Ji bo Mehmet Tapti (Xerîb) ê PKK’yî ku li navçeya Stewr a Mêrdînê di sala 1990’î de şehîd bû lê nasnameya wî nû hate eşkerekirin, li navçeya Qoserê şîn hate danîn.
Şîn ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) ve hate danîn û gelek kesî serdana şînê kirin.
Ji bo Tapti mewlûd hate xwendin.