Qibrisê ragihand ku ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê ji Îsraîlê pergala parastina hewayî kirî.
Li gorî agahiyên medyaya herêmî, beşa yekemîn a pergala parastinê roja sêşem hat radestkirin.
Serokkomar Nikos Christodoulidis got, “Tenê ne ji ber ku em welatekî dagirkirî ne, ji ber ku em xwedî girîngiyeke jeo-stratejîk in û endamê Yekîtiya Ewropayê ne, ji bo hêza xwe ya astengkirinê zêde bikin çi pêwîst be em ê bikin û dikin jî.”