Reuters’ê di nûçeya xwe ya spartî îstixbarata DYE’yê de îdîa kir ku hedefên şer ên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser Ûkraynayê nehatine guhertin û niyeta Moskowê ya berfirehbûna ber bi Ewropayê ve didome. Lê belê rêveberiya DYE’yê bi rengekî tund ev îdîa derewand.
Dîrektora Îstîxbarata Neteweyî ya DYE’yê Tulsî Gabbard nûçeya Reuters weke “derew û propaganda” pênase kir û îdîa kir ku bi vê nûçeyê armanc ew e ku hewldanên Donald Trump ên ji bo bidawîkirina şer asteng bikin.
Li gorî Gabbard îstixbarata Emerîkayê dinirxîne ku Rûsya naxwaze bi NATO’yê re bikeve şerekî rasterast û di vê qonaxê de nexwedî wê kapasîteya leşkerî ye ku temamiya Ûkraynayê yan jî Ewropayê dagir bike.
Reuters’ê di nûçeya xwe ya spartî 6 çavkaniyên cuda yên îstixbaratê de ragihand ku nirxandinên li Washingtonê ji sala 2022’yan ve nehatine guhertin û Pûtîn armanca xwe ya bi temamî kontrolkirina Ûkraynayê, didomîne.
Nîqaş di demeke welê de derket holê ku li Floridayê di navbera nûnerên DYE, Rûsya, Ûkrayna û Ewropayê de muzakere didomin. Derdorên nêzî Trump îdîa dikin Moskow aştiyê dixwaze, daxuyaniyên bi nakok ên Kremlînê jî nediyariyê zêde dike.
Li aliyê din, Rûsya hîna nêzî ji sedî 20’ê xaka Ûkraynayê kontrol dike, ev yek mijara herî krîtîk a muzakereyan e.
Serokkomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy piştrast kir ku pêşnûmeya muzakereya dawî li pêşberî garantiya ewlehiyê tawîzên xakê jî digire nava xwe. Tê payîn ku hevdîtin vê hefteyê li Floridayê bidomin.

