Yekşem, 2 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dîroka mirovahiyê dîroka komunan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş Oztel û Avci bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Mahîr Destîna li Çarqurnê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya ku ji bo şehîd Şiyar Destîna Zana hat danîn, di dorpêça polîsan de hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Îrfan Cûdî: Hevalê Şivan nirxekî mezin ê gelê û partiya me bû
Kurdistan

Îrfan Cûdî: Hevalê Şivan nirxekî mezin ê gelê û partiya me bû

Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Cûdî endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şivan Cîlo Gever bi bîr anî ku 16'ê Hezîrana 2023'an şehîd bû. Îrfan CÛdî got, "Hevalê Şivan ji bo partî û gelê me nirxekî mezin bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Yek ji fermandarên HPG’ê Îrfan Cûdî, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever (Yûnus Demîr) ku di 16’ê Hezîrana 2023’an de di encama êrîşa dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anî.

Îrfan Cûdî bi bîranîna hemû şehîdan di şexsê Şehîd Şivan Cîlo de dest bi gotinên xwe kir û anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin û soza xwe ya ku dabûn Rêber Apo û şehîdan careke din dubare kirin. 

Îrfan Cûdî bi bîr xist ku Şivan Cîlo bi ked û tevlîbûna xwe di tevgera Apoyî de derket pêş û bi giranî di xebatên leşkerî de cih girtiye û wiha got:“Heval Şivan, li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û xwe îspat kir. Di her qonaxên gerîlatiyê de cih girt; hevalekî mînak bû ku erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Dema me şehadeta wî bihîst, em gelekî xemgîn bûn. Hevalên ku ew nas dikirin, ji şehadeta heval Şivan gelekî bandor bûne. Bi vê wesîleyê, di serî de sersaxiyê ji malbata heval Şivan û tevahiya gelê me re dixwazim. Em ê li ser şopa hevalên ku di nava tevgera me de ewqas ked dane, nirxên mezin afirandine û ev rê ji me re nîşan dane, herin. 

Hevalên ku heval Şivan nas dikin, keda wî û têkoşîna wî esas digirin. Em ê kesayetî, ked, şervanî û fermandariya wî her dem ji xwe re bikin mînak. Em ê heta bigihîjin armanc û armancên xwe, li ser soza xwe ya ku me dabû hevalên xwe yên şehîd, bimînin. 

Dema ku mirov dibêje heval Şivan, welatparêzî, ked, fedakarî û wêrekî tê bîra mirov. Tiştên ku min di heval Şivan de dîtin, ev bûn. Her wiha dilnizmiya wî tê bîra mirov. 

Ew hevalekî Şemzînanî bû. Li herêmeke ku welatparêzî tê de gelekî xurt bû, hatibû dinê. Di xwe de jî welatparêziyeke wisa xurt afirandibû. Jixwe dema we heval Şivan nas bikira, we didît ku mirovekî welatparêz û girêdayî nirxên neteweyî ye. Ji ber ku taybetmendiyên gelê me yê Bakur, taybetmendiyên gelê me yê Rojhilat, taybetmendiyên gelê me yê Başûr di xwe de dihewand. Jixwe erdnîgarî û civaka ku lê mezin bû, destûr dida ku van taybetmendiyan bihewîne. 

Erdnîgariya ku lê mezin bû, tu carî welatparêzî û Kurdîbûna xwe winda nekiriye; li wir her dem têkoşînek pêşketiye. Dema Tevgera Apoyî derket holê jî heval Şivan ji vê tevgerê bandor dibe. Bêguman gelê me yê wê derê û ciwanên mîna heval Şivan hinekî bi şens bûn; ji ber ku gerîlatî li wan qadan dest pê kir û gelê me yê wê derê tevger zû nas kir. 

Heval Şivan jî digot ku hê di temenê zarokatiyê de tevger nas kiriye û jê bandor bûye. Di salên 90’î de ku tevgera Apoyî û gerîlatî pêş ket, tevlî refan dibe. Gerîlatî rêbazeke nû bû. Berê li Kurdistanê şer çêbûbûn lê gerîlatî, bi taybetî gerîlatiya Apoyî, li ser gel bandor dikir. Heval Şivan jî bi vî rengî tevlî bû. 

Dibe ku têkoşîna gerîla piştî salên 80’î dest pê kiribe lê wek tê zanîn bi taybetî di salên 90’î de li xeta Gever, Colemêrg, Şemzînan gihîşt asta serhildanan. Van faktoran jî tevlîbûna gerîla zêde kir. Heval Şivan di demek kurt de bi jiyana gerîla re adapte dibe. Di tevlîbûn û wergirtina erkan de geşedanên mezin pêk tîne. Ne tenê di aliyê leşkerî de, di aliyê hişmendiyê de jî bi nasîna partiyê û bi pêşxistina xwe, hişyar dibe. 

Mînak, di warê îdeolojîk de gihîştibû astekê, di warê rêxistinbûnê de berpirsiyarî girtibû ser xwe û di warê leşkerî de jî di asta herî jor de fermandarî kiribû. 

Heval Şivan demekî kurt çûbû dibistanê lê bi giştî xwe pêş xistibû û hişmend bûbû. Jixwe ji bo me xwendina li dibistana dijmin dibe ku di hin waran de avantajê peyda bike lê di warê welatparêzî, şoreşgerî û pêşengiyê de li dibistanan polîtîkayên asîmîlasyonê dihatin meşandin. 

Di partiyê de tişta girîng ew e ku tu çawa veguherî kesayetiyekê û tu bigihîje çi astê. Dibe ku heval Şivan ji aliyê teorîk ve zêde nexwendibû lê bi rastî jî mirovekî hişmend bû. Di warê hişmendiya partiyê, îdeolojiya partiyê, hişmendiya leşkerî û bi taybetî jî di warê taktîkên şer de hevalekî mînak bû; hema hema weke pirtûkekê bû. 

Hevalekî gelekî xwerû bû lê dema hûn pê re diaxivîn wekî akademîsyenekî diaxivî – hevalekî wisa bi hiş bû. Ev jî ji ku tê? Rêbertî dibêje, ‘Çiqas me pratîk meşand, ewqas jî em hişmend bûn; çiqas em hişmend bûn, ewqas jî me pratîk meşand.’ Heval Şivan jî di vî warî de hişmend bûbû.” 

‘LI QADÊN HERÎ ZOR DE XEBAT KIR’ 

Îrfan Cûdî anî ziman ku Şehîd Şivan Cîlo kesekî gelekî dilnizm bû û her kesê ku pê re maye ev yek dîtiye û wiha got: “Heval Şivan, di heman demê de hevalekî gelekî bi sebir bû. Bi taybetî li hemberî zorî û tengasiyan bi sebir tevdigerî. Jixwe mirovekî ku ne sebirkar û ne dilnizm be, ne pêkan e ku li wan qadan xebatê bimeşîne. 

Li Zagrosê, li Şemzînanê gerîlatî kir lê di heman demê de li qadên din ên Bakur jî pratîk meşand. Li qadên herî zor, yên herî bi tengasî xebat meşand. Demekê jî li qadên gerîla yên Rojhilat xebat meşand. Heta di salên dawî de pêşengî ji pêşketina gerîlatiyê li Rojhilat re kir, gelek qad bi xwe vekir. Li erdnîgariyeke mîna Kurdistanê ku pirzimanî, pirçandî ye, her ku çûya tu zorî nebû asteng ji wî re. Li Başûr jî bi heman awayî xebat meşand. 

Bi Şoreşa Rojava re çû qadên herî zor û di pêşketina şoreşê de rol lîst. Mînakî, di berxwedana Kobanê û di gelek pêngavên li Rojava de cih girtina wî ne tesadûf bû. 

Nemaze di salên dawî de, piştî sala 2020’an, heta di 10 salên dawî de dewleta Tirk a ku dixwest qirkirina li ser gelê Kurd bigihîne encamê, êrişeke dagirkeriya berfireh da destpêkirin. Piştî sala 2020’an li dijî êrişên li ser qadên Zap, Zagros, Avaşîn, heval Şivan di asta herî jor de erk girt ser xwe, berxwedan nîşan da û li ser vê bingehê erkên xwe bi cih anî. Ev ne tesadûf in. 

Çima ez van tînim ziman? Ji ber ku heval Şivan bi baweriyke mezin xebatên xwe dimeşand; bi moral, bi sebir û dilnizm bû. Ger şervan be, ger berpirsiyar be, di hemû erkên ku digirt ser xwe de bi awayekî fîzîkî wî bi xwe jî xebat dimeşand û bi vî awayî pêşengî ji hevalan re dikir. Di van mijaran de hevalekî mînak bû. 

Ji sala 2010’an şûn de derfet çêbû ku em bi hev re gerîlatî bikin lê berî wê gelek berê me hev nas dikir. Di sala 2000’î de heval Şivan çûbû Eyaleta Erziromê û li wir xebat dimeşand. 

Ew sal, salên zor bûn. Komploya Navneteweyî çêbûbû, hêzên me di sala 99’an de ji hin eyaletên Bakur vekişiyabûn. Her wiha pêvajoya ji nû ve avakirinê hatibû destpêkirin. Ji ber vê yekê tevgera me di pêvajoyeke zor re derbas dibû. 

Ji bo ku hêza me ya ku li Bakur mabû biguhere û pêvajoya nû fêm bike, diviyabû vekişiya. Hêzên ku perwerde didîtin, dîsa derbasî Bakur dibûn. Heval Şivan jî di van xebatan de cih digirt. 

Di sala 2000’î de di nava koma yekemîn de bû ku weke destek çû Bakur. Eyaleta ku di salên 1999-2000’î de me herî zêde tê de zorî dikişandin jî Eyalteta Erziromê bû. Di sala 2001’an de jî karê kuryetiyê dikir. Berpirsiyariya hevalên ku ji Eyaltetên Erzirom, Dêrsimê dihatin Başûr û yên ku diçûn wan eyaletan girtibû ser xwe. Ev xebat dimeşand. 

Em jî wekî komek heval di sala 2001’an de derbasî Eyalteta Erziromê bûn. Di wê pêvajoyê de me heval Şivan nas kir. Bi daxwaza xwe di xebatên kuryetiyê de cih digirt. 

Di sohbeteke me de wisa gotibû: ‘Dema em hatin eyaletê, hin hevalên me yên ku di van eyaletan de ne, deh sal in li vir in. Li Erziromê, li Dêrsimê hevalên ku deh sal in erkê dikin hene. Pêvajoyeke nû pêş ket, lewma divê di van hevalan de jî guhertin çêbibe.’ 

Jixwe piraniya hevalên me yên ku ji Bakur tevlî bûbûn bi giranî li Bakur mabûn. Hemû perwerdeyên xwe li wir girtibûn. Yanî derfeta van hevalan nebûbû ku perwerdeya Rêbertî û perwerdeyên li Başûr bibînin. Piraniya hevalan Rêbertî û hevalên di rêveberiya me de nedîtibûn; heta yên ku bêyî dîtin şehîd bûn jî hebûn. Heval Şivan jî behsa vê yekê kiribû û wiha gotibû: ‘Dema min ew heval dîtin, min gelekî rêz ji wan re girt. Helal be, deh sal in li van qadan gerîlatî dikin, xwe perwerde dikin lê dîsa jî hevalekî me yê Konseyê an jî hevalekî me yê fermandar ê asta jor nedîtine.’ 

Partiyê jî derfet çêkiribû; êdî diviyabû ew heval biguherin. Heval Şivan jî xwe berpirsiyar dîtibû, pêşniyarî fermandarê eyaletê kiribû û bi dilxwazî di xebatên kuryetiyê de cih girtibû.” 

‘HEVALEKÎ KU BAWERÎ DIDA MIROV BÛ’ 

Îrfan Amed anî ziman ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şehîd Şivan Cîlo Gever her tim berpirsiyarî girt ser xwe û destê xwe xiste bin kevir û wiha got: “Di heman eyaletê de çar pênc salan me bi hev re xebat meşand. Heval Şivan hevalekî ku her tim berpirsiyarî digirt ser xwe bû. Piştî ku ji eyaletê hat, li Başûr jî bi heman awayî berpirsiyarî girt ser xwe. 

Di salên 2000’î de herî kêm deh kom ji Bakur anîbûn Başûr û dîsa biribûn. Ev tiştekî ne hêsan e. Hatina komekê ji qada Erziromê heta qada Serhedê carna digihîşte panzdeh rojan. Wê demê hinekî bêmoralî jî hebû, dijmin jî dema derfet didît, êriş dikir. Gelek komên me di sala 99’an de li wê xetê şehîd jî ketin. 

Di komên ku heval Şivan wê demê dişandin de yek windahî jî çênebûbû. Koman bi serkeftî digihand qadên wan. Dema di sala 2001’an de em gihîştin Serhedê, berf barîbû. Li Geliyê Zîlanê me heval Şivan dît. Em derbas bûn, heval Şivan jî piştî ku koma dawî derbas kir, wê biçe Rojhilat û ji wir jî vegeriya Başûr. 

Heval Şivan hevalekî gelekî fedakar bû. Tu carî negot, ‘Bi rojane em di rê de ne, em westiyayî ne, em hinekî bêhna xwe vedin.’ Jixwe got, ‘Em dereng man, divê em tavilê herin.’ Hem berpirsiyar bû hem jî keda mezin dida; nizanibû westîn çi ye. 

Tevger, axaftin û şêwaza wî bawerî dida mirov. Dema em cara yekemîn rastî hev hatin ev bawerî di min de çêbûbû. Dema ku em birin eyaletê, em bêrawestan her şev meşiyan; bê îstîsna heta sibê meşiya. Tu carî ne westîna xwe, ne jî tengasiya xwe an jî pirsgirêka ewlehiyê ji me re neanî ziman. 

Di sala 2004’an de ji Eyalteta Erziromê hate Başûr. Wê demê me hev baştir nas kir. Heval Şivan yek ji wan hevalan e ku di salên ku ez li Eyalteta Erziromê mam de min herî zêde alîkarî û piştgiriya wî dît. 

Dema pêwîst bû şervanî dikir, dema pêwîst bû kuryetî dikir, dema pêwîst bû diçû kamp datanî, dema pêwîst bû jî diçû çalakî dikir. Di vî warî de her tim di asta herî jor de erk û berpirsiyarî digirt ser xwe. 

Heval Şivan tenê fermandar nebû; di heman demê de erkên şervanî û kuryetiyê jî bi cih dianî. Plansaziya xwe dikir, sê hevalên xwe digirt ba xwe û diçû erkê. Mirov digot qey ew fermandarê tîmê yê wan hevalan e. Bi vî awayî pêşengî ji wan hevalan re jî dikir. 

Di pratîkê de, di jiyanê de, di çalakiyan de û di her erkê de pêşengî dikir. Ji ber vê yekê hevalên ku li gel heval Şivan bûn, zorî nedidîtin. Hemû hêzên me ji ber ku li gel heval Şivan bûn, kêfxweş bûn. Ji ber ku kesekî sebirkar bû; li kêmasiyên hevalan tavilê bertek nîşan nedida, tehemul dikir. Lê carna jî hêrs dibû, wê demê jî diteqiya. Hevalan jî digot, ‘Heke heval Şivan hêrs bûbe, wê demê sebra wî jî têra me nekiriye’ û li hev diciviyan. 

Wekî min got, wê demê hin hêzên me ji Bakur vekişiyabûn lê bicihbûna li eyaletan li ser bingehê pêvajoya nû ji bo me rewşeke nû bû. Di destpêka wê pêvajoya li Bakur de heval Şivan cih girt. Di warê perwerdekirin, guhertin û bicihkirina hêzan de di her eyaletê û di her qonaxê de erk girt ser xwe. Û got ku keda mezin da”. 

‘LI HER QADA KU DIÇÛYÊ HEM LI SER GEL HEM JÎ LI SER HEVALAN BANDOR DIKIR’ 

Îrfan Cûdî destnîşan kir ku Şehîd Şivan Cîlo di her qada ku lê bû de hemû erkên ku digirt ser xwe bi serkeftî bi cih anî û got: “Heval Şivan hem di warê jiyanî hem jî di warê rêxistinî de pratîkên xurt dimeşand. Aliyê wî yê pratîk zêdetir bû; di heval Şivan de rewşeke ‘em bi rojan rûnên û nîqaş bikin, nirxandin an jî amadekariyê bikin’ tunebû. Dema xebatek çêdibû, tavilê hevalên li kêleka xwe jî rêxistin dikir û diçû erkê. Gelek caran ez bi xwe jî şahidê van rewşan bûm. 

Hevalekî zêde nediaxivî bû lê sohbet, henekan û şêwaza wî ya bi hevalan û gel re cuda bû. Bi her kesî re têkilî datanî û bi vî awayî li ser yê li hemberî xwe bandor dikir. 

Mînakî, li Eyalteta Erziromê, girseya me ya Dêrsim, Çewlîg, Erzirom û Serhedê hebû; gundî ji heval Şivan gelekî bandor dibûn. Şivanek wî didît, bandor dibû, dema diçû gundekî gundî bandor dibûn. 

Demekê li Rojhilat xebat meşandibû. Hevalên wê derê digotin, gelê Rojhilat jî ji heval Şivan gelekî bandor bûye. Ev tê wê wateyê ku di bingehê de mirovekî wisa bû. Li herêma Gimgimê li cihekî veşartî mabûn; êvar bû em rastî şivanekî hatin. Normal de heval Şivan digot, dema em ji vir derbas dibin bila tu kes me nebîne lê çawa bûbe, rastî şivan hatibû. Şivanê wî gundî, hema ku heval Şivan dîtibû, hatibû û pê re sohbet kiribû. 

Dema ew hatin cem me, me ji heval Şivan pirsî, ‘Kengî em herin?’ Got, ‘Şivanê vî gundî pezê xwe li cem me hiştiye û çûye gund. Got, ez ê tiştên ku hûn hewcedar in ji we re bînim, lewma bisekinin.’ Me jî got, ‘Nanê me heye, hewcedariya me bi tiştekî nîn e.’ Heval Şivan jî got, ‘Mesele cuda ye.’ Texmîna min koma heval Şivan berî wê jî ji wir derbas bûbû û ji şivan hin tişt xwestibûn; wê demê şivan ji wan bawer nekiribû, tirsiyabû û gotibû ‘nîn e’ û hwd. Heval jî dengê xwe nekiribûn û çûbûn. 

Lê belê piştî ku heval çûbûn, gur ketibûn nava pez û hin pez mirar bûbûn. Wî şivanî jî digot, ‘Ev heval bûn, ji min tiştek xwestin, min bi cih neanî. Min xeletiyek kir ku Xwedê jî ez ceza kirim. Di nava ewqas pez de çima hat, pezê min kuşt?’ 

Dema em jî ji wir derbas bûn, heval Şivan bi tesadûfî dîsa rastî şivan hat. Jixwe şivan tavilê hatibû, heval Şivan girtibû û lêborîn xwestibû. Hevalan jî pirsîn, ‘Çi bûye?’ Şivan jî gotibû: ‘Cara din, çend meh berê hûn ji vir derbas bûbûn, we ji min tiştek xwest, min bi cih neanî. Lê piştre Xwedê ez ceza kirim. Piştî hûn çûbûn, gur ketin nava pêz. Vê carê ez ê we bi tu awayî bernedim; bila pezê min li vir bimîne, bila nîv saetê bimînin ez ê herim gund û ji mala xwe ji we re hinek tişt bînim û deynê xwe bidim.’ 

Heval Şivan got ku ne pêwîst e, nanê me heye û hwd lê çi kiribûn û nekiribûn jî şivan çûbû gund û nan û hwd anî. Piştre me rêya xwe domand. Yanî heval Şivan aliyekî wisa gelperwer hebû. Li ser gundiyan bandoreke wisa dikir,” diyar kir. 

‘DI XEBATÊN XWE DE HER TIM SERKEFTIN ESAS DIGIRT’ 

Yek ji fermandarên HPG’ê Îrfan Amed anî ziman ku Şehîd Şivan Cîlo di warê leşkerî de jî xwe gelekî pêş xistiye û di dawiyê de ev tişt anî ziman: 

“Heval Şivan beşdarî her qonaxên şer bû, fermandarî kir. Bi taybetî di pêvajoya Rojava de şer hîn zêdetir mezin bûbû; berpirsiyariya wan pêngavan girt ser xwe û fermandarî kir. 

Dema me bihîst ku di pêvajoya Rojava de li wir e, me zanibû ku ew ê serkeftî be. Di salên dawî de jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê erk kir. Car caran em di civînan de li hev kom dibûn, me bi hev re xebat dimeşand. Di rewşeke hîn zêdetir bi hişmendî, hîn zêdetir berpirsiyarî digirt ser xwe, gihîştî û bêqisûr de bû. 

Deh salên dawî di dîroka me ya gerîla de cuda ne. Bi taybetî ji sala 2020’an ve şerê ku dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya NATO û alîkariya îxanetkarên Kurd li Zap û Avaşînê dabû destpêkirin ne normal bû. Heval Şivan di şerên van qadan de berpirsiyar bû û fermandarî kir. 

Çend zivistan em bi hev re man. Di warê xwendinê de xwe kêm didît; mînak, heta ku zivistan xilas dibû bê îstîsna her tim pirtûk dixwend. Ji xeynî demên perwerdeyê, di wexta xwe ya vala de heta nîvê şevê pirtûk dixwend. Gelek caran ez şahidê vê yekê bûm. Rast be, em çiqas behsa heval Şivan bikin kêm dimîne. 

Divê em taybetmendiyên kesayetiya heval Şivan teqez bînin ziman û ji bîr nekin. Di xebatên xwe de her tim serkeftin esas digirt; ji xeynî vê yekê tiştekî din tu carî qebûl nedikir. Bila şaş neyê fêmkirin, yanî ne xebata mezin an jî piçûk, di her xebata ku dikir de bêqisûr bû. Ji ber vê yekê jî tu carî têkçûn qebûl nedikir. 

Di salên dawî de em bi hev re tevlî civînekê bûn. Der barê hin mijaran de rexne hebûn, bi taybetî li ser pratîkên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Heval Şivan jî zanibû ku hin kêmasî hene; lewma di nirxandinên xwe de zorî dikişand. Bi taybetî li platformê gelekî zorî kişandibû û wisa digot: ‘Ez vê rewşê qebûl nakim, ez ê teqez telafî bikim.’ 

Israr dikir û nedixwest erka xwe nîvcomayî bihêle. Ji ber vê yekê tu carî têkçûn nedipejirand. Heval Şivan nirxekî partiya me û gelê me bû. Di şoreşa Apoyî de nirxên mîna heval Şivan derketin. Windahiyên wan gelekî giran in; bêguman cihê wan nayê dagirtin lê em dizanin ku nirxên ku wan afirandine, mayînde ne. Jixwe em jî li ser vê bingehê têkoşînê dikin. Heval Şivan jiyan û têkoşîna xwe bi awayekî bêkêmasî domand. 

Erka me ye ku em heval Şivan nas bikin, ji xwe re bikin mînak û li ser vê bingehê girêdana xwe ya bi şehîdan re xurt bikin. Hevalên şehîd ên mîna heval Şivan erkên xwe bi serkeftî bi cih anîn. Piştî vê yekê encamgirtina têkoşîna ku wan afirandiye ji bo me ferman e. Em dikarin girêdana xwe ya bi şehîdan re tenê bi vî awayî biçepisînîn. 

Em xwe gelekî bi şans dibînin ku me bi hevalekî mîna heval Şivan re hevaltiyê kir. Em ê heta dawiyê girêdayî keda wî û hemû şehîdan bin. Em ê tu carî çekên şehîdên xwe li erdê nehêlin. 

Em ê heta ku bigihîjin armancên wan, heta ku rêberek azad, gelek û welatekî azad çêbibe, li ser soza ku me daye şehîdan bimînin. Li ser bingeha soza ku me daye rêbertiya xwe, em ê heta dawiyê li ser xeta rêbertî bimeşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn
Nûçeya Pişt re Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîtaneke evîndara azadiyê: Şehîd Raperîn Reşîd

Raperîn Reşîd ku heta kêliya dawî derbên giran li dijmin xist û tevlî karwanê şehîdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa ÎSÎG’ê: Meha Îlonê herî kêm 206 karker mirin

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser kuştina karkeran a…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl cara yekemîne ‘Qubeyê Hesin’ a deryayî ya nû bicih dike

Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê ragihandibû ku wan sîstema parastinê ya nû ya "C-Dome", cara yekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?