Yekşem, 14 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Elman: Pergala nenavendî alternatîfa herî guncaw e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Meşa di rêya şehîdên me de wê pîvana me ya bingehîn be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji bo aştiyê divê zimanê zikmakî di zagonan de bê misogerkirin’
Rojane

‘Ji bo aştiyê divê zimanê zikmakî di zagonan de bê misogerkirin’

ANKA DER, bi daxwaza “Statû û Mafê Perwerdehiyê bi Kurdî” ji Kizilayê heta Wezareta Perwerdehiyê meşiya. Çalakvanan banga gava ewil a ji bo aştiyê divê zimanê zikmakî di zagonan de bê misogerkirin kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-Der), bi daxwaza “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” li ber avahiya Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) daxuyanî da. Endamên ANKA-DER’ê, nênerên sazî û partiyên demokratik, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli tevlî daxuyaniyê bûn. Girse li ber avahiya ANKA-DER’ê ya kolana Menekşê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê heta ber avahiya MEB’ê meşiya û bi berzkirin dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” meşiyan. Her wiha girseyê dovîzên ku “Bijî zimanê Kurdî”, “Ziman jiyan e” û “Statuya Kurdî” hilgirtin. Girseyê bi pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” li ber avahiya MEB’ê daxuyanî hat da.

Metna daxuyanyê ji aliyê rêvebera ANKA-DER’ê Emîne Oguz ve hat xwendin. Emîne Oguz bi lêv kir ku mafê zimanê Kurdî weke hemû zimanan mafekî xwezayî ye û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya girîng de jî em dibînin ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê nasnekirina zimanê dayikê ye, misogernekirina nasnameya Kurdan e. Me ev hişmendî li rûniştina komîsyonê di bêdengkirina Dayikên Aştiyê de jî dît. Eger ev zihniyet neşikê, xwişk û biratiyeke li ser esasê wekhevî û dadmendiyê pêk nayê; em nikarin qala aştiyeke mayînde bikin. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê Kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin. Li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo Kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tinekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û statuya Kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîne.”

Emîne Oguz destnîşan kir ku daxwaza wan a herî bingehîn statuya zimanê Kurdî ye û wiha got: “Nûman Kurtulmuş di axaftineke xwe de gotibû ‘Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê ti daxwaz nehatiye’. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Nabe ku qedexekirin û asîmîlasyona sed salan ji îro bi şûn de bi heman awayî berdewam bike. Ji bo aştiyê, serê pêşîn lazim e ku maf û hiqûqa gelê Kurd bên naskirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo îro ye, di esasê xwe de ji bo siberoja me ye. Em bi bîr dixin ku nasnekirina statuya Kurdî û astengkirina perwerdeya bi kurdî astengiyên herî mezin in li pêşiya aştiyeke mayînde. Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê Kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên Kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi Kurdî û misogerkirina statuya Kurdî bi dengekî berz bînin ziman.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê êrîş: Endamekî Hêzên Ewlekariyê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn
Nûçeya Pişt re Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûna bi 12’ê Îlonê re
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê…

Ji aliyê Stêrk TV

JinNews: Di meha Adarê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JinNews’ê, di mehekê de herî kêm 24 jin û 4 zarok hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Îsraîlê: Li Lubnan û Sûriyeyê me bombe li hezaran ‘hedefên’ Hîzbûllahê barand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji meha Cotmehê dema destpêkirina şerê li Şerîda Xezeyê û vir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bila girtiyên nexweş bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan edalet xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?