Parêzerên rojnamevan Gulîstan Dûrsûn, Hayrî Tûnç, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip û nûçegihana Mucadele Bîrligî Serpîl Unal ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “dijerketina qanûna hejmar 2911’an a têkildarî civîn û xwepêşandanan” hatibûn binçavkirin, beşdarî lêkolîna mehane bûn.
Parêzeran diyar kirin ku tevî ku rojnamevan ev mehek e di girtîgehê de ne jî derbarê dosyaya wan de tu kiryar nehatiye kirin û dan zanîn ku azadiya çapemeniyê û mafên civîn û xwepêşandanê hatine binpêkirin.