Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîma cenaze yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Telet Ferhan Silêman ê ku 11’ê Adara îsal şehîd bû, şervanên QSD’ê Murdem Girê Spî (Îshaq Ehmed), Necem Çekdar, Ehemd Leys û Seqir ên ku 18’ê Çileya îsal di berxwedana rûmetê de li Dêrazorê şehîd bûne, li dar xist.
Merasîm li Pakrewangeha Delîl Saroxan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen axivî û got, gelê ji bo parastina maf û erdê xwe bi hezaran şehîdan dane û keda şehîdan dê çiraya têkoşînê bidomîne.
Mihyedîn Hesen anî ziman ku meha Adarê gelek êş ji gelê Kurd re anîn, lê di heman demê de meha berxwedanê ye û got, gel dê heya dilopa dawîn a xwînê şopdarê rêya şehîdan be û welatê xwe biparêze.
Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişloyê Şêrzad Qamişlo anî ziman ku dê dev ji rêgezên ku di rêya wê de şehîd hatine dayîn bernedin.
Her wiha destnîşan kir ku dê parastina gel û herêmê bidomînin û got, her şehadetek, îradeya gel û piştevaniya malbatên şehîdan israra şervanan a domandina têkoşînê zêdetir dike.
Bi navê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişloyê Mele Elî Resul jî bal kişand ser nirxên şehîdan di olan de û got, şehîd li ba Xweda zindî ne.
Mele Elî Resul soza domandina xeta şehîdan û parastina nirxên ku ji bo wê şehîd bûne da.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşman hatin veşartin.

