Li Tirkiyeyê sekna desthilatdariyê ya binpêkirina biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) xwe di rêveberiyên girtîgehan de jî nîşan dide. Mînaka dawîn a vê nasnekirina hiqûqê li Girtîgeha Hejmar 6 a Tîpa T a Marmarayê rû dide. Tevî ku AYM’ê birdar da ku çavdêrîkirina kawîşên girtîgehan û qadên hevpar a bi kamerayan ya 24 saetan binpêkirina mafî ye jî hirtiyên siyasî li hemberî israra ferzkirina rêveberiya Girtîgeha Hejmar 6 a Tîpa T a Marmarayê a di gereva birçîbûnê de ne. Destgirtiya Oktay Kelebek ê yek ji van girtiyan Başak Kavrûker ji ANF’ê re axivî. Başak Kavrûker diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî şekir û çayê nade Oktay Kelebek ê ku li dijî derzkirina çavdêriya bi kamerayê ev 33 roj in di greva birçîbûnê de ye.
‘RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHAN JÎ BIRYARÊN AYM’Ê BINPÊ DIKIN!’
Başak Kavrûker di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku kawîşên Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) 24 saetan bi kamerayan tên çavdêrîkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Heya cihê razanê, cihên xwarinê û deriyên tuvaletan jî tên çavdêrîkirin. Ev yek tê wateya taciz û binpêkirina jiyana taybet.’’ Başak Kavrûker diyar kir ku Parlamentera DEM Partiyê û Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî vê sepanê di sala 2026’an de ji AYM’ê re serlêdanek kiriye û got ku piştî vê serlêdanê AYM’ê biryar daye ku çavdêriyeke bi vî rengî ‘’binpêkirina jiyanê ye’’ lê belê tevî vê yekê jî li Girtîgeha Marmarayê vê ferzkirinê bi awayekî kêfî didomîne.
Başak Kavrûker piştre destnîşan kir ku destgirtiyê wê Oktay Kelebek jî di nav de gelek girtiyên siyasî li dijî vê sepana dermirovî greva birçîbûnê dane destpêkirin û got: ‘’Li Girtîgeha Hejmar 6 a Tîpa T a Marmarayê bi giştî girtiyên edlî tên ragirtin û ew vê çavdêrîkirina bi kamerayan ji xwe re nakin pirsgirêk. Lê belê ev saleke dawîn e êdî girtiyên siyasî jî dibin wê girtîgehê û têkildarî vê mijarê protesto dest pê kirine. Ji bilî Oktay ESP’yiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Marmarayê re hatine sirgûnkirin li dijî vê ferzkirinê greva birçîbûnê dan destpêkirin lê belê ew di greva dorveger de ne.’’
‘DI NAVA 33 ROJAN DE 15 KÎLO DANE’
Başak Kavrûker a ku herî dawiyê di 8’ê Nîsana 20262an de çûye hevdîtina Oktay Kelebek, da zanîn ku rewşa tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe. Başak Kavrûker anî ziman ku Oktay Kelebek gelekî kîlo dane, zeîf bûye û got: ‘’Oktay ev 33 roj in di greva birçîbûnê de ye lê belê di nava vê demê de tam 15 kîlo dane.
Oktay, di sala 2024’an de li dijî şert û mercên tecrîdê yên Girtîgeha Tîa Bîran a Bûcayê jî 181 rojan ketibû greva birçîbûnê. Di 20’ê Adara 2025’an de demeke kurt piştî berdanê vê carê jî di 14’ê Cotmeha 2025’an de di encama îfadeyên çeteyên tiryakê de ku li hemberî wan têdikoşe dubare hate girtin û li dijî ferzkirina çavdêriya bi kamerayan greva birçîbûnê ya bêdawî da destpêkirin. Li gorî raporên TTB’ê, piştî grevên birçîbûnê yên demdirêj ji bo ku laşê mirovî were ser xwe divê 2 sal û nîv û 3 sal derbas bibin. Lê belê beriya ku tenduristiya Oktay hinekî baş bibe û bi ser de jî piştî ku ji kisîkê zirava xwe emeliyat bûbû dubare bi dosyayeke komployê hate girtin. Dema ku min herî dawiyê ew dît, gelekî zeîf bûbû û li serzimanû laşê wî birîn çêbibûn.’’
‘JI MUDIRÊ YEKEMÎN ÎTÎRAF: EM Ê ŞEKIR Û ÇAYÊ NEFIROŞIN KESÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’!
Başak Kavrûker diyar kir ku ji destgirtiyê wê Oktay Kelebek re ji dema ku dest bi greva birçîbûnê kiriye ve şekir û çay nayên dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Di grevên birçîbûnê de ji ber ku şekirên hebî dibin sedema dilxelînê şekirên nerm û çayên nebatan tên xarin û vexwarin. Ev şekir û çay jî li kantînên girtîgehan tên firotin. Lê belê van yekan bi awayekî kêfî nadin. Ez dibêjim kêfî ji ber ku Midûrê sereke yê Girtîgeha Hejmar 6 a Tîpa T a Marmarayê du rojan beriya niha ji Oktay re bi awayekî eşkere gotiye ku ‘Em ê çay û şekirê nefiroşin girtiyên di greva birçîbûnê de ne.’ Dema ku Oktay jî sedema vê yekê dipirse jî midûrê sereke jêre gotiye ku ‘Li AVM û kolanan kamera hene ev nabe pirsgirêk, hûn wan nagirin.’ Li hemberî vê yekê jî Oktay jêre gotiye ku ‘Ez rojê 24 saetan neli AVM’yan me yan jîli kolanan najîm. Lê belê ez rojê 24 saetan li vir dijîm.’ Bi rastî jî girtîtiyê vediguherînin êşkenceyekê.’’
Başak Kavrûker di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê derheqê Girtîgeha Hejmar 6 a Tîpa T a Marmarayê ya ku bi awayekî kêfî çay û şekirê nade girtiyan de serlêdana sûcî kiriye, da zanîn li hemberî vê sepana kêfî li ser medyaya dijîtal X’ê ji girtîgehê re banga şandina çay û şekirê kiriye û bang li her kesî kir ku piştevaniyê bidin.

