Milîsên Atakan Mahîr ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyan ev agahî dan:
“Sibehta 4’ê Tebaxê li Emînonu ya Stenbolê beşa depo ya ku weke qada şuştinê ya Otela Şehîr dihate bikaranîn bû hedefa milîsên me. Agir bi depoyê ket û bi temamî şewitî.
23’ê Tebaxê nîvê şevê saet di 01:00 de li Stenbolê, depoya Otela Grand Star a li Siraselvîlerê hate şewitandin. Di encama çalakiyê de depo bi temamî şewitî û xisara madî ya cidî hate tespîtkirin.
Di encama herdu çalakiyan de tûrîstên li otelan û derdora wê otel terikandin.”