Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûdê daxuyaniyeke sererastkirinê têkildarî daxuyaniya xwe ya nava rojê da.
Daxuyaniya ku tê ragihandin ku fermandar Azad Heleb şehîd neketiye, bi vî rengî ye:
“Beriya niha me ragihand ku endamê fermandariya me Azad Heleb şehîd ketiye.
Ji ber şertê giran yên şer û pevçûnan pêwendiya me bi hin hevalên me re qût bibû û rexmî hemû hewildanan me nekarîbû agahî bigirin.
Lê belê hate zelalkirin ku hevêyê me Azad Heleb şehît neketiye. Pêwendî pê re hat çêkirin û niha bi awayekî birîndar xwe gihandiye cihekî bi ewle.”

