Nivîskar Fûat Kav qala yek ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr kir û got, “Li cografyayeke ku hewl dihate dayin ku gel bibin dijminê hev û li ber hev rabin, navê Kemal Pîr ne tenê mirovek bû, navê rûmeta mirovan bû. Ew nav bi bayê gur ê Derya Reş afirî bû, bi civaka Kurdistanê re bûbû xwedî kesayetiyeke polîtîk, di tarîtiya zindana Amedê de bû navê şoreşgerekÎ ku şewq dida. Kemal Pîr ne tenê di dema xwe de, veguherî rewşeke şênberiya heqîqetekê ku hîn jî dimeşe û diaxive.
Kemal Pîr bû şehîdê destpêkê yê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku 7’ê Îlona 1982’an şehîd bû. Çîroka wî li navçeya Torûl a Gumuşhaneyê destpê kir. Li gundekî dijber ku xizanî lê bû, di zarokatiya xwe de jî nêrîneke dûr û kûr di nava çavên wî de hebû. Ew nêrîn ne tenê nêrîneke welê bû ku meraq dikir, bê li pişt çiyê çi heye. Wê nêrînê li pişt xizaniya li gund, li pişt bêdengiya ku serê mirovan dixist ber, li tiştekî digeriya. Xizanî ji bo wî qeder nebû. Dipirsî bê mirov çima ewqasî bêdeng in, çima ewqasî kêm diaxivin, çima timî bi tirs in. Hîn wê wextê qanûna xwezayî ya xizaniyê fêhm kiribû.
Çûyîna Enqereyê ji bo wî ne tenê qezençkirina dibistanê bû. Bi pirsên mîna volkanê di dilê wî de diheliya, bi dengê xwe yê xweser çû Enqereyê. Dema ku ket hundirê Fakulteya Ziman, Dîrok û Cografyayê ya Zanîngeha Enqereyê, şahidî ji demeke herî tevlîhev a dîroka Tirkiyeyê re dikir. Enqere êdî ne tenê paytext bû. Li her goşeyeke wê fikir hebû, li her qehwexaneyan nîqaşên polîtîk dihatin kirin, li ser her dîwareke wê şopa afîşeke nû hebû. Li gel dengê fîşekan dengê dirûşman bilind dibû.
NÊRÎNEKE CUDA LI PIRSGIRÊKA KURD
Kemal Pîr li Enqereyê ne tenê guhdarî dikir. Ji bo wî şoreşgerî diviyabû ne tenê di fikir de bima, diviyabû biketibûya meriyetê, şênber bibûya. Di çavên wî de şoregerî axaftina li dora maseyê nebû, vediguherî pîvaneke jiyanê.
Di vê demê de ku nîqaş û lêgerînên îdeolojîk herî berfireh bû, Kemal Pîr her wiha li pirsgirêka Kurd rast hat, bi nêrîneke gelekî cuda li pirsgirêkê dinihêrî, lê belê fikrekî xwe yên şênber nebû. Lê belê înkarkirina gelê Kurd di dilê wî de birîneke gelekî mezin bû. Ji ber ku wî zanîbû, ev înkar ne tenê ji bo Kurdan bû, di heman demê de zincîra gelê Tirk bû.”
DEMA KU RÊBER APO NAS KIR
Fûat Kav anî ziman ku ciwanên şoreşger ên li Enqereyê zêde xwe nedida ber axaftina li ser pirsgirêka Kurd, lê belê Kemal Pîr bi ser vê bêdengiyê ve diçû û got, “Li gorî wî şoreşgerî ne tenê şer û pevçûnek bû, şoreşgerî estetîkeke bi hezkirina mirovan afirandî bû. Di vê demê de êdî Serok Apo nas kiribû, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Hakî Karer nas kiribû, bi wan re bûbû hevrê. Kemal Pîr yek ji Apoyiyên herî çalak ê vê demê bû.
DÎWARÊN ZINDANÊ NIKARÎBÛ WÎ RABIGIRE
Di sala 1977’an de li Enqereyê bi çekê hate girtin û ew xistin Girtîgeha Ordûyê. Vê yekê nîşan dida ku jiyana wî derbasî asteke cuda bûye. Ew êdî enternasyonalîstekî şoreşger bû ku xwe ji bo şoreşê amade dikir. Çek ji bo wî ne tenê amûreke parastinê bû. Çek li ber çavên wî semboleke rizgariya gelan bû. Hate girtin, lê belê dîwarên girtîgehê nikarîbû fermandarekî şoreşger ê weke wî rabigire. Di demeke kurt de ji Girtîgeha Ordûyê reviya û derbasî Kurdistanê bû. Fîrara wî ne tenê ji aliyê bedenî bû, ew gavek bû ku têkoşînê derbasî asteke cuda bike.
REVA JI GIRTÎGEHA RIHAYÊ
Sala 1978’an vê carê li gundekî navçeya Bazarcixê ya Mereşê hate girtin. Ew şandin Girtîgeha Edeneyê, lê belê dîwarên herî bilind jî têrê nedikir. Ji wir ew şandin Girtîgeha Rihayê. Dîwarên li Girtîgeha Rihayê bi destên xwe qul kir û reviya. Xwe gihand hevrêyên xwe yên li pişt wan dîwarên bilind li benda wî bûn. Dîwar ji bo wî tenê ji bo qulkirinê bû, ji ber ku îrade dikarîbû dîwarên herî mezin jî qul bikira.
PERWERDE Û NÎQAŞÊN LI GELIYÊ BEKAA’YÊ
Piştî fîrara li Rihayê derbasî derveyî welat bû. Li Geliyê Bekaayê ji bilî perwerdeya çekdarî li gel Serok Apo nîqaşên leşkerî, polîtîk û îdeolojîk ên kûr meşand. Têkoşîn ji bo wî mne şerekî tenê yê bi çekê bû, pêvajoyeke avakirinê ya fikrî bû. Ji bo projeya rizgariya hevpar a gelên Rojhilata Navîn ji teoriyê derbasî pratîkê bike bi şev û roj xebitî.
DERBASÎ KURDISTANÊ BÛ Û HATE GIRTIN
Dawiya sala 1979’an careke din derbasî Tirkiye û Kurdistanê bû. Ji ber ku di mejiyê wî de şoreşgerî bi mayina li derveyî welat nabe. Dixwest biçe Hîlwan û Sêweregê, amadekariyên şerê gerîla li Kurdistanê bike lê belê li Êlihê dema ku derbasî bajarekî cuda dibû ji aliyê dewleta Tirk ve di rê de hate girtin. Di dema lêpirsînê de gotineke bi tenê jî negot. Li nava çavê wan kesan nihêrî yên ku lêpirsîna wî dikir û xwe bêdeng kir. Dema ku kesê bi navê M.C. ê li gel wî hate girtin nasnameya wî diyar kir, wî tenê got, ‘Belê, ez Kemal Pîr im. Hûn nikarin gotineke bi tenê jî ji min hîn bibin, hûn ê nikaribin navekî bi tenê jî ji min werbigire’. Di ferhenga wî de gootina teslîmbûnê tine bû.
LI ZINDANÊ JÎ ESTETÎKA BERXWEDANÊ AFIRAND
Dema ku Zindana Amedê careke din ew kişand nava xwe, ji dewleta Tirk hebû ku bedena wî teslîm girtiye. Halbûkî dewleta Tirk ti carî nekarî ruhê wî teslîm bigire. Zindana Amedê bi dîwarên xwe yên ji kevir, bêhna rûtûbetê û qîrînên bi şev dixwest mirovan di asta herî bilind de bitirsîne. Ew der dojehek bû ku mirovan ne tenê ji aliyê bedenî ve her wiha ji aliyê fikrî û îradeyê ve bieciqîne.
Ew Kemal Pîr bû; li ku bûya wê teqez jiyaneke şoreşgerî, meş û berxwedaneke li gorî xwe biafiranda. Li zindanê jî ev yek kir. Li vê derê li zindana bi Hejmara 5’an a li Amedê estetîkeke berxwedanê afirand. Dema ku ji êşkenceyê vedigeriya jî dema ku ew dixistin hucreyê ji bo moralê bide hevalên xwe rûyê wî li ken bû. Li gorî wî, xala esasî ya li hemberî dijmin beden nebû, ruhê mirov bû. Eger ew ruh hilweşiya wê şoreşê winda bikira. Ji ber vê eykê di kêliya herî xerab de bi dengê xwe yê gur bang li hevalên xwe dikir.
JI BO RIZGARIYA GELÊ TIRKIYEYÊ
Li dadgehê dema ku dadgerê ku lêpirsîna wî dikir jê pirsî, bê çima tevlî PKK’ê bûye, weke ku bersivê bide pirseke ji rêzê bi hêsanî got, ‘Ez di wê baweriyê de me ku rizgariya gelê Tirkiyeyê ji azadiya Kurdan derbas dibe, lewma tevlî nava PKK’ê bûm’ û bi vî rengî dewam kir: ‘Ji vê jî wêdetir ez alîgirê wê yekê me ku li Rojhilata Navîn omara demokratîk û federasyona gelan bê avakirin. Ev yek jî tenê bi PKK’ê dikare bê pêkanîn. Min ji PKK’ê bawer kir û hîn jî jê bawer dikim.”
Li salona dadgehê her kes bêdeng bûbû. Ew gotin û hevok ne tenê parastin bû. Ew hevok kurtasiya raperînekê bû ku dixwest hemû zincîrên serdemê bişikîne. Kemal Pîr ne tenê li gelên tirkiyeyê her wiha li çarenûsa hevpar a gelên Rojhilata Navîn difikirî. Di çavên wî de şoreş ne tenê ji bo gelê Kurd bû, şoreş rizgariya hevpar a gelên Kurd, Tirk, Ereb, Fars bû.
Dema ku tarîtiya li zindanê giran bû, teslîmiyet û xiyanet bi şênberî dihate ferzkirin, sala 1982’an bû saleke welê ku rojiya mirinê destpê kir. Dengê lingê rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê êdî dihat. Kemal Pîr ji bo tevlî rojiya mirinê bibe teredût nekir. Ji bo wî jiyaneke bi bêdengî ji mirineke bi rûmet gelekî girantir bû, mîna dîlgirtinê bû. Dema ku Hayrî Dûrmûş li dadgehê rojiya mirinê eşkere kir, ew jî yekser rabû ser piyan û got, “Ez jî tevlî dibim, gotinên Hayrî erê dikim û ji îro û pê ve tevlî rojiya mirinê dibim.” Bi wî dengê xwe yê gur û cihê baweriyê…
EZ KEMAL PÎR IM, TESLÎMIYET NÎNE
Dema ku ew derxistin pêşberî Esat Oktay Yildiran, bi dengekî xwînsar got, “Belê serpel. Ez Kemal Pîr im. Di ferhenga min de teslîmiyet nîne. Xiyanet qet nîne. Haya min ji berpirsyariya min heye. Di vê rojiya mirinê de ya hûn ê daxwazên me bi cih bînin, ya jî ez ê bimirim’.”
ÇANDEKE MIROVAHIYÊ AFIRAND
Di rojên dawî de mîrateyeke berxwedanê ji gelên cîhanê re hişt. Li pêşberî rûyê Esat Oktay Yildiran got, “Em ji mirinê jiyaneke nû diafirînin. Lê hûn ew êşkencekar in ku jiyanê bi mirinê mehkûm dikin. Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin.”
Kemal Pîr di 7’ê Îlona 1982’an de li zindana Amedê bû şehîdê destpêkê yê rojiya mirinê. Di wan rojên tarî de jî navê wî ji dîwarên kevir ên Amedê heta dilê gelan belav bû. Kemal Pîr ne tenê navê şoreşgerekî bû. Ew navê çandeke mirovahiyê bû ku weke pirekê gel digihand hev.
Ketina wî ya li nava rojiya mirinê mînaka dawî ya jiyana şoreşî di nava bedenê de bû. Li gorî wî mirina mirovekî jî carna dikare bibe qîrîneke berxwedanê. Li şûna jiyaneke bi bêdengî, li gorî wî mirineke bi qîrîn hîn bêhtir li rûmeta mirovahiyê dihat. Ew şoreşgerek bû ku wateya mirinê jî veguherand.”