Encûmena Gel a Binarê Qendîlê, Hevserokatiya Şaredarî, Encûmena Jinan, çalakvan û xelkê herêmê, bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna Newroza îsal ya li Binarê Qendîlê kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê hevseroka Encûmena Gel ya ya Binarê Qendîlê Lavan Mistefa ve hatî xwendin de, hate gotin, “Bi dirûşmeya ‘Rêbertiya azad û yekitiya demokratîk ya Kurdan’ emê îsal Newroza Qendîlê bi serbilindî pîroz bikin.”
Daxuyanî wiha dom dike:
“Newroza îsal wê di şexsê şehîdê berxwedana Rojava Ehmed Hêmin Kerkûkî de, pêşkêşî ruhê hemû şehîdên şoreş û Kurdistanê were kirin. Newroz di dîroka Kurdan û gelên herêmê de, sembola serkeftina li dijî zordariyê ye. Kawayê serdemê Mazlum Dogan bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyan e’ îradeya Kurdan gihand asta herî bilind, lewma Newroza li Qendîlê xwedî weteyek cûda ye û ji bo dost û dijmin peyamek cûda ye. Ji ber ku êdî serdema koletî dawî hatiye, dem dema azadî û aştiyê ye.
Qendîl ne tenê navendek leşkeriye, niha bûye navendek jeopolîtîk û jeoçandî ya pir girîng. Lewma em dixwazin Newrozê li Qendîlê, li dijî şerê bê dawî yê faşîzmê, bikin bersivek siyasî.
Em bang li hemû jin, ciwanan dikin ku bi cil û bergên xwe, tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin.”
Derbarê bername û dema pîrozbahiya Newrozê de jî, komîteya amadekar ragihand ku wê şahî di 20-21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê pêk were.
Hate gotin ku wê êvara 20’ê Adarê agirê Newrozê were pêxistin û li ser çiya meşek bi meşale were lidarxistin. Herwiha heman şevê wê li ser gorên şehîdan mum werin pêxistin.
Li gorî komîteya amadekar, wê di 21’ê Adarê de bi tevlîbûna gelek hunermend, komên çandî şahiya pîrozbahiyê li Binarê Qendîlê destpê bike.
Komîteyê herî dawî bang li hemû kesê kir ku tevlî şahiya Newroza li Binarê Qendîlê bibin û got, “Newroza îsal bikin Newroza yekitiya netewî û azadiya fizikî ya Rêber Apo ye. Em bi hêviyek mezin li benda tevlîbûna bi milyonan kesan in ku di Newroza azadiyê ya li çiyayê Qendîlê de pêşwazî bikin.”

