În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!
Jin

Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya 21'ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand û diyar kir ku di vê demê de ji bo çarenûsa gelê Kurd bûyerên girîng diqewimin. PAJK'ê banga tevlîbûna li Newrozê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya PAJK’ê ku li malpera wê ya înternetê pajk.online hate weşandin bi vî rengî ye:

“Em Cejna Newrozê ya ku li dijî zilmê berxwedanê, li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî serdestiyê mizgîniya bihara gel û jinan dide, di serî de li gelê Kurdistanê û li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Newroz têkoşîna gelê Kurd a di bin pêşengiya jinan de tenê ne cejneke e, bûya sembola vejîn, berxwedan, ji nû ve zayîn û navê jiyana azad. Di şexsê hevrê Zekiye Alkan, Rehşan Demirel, Mazlum Dogan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan de yên ku di rêya afirandina jiyanek azad de benda xwe veguherandina agirê Newrozê, hemû şehîdên xwe yên Newrozê bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin.

Îsal, em di serdemeke welê de Newrozê pêşwazî dikin ku bi bûyerên çarenûsa Kurdistanê diyar bike diqewimin. Gelê Kurd careke din li dijî hêzên serdest ên ku statuya wan paşguh dikin rabûye ser piyan, yekîtiya xwe ava kiriye û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê seferber bûye. Berxwedana jinên Kurd çalakiyên kûrevî bandor kir. Li hemberî pergala zordar û dagirkeriyê berxwedaniya xwe kêlî bi kêlî hûnandin. Rêber Apo ku mîmarê şoreşa me ye gelê kurd li dora van nirxên hevpar kir yek û bi şoraşa jinan re rizgariya demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn veguherand sîsemekê, berpirsyartiya van pêşketina dubare hilgirt ser milê xwe; gelê kurd ji lepên qirkirinê rizgar kir û di Rojhilata Navîn de kir hêza herî diyarkar. Bi bangewaziya xwe ya aştî û civaka demokratîk re mizgîniyek nû daya gelê kurd. Ji bo hemû gel bi hev re azad û di nav derfetên jiyanek wekhev û demokratîk de bijîn manifestoya xwe bi vê bangawaziyê pêş xist. Bi vê wesîleyê em Newroza Rêbertiya xwe yê ku her tim bi pêşketinên nû biharê bi me dide jiyandin pîroz dikin.

Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dikeve sala xwe ya duyemîn. Piştî Newrozê, dewleta Tirkiyeyê bi îhtîmaleke mezin dê qanûnên entegrasyona demokratîk bîne rojeva Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM). Mafê hêviyê û bicîhanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî jî di rojeva wan de ne. Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê qanûnên ku rê li ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin werin derxistin û statuya muzekerevanê me yê sereke Rêber Apo were zelalkirin. Em jin jî dê bi têkoşîn û çalakiyên xwe vê Newrozê bikin Newrozeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike.

Em îsal bi kaosa Rojhilata Navîn re dikevin Cejna Newrozê ya ku ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sembola vejînê ye. Ji aliyekî ve polîtîkayên hêzên statukoparêz gelên herêmê dixeniqînin; ji aliyê din ve jî hêzên hegemonîk ku kapîtalîzma hov temsîl dikin, careke din gelên herêmê dixe nav dorpêçekê. Di encama vê dorpêçê de ya ku dikeve para gelan mirin, koçberî û wêrankirina aborî ye. Jin, wekî beşa herî zêde ji vî şerê bandor bûye di riyên koçberiyê de, di kampan de ji bo yên ku şer dikin weke xenîmeta sereke ya şer tên dîtin. Ger di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de encam were bidestxistin di şerê ji nû ve dîzayînkirina Rojhilta Navîn de piştî Sudan, Suriye, Yemen, Afganistan- Pakistanê niha jî li ser Îranê êrîş dijwar bûne. Bi van êrîşan re tê xwestin hemû herêmê bixin bin serweriya xwe, ji bo pergala hegemon xwe û paradigmaya xwe bi cih bike hemû riyan dicerîbîne. Bi taybet li Îranê ku rewşa Kurdan tê nîqaşkirin, li hemberî Kurdan nêzîkatiyên pragmatist jî berdewam dike. Par, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi awayê herî bi heybet Cejna Newrozê pîroz dikirin, lê mixabin îsal di nav şert û mercên şer ên dijwar de Cejna Newrozê pêşwazî dikin. Lê belê li ser bingeha avakirina jiyanek nû ya ku Rêber Apo wekî xeta 3’mîn formule kiriye, hem li dijî statukoyê û hem jî li dijî hêzên serdest berxwedana xwe didomînin û bi vê berxwedanê, bi pêkanîna yekîtîya di navbera hemû gelên Îranê de pêşengîyê dikin. Ji bo avakirina yekîtîyeke demokratîk a Îranê ya li ser bingeha mafên gelê Kurd, têkoşîneke bênavber tê meşandin.

Di dînamîkên şer û kaosê de, jin baskê herî bibandor ê berxwedan û têkoşînê ne. Jinên ku 8’ê Adarê bi armanca ku sedsala 21’an bikin sedsala jinan pîroz kirin, li her derê herîkin qadên çalakiyê. Ew bûn kevirê bingehîn ê têkoşîna hebûn û azadiyê. Ew ji bo felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” şênber bikin û bigihînin asteke azadîxwaz her tim di nav çalakiyan de bûn. Jin weke kirdeyên damezrîner ên sosyalîzma demokratîk, cihê xwe li ser dika dîrokî wekî avakerên jiyanek azad û wekhev a li dijî serdestiya mêr girtin. Şoreşa jinan a Rojava û serhildanên Jin Jiyan Azadî yên Rojhilatê Kurdistanê di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên Kurd de roleke sereke lîstin. Hemû jinên li çar aliyê cîhanê li dora nirxên azadiyê kir yek. Helwesta ku di 8’ê Adarê de hat raberkirin ji her kesî re da nişandan ku ka asta têkoşîna jinan gihiştiye kîjan astê. Em di pêvajoyekê de ne ku jinên Kurd dê careke din rola xwe wekî pirek azadiyê bilîzin ku ji 8’ê Adarê heta Newrozê dirêj dibe. Em bawer dikin ku bi rihê berxwedanê, hêza hevgirtin û tifaqê, helwesta siyasî û rêxistinî ku jinan derxistiye holê wê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê. Bi wesîleya Newrozê, em careke din teqez dikin ku em ê li dijî şer û kapîtalîzma hovane aştî û jiyanek demokratîk ava bikin. Wek jin, em soza xwe nû dikin ku em bibin damezrîner û pêkanînerên modernîteya demokratîk, teoriya bingehîn a Rêberê me di destpêka sosyalîzmê de jiyanek azad diyarî mirovahiyê kiriye. Jin dê careke din di Newrozê de pêşengiya hemû çalakiyan bikin û bibêjin “Niha Dema Jina ye.” Li ser vê bingehê, em careke din cejna Newrozê ya hemû gelan, bi taybetî jî ya gel û jinên Kurdistanê pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşmeya “Yekîtiya Demokratîk a Kurd û Azadiya Fizîkî ji bo Rêber Apo” biherîkin qadên Newrozê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî
Nûçeya Pişt re Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gorî NY’ê Rûsya 79 leşkerên Ukraynî yên dîlgirtî înfaz kir

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja duşemê daxuyaniyek da û înfazkirina leşkerên Ukraynî ya ji aliyê hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku ew ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re bi dawî bû

Hevdîtina 2,5 saetî ya Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?