Li gor Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Îran tekane welat e ku xwedî rêjeya ji sedî 60’î ya dewlemendkirina ûranyûmê ye û tevî ku xwedî vê rêjeyê ye ne xwedî çekên nukleerî ye. Îran da ku bombeya atomê bi dest bixe, nêzî rêjeya hewce ya ji sedî 90’î bûye.
Li gor çapemeniya dewletê, tetbîqeta bi navê ‘Îqtîdar’ê ku bi farisî tê wateya hêzê, ji bo parastina tesîsa Natanzê tê kirin. Tetbîqat ji aliyê artêşa Îranê û Muhafizên Şoreşê ve hat kirin û derbarê gefên hewayî yên di şertên herba elektronîk de sîmulasyoneke berfireh dihundirîne.
Hat diyarkirin ku merheleya ewil a tetbîqatê, bi emrê baregeha parastina hewayî ve hatiye destpêkirin û bi hişmediya “parastina topyekun”nêzî ewlehiya tesîsê dibin.
Berdevkê Muhafizên Şoreşê Alî Mohammad Naynî anî ziman ku wê tetbîqat heta nava meha Adarê li herêmên cuda yên Îranê were lidarxistin û ev li dijî gefên nû yên li ser ewlehiyê wekî bersivekê ye. Di tetbîqetan de ji xeynî Muhafizên Şoreşê, hêzên behrî û mîlîsên Besîcê jî wê cih bigirin.
ÎHTÎMALA ÊRÎŞA DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ
Ev tetbîqatên leşkerî, rastî heman serdemê tên ku li ser bernameya nukleerê ya Îranê metirsiyên navneteweyî zêde bûne. Li gor nûçeya Axiosê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan diyar kiriye ku eger Îran hewla çêkirina çekên nukleerî bide, bijardeyên midaxeleyeke leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêşkêşî Joe Biden kirine.
Tehranê jî bertekeke tund nîşanî van gefan da. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Baqayî, planên êrîşê yên DYE’yê yên li dijî tesîsên nukleerî wekî “bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî” pênase kir. Îran dibêje ku bernameya nukleerê twnê xizmeta armancên sivîl dike û dê çekên nukleerî çêneke. Tetbîqatên Îranê yên leşkerî yên li derdora tesîsa Natanzê û planên îhtîmal ên êrîşên DYE’yê nîşan didin ku dibe ku li herêmê rageşiyan mezintir bike.