Berdevkê artêşê Avichay Adraee li ser X’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bombe li biryargeha giştî ya artêşa hikumeta demkî ya li Şamê barandine.
Berdevk ragihand ku Îsraîl çalakiyên li hemberî welatiyên Durzî yên li Sûriyeyê dişopîne û Îsraîl li hemberî senaryoyên cuda di nava amadekariyê de ye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê serê sibehê hişyarî dabû ku eger hêzên Şamê xwe ji wîlayeta Suwêdayê venekişîne wê êrîşên Îsraîlê zêde bibin û wê ji bo parastina hindikahiya Durzî bikeve nava liv û tevgerê.
Îsraîlê her wiha biryar da ku hêzên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde bike.