Li taxa Yenî Mahalle ya navçeya Rêya Armûşe ya Wanê, ji bo gerîlayê HPG’ê Sedat Işik (Elîşêr Feraşîn) ku hat ragihandin di 24’ê Kanûna 2019’an de li herêma Girê Amêdiyê ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di şer de şehîd bû, taziye hat danîn. Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî taziyê bûn.
Girse, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û tilîliyan, ber bi mala taziyê ve meşiya. Piştî sersaxiyê, serdan bi duayan bi dawî bû.

