În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Komîteya Gel û Baweriyan peyama ji bo Cejna Qurbanê
Kurdistan

Ji Komîteya Gel û Baweriyan peyama ji bo Cejna Qurbanê

Komîteya Gel û Baweriyan Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz kir û hêviya xwe ya ji bo edalet, aştî û azadiyê anî ziman.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Gel û Baweriyan bang kir ku di Cejna Qurbanê de bi xurtî xwedî li şehîdan bê derketin, bi girseyî serdana şehîdgehan bê kirin û piştgirî ji malbatên şehîd û girtiyan re bê dayin.

Komîteya Gel û Baweriyan bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û hêvî kir ku gelên Misilman bi hesta xwişk û biratiya ummetê ya Mûhammedî Îslam Cejna Qurbanê bê pêşwazîkirin. Komîteyê xwest, ev Cejna Qurbanê jî bibe wesîleya têkoşîna hevpar a maf û edaletê, xurtkirina parvekirin û piştevaniyê, pêşvebirina xwişk, biratî û dostaniya navbera gelan û got, “Em Cejna Qurbanê li gelên Misilman pîroz dikin. Kesên ku bi nêta hecê ne ku yek ji şertên Îslamê ye, hêvî dikin ku heca wan bê qebûlkirin.”

BI HÊVIYA SERKETINA KEVNEŞOPIYA ÎBRAHÎMÎ

Komîteya Gel û Baweriyan destnîşan kir ku wateyeke kûr a pîrozkirina cejnan heye ku ruhê yekîtiya demokratîk ê gelan bi pêş ve bibe, têkiliyên xwişk, biratî û dostaniya mezin di nava gelan de xurt bike, li gorî kevneşopiyên civakî bê pîrozkirin û got, “Pîrozkirina Cejna Qurbanê li hemberî zalimên weke Nemrûd û Fîrewn ku xwe xistin şûna xwedê, bû wesîleya serketina kevneşopiya Îbrahîmî. Li Rojhilata Navînn beriya bi hezaran salî ji ezmanan beranek ji bo qurbankirinê hate şandin, bi vî rengî pêşî li qurbanîkirina mirovan hate girtin, lê belê li gel cejneke bi vî rengî ya xwedî wateyeke civakî û dîrokî jî her roj bi dehan mirov hîn jî têne qurbankirin. Netewe dewletên ku dixwazin serweriya xwe ava bikin, desthilatdariya xwe xurt bikin, berpirsyarê sereke yê vê yekê ye. Netewe dewlet ji bo karibe li vê xakê serweriya xwe biparêze, mirovan dike qurban. Di heman demê de li ser vê xakê kevneşopî, sekn û berxwedana Îbrahîmî jî ti carî kêm nebû. Di vê cejnê de ya ku herî zêde divê em li ser bifikirin ew e ku çawa dikarin hêjayî vê kevneşopiyê bibin. Lewma em ji gelên Rojhilata Navîn hêvî dikin ku bi ruhê cejnê û baweriyeke mezin pêvajoya ‘Avakirina Civaka Demokratîk’ pêşwazî bikin. Ji ber ku pirsgirêkên heyî yên civakî pêwîstiya xwe bi çareseriya bingehîn heye, kar û têkoşîna bi vê wateya mezin wê bi qasî îbadetê karekî xêrê be.

DIVÊ EM BI BAWERÎ, BIRYARDARÎ Û YEKÎTIYÊ SEKNEKÊ NÎŞAN BIDIN

Em di wê baweriyê de ne ku paşeroja Rojhilata Navîn wê li ser bingeha demokratîk a rastiya Kurd de pêk were ku xwedî hişmendiyeke kûr a hebûn û azadiyê ye. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk re wê avaniya civakî exlaqî, polîtîk û azad a gelên Rojhilata Navîn di nava şert û mercên heyî de pêk bîne, ‘Avakirina Civaka Demokratîk’ bi cih bîne. Em di wê baweriyê de ne ku şer, krîz û kaosa li Rojhilata Navîn bi destê netewe dewletan hatiye afirandin, wê bi Konfederasyona Gelan a Rojhilata Navîn a mezin ji holê bê rakirin ku li dora vê paradîgmayê bi pêş dikeve. Ji bo pêkhatina vê jî pêwîstî bi sekneke bi bawerî, wêrekî, bi biryar û yekîtiyê heye. Karê herî bi xêr ê cejnê wê xurtkirina yekîtiya me û gelên her^êmê be.

PIŞTEVANIYA BI SERDAN Û XÊRÊ

Di vê Cejna Qurbanê de divê em hîn bi xurtî xwedî li şehîdên xwe derkevin, bi rengekî girseyî serdana şehîdgehan bikin. Bi serdana girseyî ya li malbatên şehîd û girtiyan, divê em piştevaniya xwe nîşan bidin. Em bi bîr dixînin ku xêra ji bo xizanên Kurdistanî, xêra ji bo gelên li Rojava û Sûriyeyê yên di bin êrîşê de ne, wê bibe xêreke mezin.

Weke tevger em bi vî fikrî û van hestan Cejna Qurbanê li we pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku ji bo ‘Avakirina Civaka Demokratîk’ bixebitin. Em hêviya xwe careke din tînin ziman ku cejn aştî, edalet, xwişk, biratî û azadiyê ji gelan re bîne. Em bang li gelên xwe yên li herêmê dikin ku li eniya demokrasî û azadiyê têbikoşin. Bi wesîleya cejnê em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin. Em soza xwe dubare dikin ku daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelê Kurd bi serxistina ‘Avakirina Civaka Demokratîk’ bigihînin serketinê. Em careke din Cejna Qurbanê di serî de li gelê Kurd li hemû gelên Misilman û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Metirsî heye ku dengê hunermenda girtî Nûdem Dûrak bikeve!
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê Cejna Qurbanê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervana Ereb a fedaiya azadiyê: Bêrîtan Amanos

Şehîd Bêrîtan Amanos bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ'ê. Bêrîtan Amanos ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Rêber Apo bangeke dîrokî ya nû kir. Banga Rêber Apo di demek nêz de wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê ji bo şervanê QSD’ê Zagros konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo şervanê hêzên Komando Zagros (Mistefa Yûsif) ê 18'ê Adarê li ser erka xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Komara Demokratîk a Kongoyê hişyariya şewba Ebolayê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Pakistanê êrişa bombeyî: Herî kêm 19 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?