Li gel hilweşîna rejîma BAAS’ê nîqaşên li ser herêmê berdewam dikin û Îsraîlê leşkerên xwe li Çiyayê Hermon ê başûrê Sûriyeyê bi cih kirin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz telîmat da leşkerên Îsraîlê ku zivistanê li wê herêmê derbas bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê de hate ragihandin ku wê leşkerên Îsraîlê yên li Çiyayê Hermonê li wir bin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo dabînkirina ewlehiyê û mayîna leşkeran a li herêmê divê amadekarî werin kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku wê Îsraîl li Sûriyeyê bimîne.
Sektererê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hebûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê li hemberî yekîtiya Sûriyeyê weke zirarekê pênase kiribû. Her wiha Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric jî bal kişand ser Peymana 1974’an û destnîşan kir ku divê li Golanê çalakiyên ku zirarê bidin agirbest û aramiya herêmê pêk neyên.