Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn fikarên xwe ji êrişên zêde yên dewltea Tirk a dagirker li dijî herêmên niştecihan û hedefgirtina welatiyan anîn ziman û bi “gurkirina xeteriyê” bi nav kir.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên li dijî gundên Kobanê, bajarokê Zirganê û gundê Musterîha yê Eyn Îsayê de jin û zarok şehîd bûn. Her wiha piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyan re bi armanca têkbirina îstîqrarê û tirsê bixe nava welatiyan.
Di daxuyaniya hêzan de hat destnîşankirin ku çete bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker kiryarên terorane pêk tînin.
Di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin û êrişên li dijî welatiyan bi dawî bikin û zextê li dagirkeriya Tirk bikin ku piştigiriya ji terorê re rawestîne.
Her wiha bang hat kirin ku li dijî van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bidin.