În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Meclîsa Gelan şeş pîvanên ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê
Rojava

Ji Meclîsa Gelan şeş pîvanên ji bo Destûra Bingehîn a Sûriyeyê

Meclîsa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew amade ne bi tecrûbeyên xwe hevkariyê bi hemû aliyên neteweyî yên Sûriyeyê re bikin û şeş pîvan diyar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ibrahîm Esed û bi zimanê Erebî ji hêla hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo ve hate xwendin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ji bo siberoja Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk hin pîvan û rêgez destnîşan kirin. Di daxuyaniyê de ev rêgez hatin diyarkirin:

“1- Parastina serweriya Sûriyeyê: Îro ev pîvan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê binpêkirin. Êrişa li ser Bendava Tişrînê û berdewamiya dagirkeriya Tirk a herêmên Sûriyeyê li dijî qanûnên navneteweyî ye û êrişeke aşkera li dijî gelê Sûriyeyê ye. Ji ber wê jî divê hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe bigire ser milê xwe û dagirkeriyê sînordar bike, helwesta xwe li hember êrişên li ser xaka Sûriyeyê aşkera bike. Da ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin werin rizgarkirin, vegera ewle ya şêniyên wan herêman ku hîn li sirgûnê ne û ji welatê xwe koçber bûne û di çadiran de dijîn, misoger bike.

2- Sûc û kuştinên meydanî ku li herêmên din ên Sûriyeyê têne kirin, tirseke mezin di nav gelê Sûriyeyê de çêdike. Ji ber wê jî berdewamiya vê rewşê dê bi xwe re şerekî navxweyî bîne û encamên xirab ji siberoja Sûriyeyê re bi xwe re bîne. Lewra jî peydakirina ewlehiyê û parastina welatiyan erka hikumeta Şamê ye û divê tedbîrên pêwîst di zûtirîn dem de bên girtin.

3- Kongreya diyaloga niştimanî ya ku dê di dema pêş de were lidarxistin, divê îradeya hemû gelên Sûriyeyê derxîne holê û tu pêkhateyên Sûriyeyê neyên dûrxistin. Ji ber pêkanîna nûnertiya adil ji rêxistinên siyasî, civakî, pêkhateyên etnîk, olî û çandî pêwîste da ku bighêjin sazkirina peymana civakî ya hevbeş, ji ber vê yekê jî beşdarbûna partî û meclisên gelêrî pîvaneke sereke ye ji bo serkeftina vê kongreyê.

4- Jinên Sûriyeyê pêşengiya şoreşê kirin, berdêlên mezin dane, ji bo parastina welatê xwe şer kirin, koçber bûn û di qonaxa dawî de rastî karesatan hatin. Divê beşdarbûna jinan di kongreya diyaloga niştîmanî de bi awayekî adil û wekhev bi mêran re ji sedî 50 ji hejmara niştecihên li Sûriyeyê be. Ji ber wê ji mafê jinê ye bi rêjeya ji sedî 50 beşdarî kongreya diyaloga niştîmanî, hikumeta derbasbûnê û komîteya destûrî ku dê di siberojê de were avakirin bibe.

5- Ciwan stûna welatê me ne. Vê beşa civakê herî zêde di nava salên borî de berdêl dane. Ji ber wê jî gotina dawî di siberoja Sûriyeyê de ya wan be. Ji ber vê yekê jî beşdarbûna tevgerên ciwana û pêkanîna nûnertiyeke adil ji ciwanan re ji bo misogeriya mafên ciwanan di Sûriyeya siberojê de, girîng e.

6- Li ser vî esasî em dibînin ku divê komîteyeke amadekar a Kongreya Diyaloga Nîştimanî were avakirin da ku nûnertiya hemû hêzên ku li jor behsa wan hate kirin, bike. Ji bo ku kar li ser amadekirina mijarên kongreyê bi awayekî hevbeş bike û nexşerêyê xêz bike.

Em wek Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî tecrubeya xwe ya qonaxa dawîn amade ne ku bi hemû aliyên niştimanî yên sûrî re hevkariyê bikin û beşdarî diyalog û avakirinê bibin. Ji ber ku tecrûbeya xwerêveberiyê tevî hemû kêmasî û şaştiyan, di hemû waran de pêşengtî kir û ew tecrûbeyeke pir serkeftî ye, ji ber ku rewşa hemû gelê Sûriyeyê diyar kir û dikare bibe bingeha Sûriyeya nû.

Li ser vî esasî em ji gelê xwe re radigihînin ku ji bo pêkanîna aramî, aştî, azadî, edalet û demokrasiyê em ê berpirsyariyên ku dikevin ser milê xwe hilgirin û ji bo bidestxistina destûreke niştîmanî demokratîk ku mafên hemû gelê Sûriyeyê bêyî cûdahî misoger bike, bixebitin.

Her wiha em bang li hemû aliyên sûrî dikin ku hevkarî, koordînasyonê û diyalogê bikin da ku em welatê xwe ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin.

Di dawiyê de em lehengiya QSD`ê û YPJ`ê ji bîr nakin û em berxwedana wan a dîrokî û parastina xaka Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, silav dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gorî CPJ’ê li cîhanê zêdeyî 360 rojnamevan girtî ne
Nûçeya Pişt re Leyla Guven: Em xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên Abdullah Ocalan derdikevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Rojava şevê bi nobetê derbas dikin

Gelê Rojavayê Kurdistanê ewlehiya bajar û taxên xwe li hemberî astengiyên heyî bi awayekî rêxistinî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber guhdarîkirina strana Kurdî hatin binçavkirin

Li navçeya Altieylul a Balikesîrê 3 karkerên înşeatê ji ber ku li parkê guhdariya muzîka…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê serdanên sersaxiyê ji bo malbata şehîd Firat Kûşak

Ji bo gerîlayê HPG'ê Firat Kûşak (Şerwan Wan) êw li Herêmên Parastinê yên Medyayê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Rojava destpêkê cejna şehîdan pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Newroz û berxwedana berdewam a Kurdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê agirê Newrozê tevî baranê jî hat pêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?