Xwepêşandanên dawî yên li Îranê nikarin ji pêlên berê yên serhildanên gelêrî yên hêrsbûyî yên di deh salên borî de werin veqetandin. Berovajî vê yekê, ew dikarin wekî berdewamiya rêze-tevgerên gelêrî werin binavkirin ku di salên dawî de derketine holê. Ev pêvajo bi xwepêşandanên aborî yên sala 2017’an dest pê kir, bi xwepêşandanên 2019’an ên ku rastî tepeserkirineke berfireh hatin berdewam kir û gihîşt pêla hêrsê ya sala 2022’an ku xwedî karakterekî civakî û siyasî yê zelaltir bû. Lê belê, xwepêşandanên heyî di demekê de çêdibin ku krîzên navxweyî û zextên derveyî yên bêhempa li hev diqewimin; ev yek jî dihêle ku avahiya rejîmê hîn hesastir û lawaztir bibe.
KOMBÛNA SEDEMAN
Nêzîkî deh salan e ku welatiyên Îranê û gelên din ên ne-Fars di rewşeke aloziya kombûyî de dijîn. Ji ber faktorên aborî, civakî û siyasî, aboriya Îranê bi zextên dijwar re rû bi rû ye. Ev zext ji ber dorpêçên Amerîkayê, kêmbûna nirxa diravî, zêdebûna rêjeya bêkariyê û kêmbûna hêza kirînê kûrtir bûne. Vê rewşê hesteke giştî afirandiye ku krîz êdî ne demkî ye, lê belê bingehîn e. Her wiha nekarîbûna polîtîkayên hikûmetê ya ji bo peydakirina çareseriyên berbiçav eşkere bûye.
Li gel zêdebûna daxwazên civakî yên têkildarî azadî û mafên jinan —ku bûne beşekî bingehîn ê nîqaşên xwepêşandanan— guhertineke di xwezaya hişmendiya siyasî de di nav beşên berfireh ên civaka Îranê de tê nîşandan.
ZÊDEBÛNA BANDORA PÊKHATEYAN LI SER RÊYA HÊRSÊ
Îran ji bilî Farisan, pêkhateyên din ên etnîkî wekî Kurd, Belûç, Ereb û Azerbaycanî jî dihewîne. Van pêkhateyan bi zilm, tundûtûjî, dûrxistin, cudakarî û rêze-êrîşên sîstematîk re rû bi rû mane ku armanca wan tunehesibandina van civakan e. Pir caran ev pêkhate bi tawanbarkirina “komploya li dijî dewletê” hatine rûbirûkirin.
ZEXTÊN DERVEYÎ
Ev xwepêşandan bi zextên nû yên Amerîkayê re hevdem in ku armanc dikin tevgera herêmî ya Îranê ji nû ve teşe bidin. Washington vê yekê wekî derfetekê dibîne da ku zextê li ser Tehranê zêde bike; çi bi rêya zêdekirina cezayan, çi bi rêya piştgiriya gotûbêjên navneteweyî yên ku rexneyê li tomarên mafên mirovan ên Îranê digirin. Bi vî rengî hikûmet dikeve rewşeke parastinê û li hember her tevgereke navxweyî hesastir dibe, ji ber ku her livîn wekî dirêjkirina destwerdana derveyî tê şîrovekirin.
Di heman demê de, rejîma Îranê vê faktorê bikar tîne da ku xwepêşandanan wekî beşek ji “komployeke biyanî” nîşan bide û wan bêrewa bike. Ev di demekê de ye ku rejîm bi pirsgirêka rewatiya saziyên xwe re rû bi rû ye, nemaze piştî hilbijartinên dawî yên ku beşdarbûneke kêm nîşan da. Çavdêr vê yekê wekî nîşana kêmbûna baweriya gel dibînin. Her wiha hevgirtina elîtên desthilatdar ji berê kêmtir saxlem xuya dike. Piştî şerê 12 rojan dabeşbûn derketin holê; di navbera kesên ku banga xurtkirina kontrola ewlehiyê dikin û yên ku hewcedariya dayîna derfetên sînorkirî ji bo kontrolkirina hêrsê dibînin, vîzyonên cuda hene.
Derbarê îxtîmala derketina şerekî Îsraîlê li dijî Îranê di dema xwepêşandanan de, akademîsyenê Urdunî Dr. El-Haris El-Helalma ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re got, “Îsraîl pêşketinên li Îranê ji perspektîfeke ewlehiyê ve dişopîne. Ev yek bi zêdebûna rageşiya her du aliyan a piştî şerê 12 rojî, pevçûnên nerasterast ên li Sûriye û Lubnanê û gefên dubare yên Îsraîlê yên ji bo lêdana tesîsên mûşekî re hevdem e.
Ev rewş tebeqeyeke nû ya rageşiyê zêde dike û rejîma Îranê teşwîq dike ku retorîka xwe ya seferberiya navxweyî xurt bike. Lê belê, her rageşiyeke bi Îsraîlê re dikare bandoreke neyînî li ser rewşa navxweyî bike; ji ber ku rejîm dikare wê ji bo rewakirina zextên ewlehiyê bikar bîne, lê di heman demê de dikare nerazîbûna gel jî zêde bike heger Îranî hîs bikin ku ew bedela pevçûnek derveyî didin ku tu kontrola wan li ser nîne.”
Dr. Nebîl El-Etom, akademîsyenekî pispor di karûbarên Îranê de, ji ANF’ê re piştrast kir ku xwepêşandanên li Îranê bi sê rêyên gengaz re rû bi rû ne:
“Ev bijarteya ku rayedaran di piraniya pêlên berê de pejirandiye ye. Ev rê dibe ku bi awayekî demkî di aramkirina kolanan de bi ser bikeve, lê ew ê kokên krîzê çareser neke. Ev tê wê wateyê ku xwepêşandan dê di pêşerojê de bi hêztir vegerin.
Hikûmet dikare reformên sînorkirî, çi aborî çi civakî, bi armanca kêmkirina hêrsa gel pêşkêş bike. Lê ev bijarte bi astengiyên navxweyî yên têkildarî hişkbûna avahiya siyasî û zehmetiya dayîna tawîzan (ku wekî qelsî têne dîtin) re rû bi rû ye.
Rêya sêyem ku ya herî kêm îhtîmal e lê ya herî bibandor e, bi vebûneke siyasî ya berfirehtir tê temsîlkirin ku têkiliya di navbera dewlet û civakê de ji nû ve pênase dike. Lê ev bijarte lihevkirineke navxweyî hewce dike ku ev yek niha tune ye.
Derbarê pêşeroja tevgera xwepêşandanan li Îranê de, çavdêran piştrast kiriye ku faktorên ku agirê vê tevgerê gur dikin êdî bi rêbazên kevneşopî nayên kontrolkirin. Krîza aborî berdewam dike, zextên derveyî zêde dibin û nifşê nû yê li Îranê xwediyê rêbazên îfadekirin û rêxistinbûnê yên cuda ne.
Xwepêşandan êdî bi bûyerekê an herêmeke taybet re sînordar nînin, lê belê rewşeke nerazîbûnê ya giştî nîşan didin. Ji ber vê yekê, ev tevger ne tenê bertekeke li hember bûyerekê ye, lê îfadeya veguherînên kûr ên di civaka Îranê de ye. Bi zêdebûna zextên Amerîkayê û gefên Îsraîlê re, rewş tevlihevtir dibe û rejîmê dixe ber hilbijartinên dijwar. Di dawiyê de, rêya ku opozîsyon û dewlet dê tê de bimeşin, dê krîzê ber bi çareseriyekê an jî teqînekê ve bibe.”

