Çarşem, 29 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya AKP’ê bi rojeva qanûna çarçoveyî serdana Numan Kurtulmuş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gunaydin: Zêdeyî 200 şaredarî îstifa kirin ku tevlî YENÎ Partî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Basrî Firat wê li Dortmundê merasîma bîranînê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna têkildarî Şaredariya Ûşakê: 15 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema xebatê ya Meclîsê heta 6’ê Tebaxê hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredara Uskudarê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji çiyayên Kurdistanê dengvedana pêngavê
Kurdistan

Ji çiyayên Kurdistanê dengvedana pêngavê

Di gotineke pêşiyan a Fransiyan de tê gotin, "Bawerî dikare çiyê jî bihejîne". Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gel zor û zehmetiyan ev yek pêk anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê îsal li çiyayên Kurdistanê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi coş û moraleke mezin pîroz dikin. Ev coş ji ber wê yekê ye ku berê tivinga gerîla timî li dijmin e. Pêşwazîkirina salvegera 40’emîn a pêngaveke bi vî rengî ya dîrokî li çiyayên Kurdistanê cihê moral û wateyeke mezin e. Bi taybetî şahidiya ji coş û biryardariya gerîla re cihê kêfxweşî û kelecanê ye.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku pêngava destpêkê ya rizgariya ji tarîtiyê û guhertina qedera li ser gelê Kurd ferzkirî ye, 40 sal li pey xwe hişt. Ji wê rojê û vir ve gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li ser vê bingehê bi pêş ketin, di salvegera pêngava dîrokî de li ser şopa fermandarê nemir Fermandar Egîd pêngava serketinê kûr û dewam dikin. Ev pêngava berxwedanê ya dîrokî ku bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi pêş ket, gelê Kurd ji qirkirinê rizgar kir û kir ku li nava dîrokê hebûna xwe misoger bike.

Rêber Apo dema bi vê pêngavê rabû, bi têkoşîneke bêeman Kurdîtiya li ber tinebûnê bû, yanî aqlê Kurdê bûbû êm ji dijmin re, ji tarîtiyê rizgar kir. Rêber Apo destnîşan kir ku civakeke baweriya xwe winda kiriye, tenê bi ser xwe hatinê dikare ji tinebûnê rizgar bibe. Ji bo ev pêngav bibe xwedî bingeheke îdeolojîk û felsefî gelekî hewl da. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi pêşengiya wî bi pêş ket, îro guhertinên mezin pêk anîn, pêngava azadiyê gihandin vê astê û kirin ku qat bi qat mezin bibe. Bi saya meyla hêzên gerîla ya xwendina rast a pêvajoyê û bersiva di cih de a li hemû êrişan, pêngavê timî dewam kir.

Pêngava 1’ê Hezîranê, pêngava şerê gel ê şoreşgerî yê 2011’an û pêvajoya berxwedana Garê ay 2021’ê ku di sala 4’emîn de derbên dîrokî li dijmin dixin, berxwedana gerîla ya topyekûn mînakên şênber ên vê yekê ne.

Pêngava 1’ê Hezîranê ji hin aliyan ve weke pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê dikare bê nirxandin. Ji ber ku vê pêngavê wê demê li dijî tasfiyekariya navxweyî û derve weke tevgereke pêngavî û berxwedanê destpê kir û bû pêngavek ji ruhekî mezin ê pêngavî. Pêngava şerê gel ê şoreşgerî yê sala 2011’an ku bi pêşengiya Şehîd Reşît Serdar, Şehît Azad Sîser û Şehîd Çîçek Botan pêk hat, ew pêngav bû ku têkoşîna gerîla ji çiyê gihand deştê, gund û bajaran. Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî yê Rêber Apo yekemcar bi pêşengiya van lehengên nemir di pratîkê de bi cih hate anîn û dijmin têk bir. Dema ku ruhê pêngavê yê li nava gerîla bi asta pêşketina li gorî pêvajoyê re bû yek, bandoreke mezin kir, berevajî tevgerên berxwedanê yên dîroka nêz kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser bingeheke xurt bimeşe.

Rêya bingehîn a fêhmkirina berxwedana gerîla ya niha, bi dîtina vê rastiyê dibe. Pêşketina ku hêzên gerîla di nava sê salên dawî de pêk anîn, bi qasî pêşketina bîst salên dawî ye. Ruh û daxwaza têkoşînê ya ku berxwedana gerîla afirand, coş û moraleke mezin dide mirovan. Nedîtin, nejiyîn û fêhmkirina vê bi gotina herî sivik korbûyîn ji dil û mejî ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi baweriya li azadiyê û ruhê fedaî yê Apoyî têdikoşin, Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi coş û moraleke mezin pîroz kirin, pîrozbahiya herî mezin jî bi derbên giran ên li dijmin xistin pêk anîn û vê yekê hîn jî pêk tînin. Di pîrozbahiyên li qadên gerîla de em dibînin ku tovên azadiyê yên beriya 40 salan hatine reşandin li nava xakê şîn bûne û veguherîne darên mezin.

Gerîla her roj di bin bi sedan bombardûmanan de bi biryardarî çalakiyên serketî dikin, di heman demê de taktîkên şerê taybet ên dijmin têk dibin. Dewleta Tirk a dagirker salên dawî dibêjine li Tirkiye û Kurdistanê êdî gerîla qediya ye, du kes jî nikare li hev kom bibe. Dixwaze atmosfereke welê biaxfirîne ku dibêjî qey li ti cihî gerîla nikare tevbigere û bi vî rengî dixwaze têkiliya navbera hêzên gerîla û civakê qut bike. Lê belê tiştek heye ku ji bîr dike; hêzên gerîla hebûna xwe ya li her bihosta çiyayên Kurdistanê bi derbên giran ên li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dixin nîşan didin. Ji ber ku ev dijmin ne ji gotinê, lê ji şer fêhm dike. Çalakî ji gotinê bêhtir encamê werdigire. Vaye pîrozbahî û çalakiyên 15’ê Tebaxê yên îsal nîşaneya şênber a vê yekê ne. Biryardarî û asta îdîayê ya li pîrozbahiyan nîşaneya şênber a ruhê fedaî yê Apoyî û dilsoziya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya bi têkoşînê re ye.

Ya ku dijmin 40 sal in nikare têk bibe û her carê jî har dibe û êriş dike ev ruh e. Gotineke pêşiyan a Fransiyan heye ku dibêje, ‘Bawerî dikare çiyê jî ji şûna xwe bihejîne’. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev yek li gel hemû zor û zehmetiyan bi ser xistin. Bi baweriya xwe, bi ruhê xwe yê têkoşînê ya ku nepêkan bû pêk anîn. Mînaka vê yekê li cîhanê nîne, ji niha û pê ve jî wê nebe. Divê gelê Kurd bi vê baweriyê, vî ruhî û van lehengan dilsoz be û li ser vê rêyê bimeşe. Govenda şoreşê ya li çiyayên Kurdistanê tê gerandin divê li her derê belav bibe û derbeke dîrokî li faşîzmê bixe. Divê bê zanîn, her ku ev govenda şoreşê mezin bibe wê dijmin biçûk bibe û tine bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Hevala Gulistan da ser şopa rastiyê, ew bi xwe bû rastî’
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate birêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Di daristanên Zagrosê de dîsa şewat derket

Di daristanên Zagrosê de, di du mehên dawî de cara heftemîn şewat derket. Ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

Li Binarê Qendîlê bi dehan kes êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, DAÎŞ û HTŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?