune bike. Piştî şoreşa 2011’an li hemberî pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê çeteyên SMO’yê ku di nava wan de çeteyên weke El Nusra û DAÎŞ’ê jî hene êrîş pêk anîn. Ev êrîş 13 sal in berdewam dikin. Tevî van yekan jî gelê me rêveberiyeke xweser û saziyên xwe ava kirin. Ev 13 sal in jî girêdayî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û ya azadiya jinan esas digire xwe bi rê ve dibin. Vê pergalê bala hemû cîhanê kişand. Ne tenê Sûriye û Rojhilata Navîn, hemû cîhan vê pergalê ji bo xwe model digire. Tirsa dewleta Tirk jî êodela rêveberiya xweser a demokratîk e, pergala neteweya demokratîk e. Çimkî bi pergala neteweya demokratîk hemû gel dikarin bi ziman, çand, bawerî û cudahiyên xwe bijîn.
Dewleta Tirk dixwaze li hemberî vê yekê bibe asteng. Ji ber vê yekêli ser hev êrîşan pêk tîne. Êrîşî Til Rifatê, Şehbayê, Minbicê, Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê dike. Armanca wê ew e ku hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jî Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji vê pergalê ditirse. Divê Şam jî vê yekê bibîne. Desthilatdariya nû ya li Şamê a niha kêfa vê yekê derdixîne, her kes diçe seredana wan lê belê ger ew jî ji pratîkên Beşar Esad ango rejîma BAAS’ê dersekê negirin, modeleke demokratîk ava nekin wê temenê wan jî dirêj nebe. Çimkî hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê sedema hilweşîna rejîma BAAS’ê zîhniyeta yekperest bû. Bi salan bi vî awayî desthilatdarî di destê xwe de girtin lê belê ev yek jî bû sedema dawiya wan.
A rastî a niha li Tirkiyeyê jî ev yek heye. Dîktatoriya li Enqereyê ji ya Şamê zêdetir e. Jixwe ji ber vê yekê Tirkiye ji bo ku dora guherînê neyê wê dixwaze modela xwe li deverên cuda bisepîne. Lê belê çareseriya pirsgirêkan modeleke demokratîk e. Ger li Sûriyeyê modeleke demokratîk ya hemû gelan, baweriyan û çandan di nava xwe de dihewîne, were avakirin wê demê wê Sûriye ji hemû Rojhilata Navîn re bibe mînak. Ger desthilatdariya Şamê ya nû vê yekê neke û planên dewleta Tirk pêk bîne, wê ne Şam hebe û ne jî dawî li krîz û pirsgirêkên Sûriyeyê were.
Sîstema ku beriya 13 salan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo ava bû nîşanî tevahiya cîhanê da ku eger jin azad bibe, civak jî azad dibe. Ji bo vê jî gel Rojava pîroz dibînin û ji xwe re mînak digirin. Lê belê dewleta Tirk ji dema şoreşê û vir ve êrîşên xwe yên li hemberî Rojava didomîne. Herî dawî 2 hevalên me yên rojnamevan hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Bi taybetî divê jin li hemberî van hemû êrîşan şoreşê çawa biparêzin?
Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa jinê tê binavkirin û wisa ye ji xwe. Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û sîstema wê weke stêrka cemserê xuya dike, ewqasî watedar e. Bi vê wesîleyê re ez berxwedana hemû jinan silav dikim. Dema ku êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin, şervanên YPJ’ê li Til Rifatê, li xeta Helebê berxwedaneke mezin raber kirin, hin jê dîl hatin girtin û şehîd bûn. Çete bêexlaqiyeke mezin pêkanîn û şervanan êşkence kirin. Ev yek nîşan dide ku çete çiqasî ji şoreşê ditirsiyan. Gelekî girîng û hêja ye ku jin li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê serî hildin û sîstema ku ava kirine biparêzin. Bi vê wesîleyê re ez hemûyan silav dikim. Ez endamên Meclîsa Jinê ya Zenûbiya, 3 endamên Meclîsa Jinê ya Minbicê yên ji aliyê çeteyên hov ve hatin kuştin, bi rêzdarî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.
SMO ji xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê pêk tên, hemû berhevkirî ne. Ji ber vê yekê niha armanca wan a sereke têkbirina şoreşa jinê ye, kuştina jinan e, destavêtina jinan e, bi nirxên jinê û mirovahiyê lîstine. Ji bo vê jî jinan hem parastina xwe kirin û hem jî destketiyên xwe yên heyî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê pêşxistin. Baş e, divê ev yek di pêvajoya pêş da çawa be? Divê pêşketina destketiyan bibe malê tevahiya Sûriyeyê. Mînak, deklarasyonek weşandine, niha meş, mîtîng, rûniştinan li dar dixin, daxuyaniyan didin hemû cîhanê, ev girîng in û divê li hemû Sûriyeyê belav bibin. Wekî mînak, Meclîsa Jinên Sûriyeyê deklarasyonek weşand û ev deklarasyon gelekî girîng bû. Niha wexte ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê bikeve nava tevgerê û bixebite. Divê Sûriyeyeke çawa be, destûreke bi çi rengî were nivîsandin û jin çawa di destûra bingehîn de cih bigirin, gelekî girîng in.
Ji ber vê yekê divê ji aliyekî ve ji bo Sûriyeyeke demokratîk xebatên dîplomatîk û siyasî werin meşandin. Ji xwe bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin, hewldanên girîng di vê mijarê de hene. Weke Tevgera Jinê em ji vê têkoşîna mezin hêzê digirin û heta dawiyê em destekê didin. Ji ber ku di vî şerî de herî zêde jin tên kuştin. Weke Tevgera Azadiya Jinê, helwesta me ya li hemberî vê zîhniyetê li ku derê dibe bila bibe, zelal e. Di vê wateyê de têkoşîna tê meşandin pir girîng e. Xaleke din a girîng jî xweparastina jinê ye. YPJ’ê weke hêza parastinê heye, di rêxistiniya navxweyî de parastina jinê heye, xweparastin heye, divê hemû jin di şerê gel ê şoreşgerî de bikaribin xwe biparêzin. Ne tenê li Rojava an jî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, divê li tevahiya Sûriyê hemû jin bikaribin mafê xwe yê jiyanê, xweparastinê bi kar bînin û li ser vê bingehê divê hişmendî, rêxistinkirin û perwerdekirin were kirin. Divê jineke bi tenê ya ne rêxistinbûyî nemîne. Ev dem dema vê ye. Ji ber ku niha ji her demê bêhtir di nava xeteriyê de ne. Divê li hember vê xweparastin, bê pêşxistin.
HEWL DIDIN LI ROJAVA PÊVAJOYEKE KU KURDÊ AZAD LÊ TUNE BE BIDIN DESTPÊKIRIN
Mijareke din li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yekîtî avakirin gelekî girîng e. Divê jin bi têkoşîna xwe li her qadê pêşengiyê ji vê re bikin. Divê di nava Kurdan de yekîtiyek çêbibe. Mesela em ji çapemeniyê dişopînin; Der barê yekîtiya Kurdan de daxuyaniya fermandarê QSD’ê heye, daxuyaniya Rêveberiya Xweser heye, gelek tevger, dostên gelê Kurd, alimên olî daxuyaniyan didin ku divê Kurd bibin yek, lê hinek kes guhê xwe ji van daxuyaniyan re kerr dikin û naxwazin bibin yek. Herî zêde jî hin kesên ku di serdemên bihurî de di nava mûxalefetê de bûn, ne alîgirê yekîtiyê ne. Kurd beriya 102 salan nebûn yek û bi rengekî rêxistinkirî neçûn Lozanê, hatin xapandin û bi wê peymanê re heta roja îro dîl hatin girtin. Niha jî li Şamê hewl didin heman tiştî bikin. Dîsa di sedsala 21’emîn de hedef dikin ku li Rojava bêyî yekîtiya Kurdan peymanan pêk bînin.
Dixwazin pêvajoyeke ku Kurdê azad tê de tune be bidin destpêkirin. Mînak jin dikarin li dijî vê bisekinin, bi sekn û rexneyên xwe li dij derkevin û vê qebûl nekin. Xwedî vê hişmendiyê û hêzê ne jî. Jin bi yekîtiya xwe dikarin pêşengiya wê bikin. Mînak jin di jiyanê de dibin yek. Li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jin dibin yek. Ev yek girîng e. Her wiha têkiliyên wan bi jinên ji netewên cuda re hene û li Sûriyê bi jinên Ereb, Asûrî, Durzî û Elewî re dibin yek. Ji ber vê yekê divê jin di vê pêvajoyê de hîn bêhtir rol û mîsyona xwe ya pêşengiyê ya di yekîtiya neteweyî de bicih bînin. Şoreşa jinê şoreşeke hem demokratîk, hem ekolojîk e, hem jî li ser bingeha azadiya jinê û azadiya civakî ye. Ji xwe jin azad nebe civak jî azad nabe. Parastina mafên jinan li Sûriyeyê bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin.
Hem Meclîsa Jinên Sûriyeyê, hem jî hêzên parastinê yên weke Kongra Star û YPJ’ê desketiyên mezin in. Bi qasî em dişopînin hewldanên wan hene, divê zêdetir pêş bixin. Dibe ku şehadet çêbibin, têkoşîn giran be, êrîş dewam bikin, lê belê gelê me hîn bûye ku bêyî dayîna berdêlan nikare azad bibe. Di berxwedana Efrînê de dayikan ev gotin; Em dikarin birçî bimînin, lê nabe ku em bê welat bin, em nikarin bê azadî bijîn. Jin nikare bê azadî bijî û divê ti carî azadiya xwe radestî şexsekî neke. Ev yek jî bi xurtkirina yekîtî û destketiyan pêkan e.
Qadê têkoşîna ku mohra xwe sala borî da qadên gerîla bûn. Di pêşengoya gerîlayên YJA Starê de ji navendê Enqere bigirin heta çiyayên Kurdistanê derebên giran dan dewleta Tirk a dagirker. Hûn têkoşîna gerîla ya di sala 2024’an çawa dinirxînin?
Bi vê wesîleyê hemû fermandarên gerîlayên azadiyê û hemû şervanên HPG-YJA Starê silav dikim, hezkirinên xwe dişînim. Di sala 2024’an de dewleta Tirk a faşîst, him Serokomara wî, him jî fermandarên giştî û wezîrê Parastinê gotin em ê Herêmên Paratina yên Medyayê kîlît bikin. Yanî gotin em ê gerîla tesfîye bikin. Dev jî rastbûna vê berdin, di serî de li Bakur di hemû qadên gerîla de, ji Amedê heta Dersîmê, ji Botanê heta Mêrdînê, ji Serhadê heta Zagrosan, ji Metîna, Zap û heta Xakurkê gerîlayên azadiya Kurdistanê têkoşînek bêeman dan. Hevalên me yên qehreman û fedaî gihîştin şehadetê. Bi vê wesîleyê ez carekê din şehîdên sala 2024’an bi rêz û mînet bibîr tînim. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî dijmin mewzîyên xwe diparêzin. Di qadekî de jî tu gav paş de neavêtin.
Li hemberî gerîla ev 4 sal in bênavber êrîş didomin, lê gerîla ji Rojavayê Zapê bigirin heta Metîna, Girê Bihar, Girê Cudî di giştî van qadan de berxwedanek mezin nîşan dide. Ji ber vê gerîla performansek pispor raber kir. Rê û rêbazên dewlemend û nû bikar anî. Di Newroza 2024’an de mizgînî da gelê Kurd. Gerîla li hemberî êrîşên dijmin ên hewayî tedbîrên xwe pêşxist, bi taybetî jî belafirên bêmirov hatin xistin. Gelek caran derb li dijmin hate dayîn. Gerîla him qadên xwe, mewzîyên xwe parast him jî hêjmarê wan zêde kir him jî di hemû qadan de têkoşîna xwe domand. Di sala 2024’an de çalakiya herî asta jor jî çalakiya TÛSAŞ’ê bû. Ev çalakî nîşan da ku îrade û hêza gerîla çiqas mezin e.
Di şexsê heval Asya û heval Rojger de derket hole ku gerîlayê bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dike, dikare çi bike. Ev heval di nameyên xwe de perspektîfa sala bê dabûn. Gerîla dikare çawa gerîlatî bike, çawa dikare xwe birêxistin bike, çawa dikare xwe bi hedefê kîlît bike, bi terzê Apogerî çalakî çawa tê kirin û encamp çawa tê girtin nîşan dan. Nameyê wan hem doktrîna şer e him jî wek manîfestoya jiyana azad e. Pêwîste gerîlayên azadiyê di her qadê de vê esas bigirin. Nîşan dan ku yên pusulayê wan Rêber Apo be, dikarin rotayê xwe bibînin. Ên ku rotayê xwe rast bibînin dikarin encamp bigirin. Em bawerin gerîlayên azadiyê wê performansa ku gihiştîne di sala 2025’an de ji bo hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di parastina nirxên şoreşê de û çareseriya pirsgirêka Kurd de nîşan bidin. Di vê wateyê de rola gerîla ya stratejîk didome.
Herî dawî mesajekekê hûn dixwazin bidin heye? Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo Kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statû pêwîste xebatek çawa were meşandin? Mesaja we ya sala nû ji bo jinan, ciwanan û hêzên azadiyê re çi ye?
Li hemberî gelê me êrîşên qirkirinê didomin. Dîsa li hemberî Rêber Apo tecrîta giran didome. Nexşeya sedsala 21’an tê xezkirin û herêm ji nû vet ê dîzaynkirin. Di vê wateyê de ji bo gelê Kurd çiqas xetere hebe, ewqas jî derfet û firsat heye. Gelö Kurd ne gelê sed sal berê ye. Rast e, xetereyê sed sal berê heye, wisa tê gotin. Dijmin hîn bi zihnîyeta sed sal berê tevdigere, lê tiştê ku hesab nekiriye heye. Kurd ne Kurdê sed sal berê ye. Tevgera azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo re, bi jin û ciwanên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn re têkoşîna ku di xeta Neteweya Demokratîk de da re astekê pir girîng derxist holê. Di vê wateyê de yekîtiya gelê Kurd û gelê Ereb stratejîk e û ne tenê ji bo îro ye. Rêber Apo di Rojhilata Navîn de 20 sal têkoşîn meşand û kedên mezin da. Di têkoşîna ku li Şam û Libnanê da re ji bê gelê Sûriyeyê îradeyek mezin derxist holê.
Ji ber vê di serî de gelê Bakur-Rojhilatê Suriyê hemû gelê Kurdistanê, partiyên siyasî, partiyên Kurdistanî, partiyên Rojava p»wîste xwe nexepînin û li pey berjewendiyên biçûk nebin. Pêwîste berjewendiyên netewî û azadiyê esas bigirin. Pêwîste vê fersendê pir baş kar bînin. Ev erk dikeve ser mile herkesî. Heger bi vî şeklî were tevgerîn, ez bawerim xetere çiqas mezin dibe bila bibe îrade û heqîqeta gelê Kurd ji hemû xeterayan mezintir e. Kurd van hemû êrîşan û van xetereyan dikarin têk bibin û yekîtiya netewî pêk bînin. Dikarin di hemû Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de bi îradeyekê hevpar di pêvajoya demokratîkbûna Sûriyeyê de cih bigirin. Bi vî şeklî di perçeyên din ên Kurdistanê de jî dikarin yekîtiya Kurdan xurtir bikin. Li hemberî destkeftiyan xetereyên mezin hene, lê sala 2025’an dikare bibe sala serkeftinên mezin. Bi vê wesîleyê ji hemû jinan, ciwanan, gelê me, dostên me, saziyan, partiyan û rêxistinan re banga me ye; sedema li hev nehatine çi dibe bila bibe deynîn aliyekî. Bi vî awayî pêwîste herkes rast tevlî pêvajoyê bibe û rola ku dikeve ser bilîze. Ji niha ve sala 2025’an a Xirîstiyanan, gelê me, dostên me û ya hemû gelan pîroz dikim.