Sosyalîzm tevger û îdeolojiyeke civakîbûnê ye. Li gel ku dîroka destpêkirina sosyalîzmê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e jî ji aliyê hêzên ku dîrok nivîsandine ve weke pêleke îdeolojîk a piştre derketiye hate pênasekirin.
Piştî ku tecrûbeya reel sosyalîst lê hate zêdekirin, sosyalîzm weke sîstemeke dewletê ya piştî kapîtalîzmê rû da, hate nîşandan. Li gorî vê îdîayê ku di nava klasîkên marksîst de jî cih digire, kapîtalîzm wê hilweş e û li şûna wê sosyalîzm wê bê; piştre jî wê derbasî qonaxa komunîzmê bibe. Lê belê rastî û pratîkên qewimîn nîşan didin ku bi vî rengî nîne; ev fikir lawaz û di cih de nîne.
Rêber Apo ji ber vê yekê di karê xwe yê demdirêj û fikrê xwe yê îdeolojîk de ev feraset red kir; destnîşan kir ku dîrok bi têkoşîna çînan destpê nekiriye, çîn piştre rabûn û bi taybetî jî bi keşifkirinên nû yên dîrokî re eşkere bû ku dîroka mirovahiyê bi komunan destpê kiriye.
Rêber Apo ku pênaseya heyî ya komunan qebûl nake, diyar kir ku komun ne tenê jiyana hevpar a civatekê ye, di heman demê de dikar bibe hevparebûna her kesên li wê erdnîgariyê.
‘KOLHOZ’ ÊN SOWYETAN BI ASTENGIYÊN BUROKRATÎK HATIN TINEKIRIN
Tecrûbeyên herî girîng ên komunê yên ji bo sosyalîzmê di dema Yekîtiya Sowyetan de rû dan. Bi rêya avaniyê ku jê re ‘Kolhoz’ dihate gotin, li her devera Yekîtiya Sowyetan rêxistinî hate kirin. Kolhoz ku gel bi temamî tevlî dibûn û li gorî fikra Lenîn bingeha desthilatdariya gel bûn, piştî demekê kete destê burokrasiya Sowyetê; veguherî wê amûrê ku fikir û biryarên wê li ser gel hatin ferzkirin.
Yekîtiya Sowyetan ku ji aliyê Lenîn ve weke rêxistiniyeke komunê hate birêxistinkirin, bi demê re veguherî welatekî li ber destê çîneke elît û rêveber; bû welatek ku çîna karker, bindest û her beşên civakê kir yek tîp.
Lenîn têgeha ‘Sowyetê’ bi wateya komunê bi kar anî, lê her çend weke ‘komara komunan’ fikirî jî nêzîkatiya burokratîk a piştre hate nîşandan, israra ‘bûyîna dewletê’ komunbûyîn ji holê rakir. Li şûna wê jî weke karîkatureke nebaş kolhoz man, ku ji aliyê wan serokan ve hate birêvebirin ku bi destê burokratan ve hatin tayînkirin.
Hem berî hem jî piştî şoreşa ku Mao li Çînê kir, tevgerên komun ên li her devera Çînê ava bûn li pêşberî sîstema kastê ya feraseta reel sosyalîst têk çûn. Ev komunên ku weke ‘Komunên Gel’ hatin birêxistinkirin û yekîneya herî biçûk a rêxistinbûyî ya şoreşê bûn, piştî demekê bû dîlê nêzîkatiyên burokratîk ên Partiya Komunîst a Çînê; veguherî asteke welê ku tenê biryarên Partiya Komunîst a Çînê li gel ferz bike.
ISRARA LI SER DEWLETÊ LI DIJÎ NÊZÎKATIYA KOMUN E
Di heman demê de li Kubayê jî komunên beriya şoreşê ji aliyê Partiya Komunîst a Kuba ve hatin avakirin, di rewşa heyî de bûne saziyên gelekî lawaz. Ji feraseta sosyalîst a zanistî yan jî reel re bûne qurban. Ev yek jî bû sedem; sosyalîzm ku îdeolojiyeke gel e li ser qalibên jiberkirî bibe dewlet. Sosyalîzma dewletbûyî jî tenê dibe kopyayeke nebaş a kapîtalîzmê.
Ji ber şaşitiyên pratîkî yên sosyalîst ên heta niha hatin kirin, di nava gel de baweriya bi sosyalîzmê kêm bû.
Eger pratîkên komun ên vê serdemê bêne lêkolîn, wê were dîtin ku tecrûbeyên komunan ên herî serketî di nava pratîkên sosyalîzmê de ew mînak in ku çîneke rêveber neafirîne. Du tecrûbeyên herî girîng ên vê serdemê jî ew avanî ne ku li şûna afirandina sîstemeke kastê, rêxistiniyên bi rêveberiya gel in.
Herêmên Xweser ên Zapatista yên li Meksîkayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Rojava hem ji bo vê serdemê hem jî ji bo paşerojê mînakên komunan e.
HERÊM – ŞAREDARIYÊN XWESER ÊN ZAPATISTA
Raperîn û berxwedana ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Ciapas ku ji aliyê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatisat ya li Meksîkayê (EZLN) ve hate destpêkirin û weke Raperîna Chiapas (Zapatista) derbasî nava rûpelên dîrokê bû, îro weke Şaredariyên Xweser ên Zapatistayê têkoşîna xwe dewam dike; di nava netewe dewletekê de ya weke Meksîkayê bi xweseriya xwe ji bo jiyaneke azad têdikoşe.
Zapatista li şûna avakirian welat an jî dewletekê, ji bo wê yekê têdikoşin ku li xaka lê ji dayik bûne bi rengekî azad, bi ziman, bawerî û çanda xwe bijîn. Bi rêya komunên ji bo vê armancê jî xwe bi rê ve dibin û şaredariyên xwe didin xebitandin.
Ev civak, ji ber ku dewletek an jî sînorekî wan ê fermî nîne weke ‘civakên bi tevger’ têne pênasekirin. Li hemberî nêzîkatiya mêtinger a dewleta Meksîkayê hem bi çekdarî hem jî bi siyasî têdikoşe; ragihand ku wê çekan tenê bi armanca xweparastinê bi kar bîne û rêveberiya xaka xwe xistin destê xwe.
Zapatista îro bi sîstema xwe ya xweparastinê li qadên xwe yên jiyanê xwe bi rê ve dibin, bi vî rengî yek ji wan deveran e ku feraseta sosyalîzma dema nû afirandiye.
Divê mirov hinekî din qala mînaka Zapatistayê bikin; ji ber ku pêvajoya bi Raperîna Zapatista destpê kir û weke herêma Şaredariyên Xweser ên Zapatista dewam dike, yek ji mînakên girîng ên feraseta sosyalîzma nû ya li cîhanê ye.
Piştî Raperîna Zapatistayê gava herî girîng a li ser jiyana li herêmên xweser û rêxistiniya gel a ku biryarên xwe bi xwe didin, bicihanîna mantiqê ‘rêxistiniya pehn’ û ‘demokrasiya muzakereyê’ ye ku ji aliyê Rêber Apo ve îro li Kurdistanê û Tirkiyeyê weke lingê herî girîng ê têkoşîna sosyalîzmê tê nîşandan.
Alîkarê Fermandarê Zapatista Marcos sala 2005’an Deklarasyona Şeşemîn weşand û tê de bi van gotinan qala pêvajoya demokratîkbûna rêxistiniya komunan kir:
“Pêkhateya siyasî û leşkerî ya EZLN demokratîk nebû, ji ber ku ew artêşek bû. Me dît ku li asta herî jor hebûna artêşê, li asta herî jêr jî ya hebûna ya demokratîk baş nîne. (…) Hîn baştir bû ku her tişt di heman astê de bûya, leşkerî nebe. Zapatista ji bo kes êdî nebe leşker bûbûn leşker. Me karîbû avaniya leşkerî ji rêgehên demokratîk û xweser ên rêxistiniya li komîteyên Zapatistayan cuda bikin. Bi vî rengî biryarên ji aliyê EZLN ve berê dihatin wergirtin û çalakiyên wê, hêdî hêdî radestî otorîteyên li gundan bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin, hate kirin.”
Li nava Şaredariyên Xweser ên Zapatistayê ti hêzeke Artêşa Zapatista nîne. Li gorî Destûra Bingehîn a wan, ti fermandar an jî endamên EZLN’ê nikarin li qadên siyasî erka xwe bi kar bînin an jî li nava saziyên îdarî cih bigirin. Şaredarî ji aliyê meclîsên xweser ve têne birêvebirin û bi esasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, birêxistinkirina jiyana rojane û bikaranîna bi rengekî azad a çand û zimanê xwe hatine avakirin.
Li herêmên xweser, her kesên dibin 12 salî xwedî wî mafî ne ku tevlî meclîsan bibin an jî beşdarî pêvajoyê wergirtina biryaran bibin. Li gel vê yekê li gorî esasê lihevkirin û hevparîbûnê ku hîmê bingehîn ê demokrasiya muzakerevan e, biryarwergirtin yek ji pîvanên herî girîng e. Di mijara bicihanîna vê pîvanê de israr dewam dike. Ji bo her pirsgirêk û pêşniyara li herêmên wan mafê her kesî heye ku gotina xwe bibêje û tevlî asta biryardanê bibe.
RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nava raya giştî de weke Rojava tê naskirin yek ji mînakên pratîkî yên feraseta sosyalîzma dema nû ya rêxistiniya komun e. Raperînên li Sûriyeyê destpêkirin, bi taybetî avaniya komun a ku Kurdan di dema êrişên DAÎŞ’ê û rejîma Esad de ji bo parastina herêma xwe ava kirin, îro deh sal li pey xwe hişt.
Pêkhatina pêngaveke bi vî rengî ya şoreşgerî ku yekemcar li Rojhilata Navîn pêk hat, li gel hewldanên tinekirinê jî weke nîşaneya pratîkî ya fikrê rêveberiya gel bi xwe, demokrasiya muzakerevan û rêxistiniyeke pehn a Rêber Apo nîşan da ku serketî ye.
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro weke cihekî ku hêviya gelên Sûriyeyê, xeyalên jiyana hevpar lê pêk hatiye, bûye navendek ku gelên Sûriye û Rojhilata Navîn berê xwe dane wê. Ji ber ku di nava Rêveberiya Xweser de modela rêxistiniya pehn bicih tê anîn, îro çîneke xwe ya rêveberan nîne. Li şûna wê gel rêveberên xwe bi xwe hildibijêre, li ser jiyan û çarenûsa warê xwe biryara hevpar dide.
Rêveberiya Xweser ku xwe bi vê ferasetê birêxistinkiriye îro li cîhanê tê naskirin û li ser paşeroja Sûriyeyê hem bi HTŞ’ê re hem jî bi hêzên din re nîqaşan dike. Ev yek jî nîşan dide bê israra Rêber Apo ya li ser komunan çiqasî rast e.
TECRÛBEYÊN KOMUNAN ÊN LI CÎHANÊ HÎN JÎ DEWAM DIKIN
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Federation of Neighborhood Counccils-el Alto – Bolîvya
Marinaleda Spanya
Popular Indigeno us Council of Oaaxaca Ricardo – Meksîka
Şaredariyên Xweser ên Asi Zapatista – Meksîka
Barcelona’s Squatters Movement – Spanya
Dignity Village – Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê
Barbarcha – Cezayîr
Villa de Zaachila – Meksîka
Zone to Defent – Fransa
Cheran – Meksîka

