Her êrîşa ku li dijî Kurdan û têkoşîna wan a azadiyê pêş dikeve, ne tenê pêngavek leşkerî ye. Her gule û bombeyek ji bo tepisandina îradeya gelê Kurd ê azadiyê weke polîtîkayeke sistematîk tê pêkanîn. Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Qereqozax û Bendava Tişrînê jî divê bi vê perspektîfê bêne destgirtin. Ev êrîşên ku di bingeh de paradîgmaya azadî û konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo hedef digirin, ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerekî îdeolojîk, çandî û siyasî ye. Lê dîrok her tim nîşan daye ku têkoşîna gelê Kurd a azadiyê li pêşberî êrîşan her tim xurtir bûye. Berxwedana Qereqozax û Tişrînê nimûneya vê ya herî dawî ye.
ISRARA DEWLETA TIRK A DI ÊRÎŞAN DE: ÇI DIXWAZIN?
Dewleta Tirk bi salan e her tim li ser esasê zîhniyeta ku hebûna dîrokî ya gelê Kurd red dike, Kurdistanê parçe dike û dixwaze vê hebûnê tine bike, tevdigere. Êrîşên li ser Qereqozax û Bendava Tişrînê jî pêleke nû ya vê zîhniyetê ye. Îcar çima bi taybetî êrîşê van herêman dikin?
Kontrola stratejîk:
Qereqozax û Bendava Tişrîn ji ber girêdana di navbera rojhilat û rojavayê Firatê pêk tînin, noqteyên krîtîk in. Ev herdu herêman hem ji aliyê çavkaniyên enerjiyê hem jî ji aliyê serweriya lojîstîkî ve, ji bo Rojava mîna kokên jiyanê ne. Dewleta Tirk bi dagirkirina van herêman re dixwaze Rojava bixeniqîne. Av û elektrîkê mîna çekek li dijî gel bikar tîne û dixwaze wisa gel teslîm bigire.
Tesfiyekirina pergala xweseriya demokratîk:
Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêş xistin, sîstemeke ku hemû gel bi hev re bi awayekî azad û wekhev lê dijîne. Herêmên Qereqozax û Tişrînê ew herêm in ku Kurd, Ereb, Asûrî û Tirkmen lê jiyaneke hevpar ava kirine. Dewleta Tirk dixwaze modela jiyana azad a li vir tine bike û zîhniyeta xwe ya faşîst-neteweperest ferz bike.
Ji bo di hevsengiyên navneteweyî de rola xwe bilîze ketiye nava hewldana:
Tirkiye her tim ji bo sekna xwe ya di nava hêzên emperyalîst ên li herêmê de xurt bike êrîşan pêk tîne. Ji bo di têkiliyên xwe yên bi NATO û Rojava re bikaribe bazariyê bike, êrîşî gelê Kurd dike. Bendava Tişrîn û Qereqozax di navenda van hesabên qirêj de ne.
WATEYA BERXWEDANÊ Û BERDEWAMIYA DÎROKÎ YA TEVGERA AZADIYÊ
Berxwedana li dijî her êrîşê, dibe mîrateyek ji dîroka gelê Kurd. Berxwedana li Pira Qereqozax û Bendava Tişrînê, weke berxwedana li Kobanê, weke şerê li Zap, Avaşîn û Metîna, yek ji xelekên dawî yên têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd e. Pêwîst e wateya vê berxwedanê li ser sê xalên sereke werin destgirtin.
Ji hêla leşkerî û stratejîk ve:
Ev berxwedan nîşan dide bê ka têkoşîna gerîla ya Kurd li pêşberî şerê bajaran û artêşa konvansiyonel, çawa rêbazên nû bi pêş xistiye. Hêzên parastinê yên li Rojava ne tenê li vir xeteke berxwedanê ava kirine, di heman demê de karakterê şer guherandine. Li dijî teknolojiya xwedî ÎHA û SÎHA’yan, taktîkên gerîla, şerê xendekan û stratejiyên parastinê yên ku bi gel re hatine pêş xistin, hene. Ev pêvajo ji bo tevahiya têkoşînên siberojê mîna nimûneye.
Ji hêla siyasî û rêxistinî ve:
Vê berxwedanê îradeya Rojavayê ya xwerêvebirinê xurt kir. Di bin êrîşê de jî, tê dîtin ku gel û avaniya rêxistinî nehatine hilweşandin, berovajî bi awayekî hê zêdetir nêzî hev bûne. Pergala ku Rêber Apo di çarçoveya “Modernîteya Demokratîk” de diyar kiriye, di demên krîzê de jî dikare li ser piyan bimîne. Ev, yek ji nimûneyên herî berbiçav e ku nîşan dide gel li dijî ferzkirina netew-dewletê ya modernîteya kapîtalîst dikarin bi hev re bijîn.
Ji hêla çandî û civakî ve:
Vê berxwedanê, baweriya gel zêde kiriye û bi saya wê nasnameya Kurdbûnê bi awayekî hê xurttir tê pejirandin. Bi taybetî ji hêla ciwan, jin û rewşenbîran, hişmendiyeke dîrokî ya mezin afirandiye. Êrîşên dewleta Tirk, li şûna ku gelê Kurd parçe bike, yekitiya wan xurt kiriye û azweriya wan a berxwedanê zêdetir kiriye. Di vê maneyê de, berxwedana Qereqozax û Tişrînê ji bo nifşên siberojê mîrateyeke çanda berxwedanê çêdike.
DERFETÊN MEZIN Û NÊRÎNA LI SIBEROJÊ
Yek ji encamên herî mezin ên berxwedana Qereqozax û Tişrînê, bandorên wê yên li seranserê cîhanê ne. Tevgera Azadiya Kurdistanê, di vê pêvajoyê de dikare gavên dîplomatîk ên nû biavêje û piştgiriya raya giştî ya cîhanê bi awayekî hê zêdetir bistîne. Em dikarin derfetên ku dê derkevin pêşiya me bi vî rengî rêz bikin:
Hêzdarbûna rewatiya navneteweyî:
Ev berxwedan, di nav gelên Rojavayê de dikare têkoşîna azadiya gelê Kurd bêhtir xuya bike. Bi taybet, bi vekirina nîqaşên li ser polîtîkayên enerjî û avê, da ku Bendava Tişrînê ji hedefbûna êrîşên leşkerî derkeve dikare zextên navneteweyî bên zêdekirin.
Di nava xwe de nûbûn û hêzdarbûna tevgerê:
Pêvajoyên berxwedanê, hevgirtina di nav tevgera azadiyê de zêde dike û rê dide ku kadroyên nû bigihêjin. Qereqozax û Tişrîn, dê rê vekin ku nifşeke nû ruhê şer nas bike û bi awayek îdeolojîk bêtir amade bibe.
Hê bêhtir pejirandina modela Rojava:
Ev berxwedana ku xebata pratîkî ya konfederalîzma demokratîk nîşan dide, wê ji bo gelên din ên Rojhilata Navîn jî bibe mînak. Eşîrên Ereb, Tirkmen û gelên din ên herêmê dibe ku li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi Kurdan re tevbigerin.
QONAXEKE NÛ Û HÊZDARBÛNA ÇANDA BERXWEDANÊ
Qereqozax û Tişrîn ne tenê du herêmên cografîk in, ew di meşa gelê Kurd a ber bi azadiyê de nûnertiya asteke nû dikin. Berxwedana ku li vir didome yek ji delîlên herî girîng e ku parastina paradîgmaya Rêber Apo ya di pratîkê de nîşan dide. Dewleta Tirk çiqas êrîş dike bila bike jî, ev têkoşîn dê mezin bibe, tesîreke berfirehtir çêke û potansiyela şoreşa herêmê zêdetir bike.
Îro berxwedana gelê Kurd ne tenê berxwedaneke leşkerî ye, di heman demê de xwejinûve afirandina di dîrokê de ye. Û ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan, dê berdewam ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bibe hêvî.
Berxwedan û azadî dê li ser vê xakê bi cih bibe. Wê li Qereqozax û Tişrîn şer bi dawî bibe û ji bo çanda berxwedanê û avakirina azadiya gelan wê bibin qadên nû.