Çarşem, 4 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê hevşaredar hatin hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê êrîşî avahiya NY’ê ya berê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buşra Yenturk: Jin wê li dijî tundî û newekheviyê têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ber bi 8’ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Bi pêngava “Niha dema jinê ye” wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji bo 25’ê Mijdarê jin daketin qadan
Jin

Ji bo 25’ê Mijdarê jin daketin qadan

Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de di gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin ba hev, banga di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan.

WAN

Li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Girtîgeha Wanê daxuyanî hate dayin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tecrîd û tundiya li girtîgehan, jin, jiyan, azadî”  hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Nûrhayat Polat ve hat xwendin. 

Nûrhayat polat anî ziman ku di hemû qadên jiyanê de li dijî jinan tundî tê kirin û wiha got: “Ev tundî, çavkaniya xwe ji şer digire.” Nûrhayat Polat şerên li seranserî cîhanê bi bîr xist û bal kişand ser biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê yên derheqê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Şerîfe Muhammed û aktîvîstên din. Nûrhayat Polat destnîşan kir ku ev jin ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê hedef hatine girtin. Nûrhayat Polat, bilêv kir ku weke tevgera jinên kurd ew bi dirûşma “Em tundî û tecrîda li girtîgehan qebûl nakin” ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û wiha domand: “Dê nekarin têkoşîna me di nava çar dîwaran de dîl bigirin û em ê li dijî girtin, binçavkirin û zextan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta mêrserdest hemû destkeftiyên jinan hedef digire. Em jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin bikin. Dê jiyana azad bi jinên azad bibe, civaka azad jî bi têkoşîna hevpar a jinan ava bibe.” 

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 

MÊRSÎN

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê jî bi heman boneyê li Taxa Karaduvarê ya navçeya Akdenîzê bi jinan re civiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê û gelek kes tev li bûn. Di hevdîtinê de girîngiya 25’ê Mijdarê hate vegotin.  Serdan, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 

EDENE

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê stant vekr. Gelek kes çûn serdanê. Jinan, belavok belav kirin û ji bo meşa 25’ê mijdarê ku dê saet di 18.00’ê de ji Qada Ugur Mumcu ber bi Parka Ataturkê ve were lidarxistin banga tevlibûnê kirin. 

ERZIROM

TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê “Atolyeya Zayenda Civakî” li dar xist. Gelek kes tev li bûn. Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica di atolyeyê de bal kişand ser rolên zayenda civakî û zıhniyeta nêrza vegot. 

AMED

Bi pêşengtiya TJA’yê li gorên jinên hatin qetilkirin ên li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê hatin ziyaretkirin. Jinan, qurnefîl danîn ser gorên jinan. Meryem Soylu li ser gora Fermandara YJA Starê Hulya Eroglû (Delal Amed) axivî û ev tişt anî zman: “Her roj jin tên qetilkirin. Li ku derê dibe bila bibe divê em xwedî li jinan derkevin. Em vê zilma li jinan tê kirin qebûl nakin.” Di heman demê de gora xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da jî hate ziyaretkirin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jinan bi dirûşmeya “Em dev ji jiyan û mafên xwe bernadin” panel li dar xistin. Siyasetmedar Çaglar Demîrel û parêzer Elîf Tîrenç Îpek beşdarî panelê bûn. Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanli di panelê de axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinê li her qadê xwe dide der û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî vê. Piştre Çaglar Demîrel axivî û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê vegot. Demîrel bal kişand ser dîroka têkoşîna tevgera jinên Kurd û diyar kir ku namûs ne li ser bedena jinê ye, di ax û azadiya wê de ye. Parêzer Elîf Tîrenç Îpek jî girîngiya Peymana Stenbolê vegot. 
Panel bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê ji girtiyên jin ên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên girtin re qert şandin. Jin li salona konferansê ya Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê li hev civiyan û banga mezinkirina têkoşînê kirin. Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek jinên pêkhateyên platformê beşdarî çalakiyê bûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
Nûçeya Pişt re Gelên kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê

Rojnamevan Egîd Sîrwan endamên HPG-NRÇ’ê Aso Baran, Şîlan Ezgî, Tufan Sefkan, Azad Serxwebûn û Firat…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Ev peyman dikare destpêkek be û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?