Hevseroka DGF’ê Dîcle Muftuoglu anî ziman ku rewşa di derbarê Rêber Apo de bi nîqaşên derew kişandine xaleke din û wiha axivî: “Ev ji dervayî medyayê desthilatdariyê jî tê. Dema mijar dibe pirsgirêka Kurd ‘Peymana Tirkitiyê’ dikeve dewrê û xwezayî li gorî wî dikeve rêzê. Eqlekî ku hîna jî Kurd wek dijmin dibîne heye.”
Ji ber hevdîtînên heyeta DEM Partiyê zimanê medyaya Tirk a tehrîkar, manîpule û heqeret dike bi hevseroka Komaleya Rojnemavanan a Dîcle-Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu re axivîn.
Dîcle Muftuoglu got medya di civakê de hêza herî mezin a ku têgihîştinan çêdike û wiha axivî: “heger em behsa pirsgirêka Kurd a ku civak hemû eleqedar dike û heta welatan jî derbas dike bikin, çareseriyekê ku civak jî tevlî dibe pêkan e. Bi vê re girêdayî em dikarin bêjin ev pirsgirêk dikare hîn bi awayekê rastir bigihîje çareseriyê. Di civakîbûna vê pirsgirêkê de wê rola medyayê girîng be.”
MEDYA QET AZAD NEBÛ
Dîcle Muftuoglu balkişand ser helwesta medya jî û wiha domand, “sansurkirin û tekelparêzî her tim çêbû. Bi desthilatdariya AKP’ê re mesele veguherî rehendekê din. Destpêkê medya ji aliyê kesên nêzî AKP’ê ve hate standin û li gorî vê manşetek hevpar hate avêtin. Tam li gorî desthilatdarî dixwaze manşet hatin avêtin û di vî alî de AKP nîşan dide girîngiyekê çawa dide medyayê. Bi taybetî piştî 2016’an bi rewşa awarte re ev mesele çû rehendek din. AKP hemû medyayên ku bikare muxalefetê bike girt. Wê çaxê nêzî 300 radyo, rojname, kowar û hwd. ên ku xebatê ragihandinê dikirin hatin girtin. Niha aliyekî ku bi rojnamevanî re berxwe dide ji nû ve hin tiştan hildebirîne û ligel zextan gotina xwe domand. “
WEKÎ KU TEVGERA KURD HATIYE XILASKIRIN…
Dîcle Muftuoglu anî ziman ku niha Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cihan ji serdemekî pir krîtîk re derbas dibe û wiha domand: “pêwîste em mêze bikin têgihîştinek çawa tê avakirin. Lewre, bi salan e pirsgirêkê ku digotin tune, îro dibêjin heye. Ji bo çareserî avabikin çûn deriyê gelek kesên ku heqeret lê dikirin. Tirkiyê heta niha behsa tengasiya xwe nekir û xwe bihêz nîşan da. Dîsa wisa dike. Di vê xalê de medya dixe dewrê û qey dibêjî Tevgera Kurd hatiye xilaskirin, Kurd ji aliyê siyasî ve hatine tunekirin diaxivin. Pey re jî diçin deriyan didin û wekî nîqaşên çareseriyê tê kirin nîşan didin. Dema em rewşa Tirkiyê mezê bikin diyare ku ev ne wisa ye. Bi medyayê re di civakê de têgihîştinek cuda dixwazin çêkin.
DIXWAZIN CIVAKÊ JÎ DÎZAYN BIKIN
Medya her tim rolên wiha girt ser xwe, ev rê dide tiştekî cuda. Ji ber ku AKP dixwaze Kurdan tesfiye bike medya jî li gorî vê bikar tîne û dixwaze civakê jî li gorî vê dîzayn bike. Helwesta medyayê, taybetî di derbarê êrîşên li hemberî Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pir êrîşkar e. Di cephê de rojnamevaniyek bi awayekê êrîşkar û bi SMO’ê re tevdigere û pesnê wan dide tê kirin. Dixwazin têgihîştinek çêkin. Dîsa dixwazin nîqaşên çareseriyê jî li gorî xwe manipûlê bikin.”
PEYMANA TIRKBÛNÊ DIKEVE DEWRÊ
Dîcle Mûftûoglû, bal kişand ser nîqaşên ku pêvajoyê manîpule dikin û got ku hewirdorên mûxalîf ên li dijî AKP’ê jî ketine nava helwestek bi vî rengî. Dîcle Mûftûoglû got, “Bi avakirina nîqaşeke bêbingeh û ji rêzê re hewl tê dayîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî bikişînin nuqteyeke cuda. Dema mijar pirsgirêka Kurd be, ‘Peymana Tirkbûnê’ dikeve dewrê û li gorî vê yekê mirov bi awayekî xwezayî dikevin hîzayekê. Hê jî hişmendiyeke ku Kurdan her tim weke dijmin dibîne heye. Bi qasî ku em dibînin, ji ber ku ew di nuqteyeke welê de ne ku nikarin Abdullah Ocalan gelekî bixwînin, li şûna nirxandina daxuyaniyan nîqaşeke ecêb û gelek ji rêzê dimeşînin.
XISARÊ DIDIN ÇARESERIYA GENGAZ
Diyar e ku ev hemû zerarê didin çareseriya gengaz û bandoreke mezin li civakê dikin û medya jî vê rolê bi zanebûn dike. Li cihek ku ewqas tabloyên bi êş ên giran tê jiyîn de ne sorkirin, dikarin li cem çareseriyê cih bigirin. Eger berovajî vê be, di nava civakê de her ku biçe wê dijberbûn çêbibe. Di pêvajoyên derbasbûyî de bûyerên dişibihin vê hatin jiyîn. Li Tirkiyeyê çapemenî bi vî rengî rolên nebaş lîstiye. Ji ber vê yekê, ji bo civak li ser pêvajoyeke nû û çareseriyeke nû biaxive, divê çapemenî li gorî vê yekê helwestê nîşan bide.
DIVÊ DEV JI ZIMANÊ PROVOKATÎF BÊ BERDAN
Dîcle Mûftûoglû, li ser girîngiya banga Rêber Apo ku balê dikêşe ser xwişk-biratiya Tirk-Kurd û ev tişt anî ziman, “Medya hewl dide ku em berovajî wê bangê bikin. Hewl dide civakê ber bi aliyê din ve dehf bide. Kurd naxwazin bi mirovên ku ewqasî heqaretê li wan dikin re aştiyê pêk bînin. Medya bi heman awayî di Tirkan de jî hestên netewperestiyê sor dike. Di vê rewşê de Tirk jî naxwazin bi Kurdan re aştiyê çêbikin an jî zemîneke hevpar bibînin. Mînak ji ber ku ev zimanê medya civakî ye, di nuqteyeke ku tevahiya civak tevlî pêvajoyê nebe de wê rê li ber gelek provokasyonan veke. Divê ev ziman bê terikandin.”