Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şia el Sûdanî ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Abdul Ganî û CEO’yê şîrketa BP’yê Murray Auchincloss ve peymanek hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku peyman ji bo nûjenkirin û pêşxistina 4 bîrên neftê yên li bakurê parêzgeha Kerkûkê yên Avana, Baî Hesen, Cembûr û Xebazê hatine îmzekirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lihevkirin di çarçoveya hewlên hikûmetê yên ji bo sermayeguzariyên guncaw di sektora enerjiyê de, bi armanca zêdekirina hilberîna neftê û veberhênana xazê li herêmê de hatiye pêkanîn.
Her wiha şîrketa enerjiyê BP di sektora petrolê ya Iraqê de xwedî roleke mezin e ku têkiliyeke şîrketê ya hê di salên 1920’î de û heya niha heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kerkûk di warê çavkaniyên neftê û dewlemendiyên binerd de yek ji parêzgehên herî dewlemend ên Iraq û Herêma Kurdistanê ye ku jêdereke girîng a dabînkirina berhemên neftê ye.
Ji sedî 90’î dahata Iraqê ji petrolê pêk tê. Lê belê tevî dewlemendiya petrolê ya zêde Iraq a ku bi dehan salan e lê şer heyî, ji bo dabînkirina pêdiviya enerjiyê hê jî girêdayî derve ye. Her wiha gendeliyên di warê petrolê de jî dibin sedem ku dahatên ji petrolê tên bidestxistin, pûç bibin.
Her wiha bi Îran û Tirkiyeyê re jî qaçaxçitiyeke mezin a petrolê tê kirin û dahata bi sedan milyar dolarî ya her meh tê bidestxistin, bêyî ku ji bo gel were xerckirin, tê dizîn û windakirin.