În, 11 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Abdullah Okur kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 117’an a Komkujiya Gar a Enqereyê daxwaza edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e
Kurdistan

Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku ew ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ seferber bûne û bang li her kesî kir ku di 13’yê Cotmehê roja Yekşemê de li Amedê bin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiyên pêngava ku bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd di qada navneteweyî de hatibû destpêkirin, didome. Li ser vê bingehê, di salvegera komployê de di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên girseyî bên lidar xistin. Tê plankirin ku di 13’yê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin bê lidarxistin û tevlîbûneke girseyî çêbibe.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, têkildarê ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku wê li Amedê bê lidar xistin ji ANF’ê re axivî û ev tişt gotin, “Ev tecrîd di sala 1999’an de dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û xistin navenda êşkenceyê ya Îmraliyê, destpê kir. Tecrîd di nava çar salên dawî de gelekî girantir bûye. konseptek xistin meriyetê. Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire de, ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî statû, pêvajoyek hatiye destpêkirin. Di rastiyê de ev pêvajo ne tenê kurdan di heman demê de gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bi awayekî cidî bandor kiriye.”

‘AZADIYA BIRÊZ OCALAN, AZADIYA GELAN E’

Şahîn, anî ziman ku li Rojhilata Navîn li şûna şerên wekîltî rasterast pêvajoya şer destpêkiriye û wiha got, “Me her tim got; Birêz Ocalan temînata aştiyê ye. Me bi awayekî eşkere got ku tecrîda li ser wî tê ferzkirin, ji bilî kûrkirina şer nayê ti wateyê. Ji ber vê jî ji tecrîdê zêdetir divê em li ser azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Di 13’yê Cotmehê de em ê li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê li dar bixin. Me vê mîtîngê weke ‘Mîtînga Azadiyê’ pênase kir. Em bi dirûşmeya “Bê azadî aştî nabe” ketin rê. Ji bo vala derxistina Komploya Navneteweyî û tecrîdê em xebatên xwe yên ji bo mîtîngê didomînin.

Em girîngiyeke mezin didin vê mitîngê. Erdnîgariya Rojhilata Navîn di nava kaoseke cidî de ye û tenê rêya xilasiya ji vê kaosê, di nava aştiyê de jiyîne. Weke ku hûn jî dizanin, paradîgmaya Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bû model û li cîhanê jî nîqaşên cidî li ser tê meşandin. Hewldanên çar welatan ên ji bo qedexekirina vê modela ku cîhan li ser nîqaş dike, balkêş e. Sed sal in me dît ku sînorên ji aliyê feraseta netewe dewletê ve hatine avakirin çawa gelan ji hev veqetandine. Lê paradîgmaya Birêz Ocalan nîşanî me dide ku gel çawa dikarin bi statûya xwe bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin vê mîtîngê; Ev dê ji bo me bibe mîladek.

Em dibêjin divê dawî li tecrîda girankirî ya 25 sal in tê meşandin bê anîn, sîstema heyî ya hiqûqê bê xebitandin û eger aştî were Rojhilata Navîn divê ev aştî di nuqteya rast de bê birêxistinkirin. Em careke din destnîşan dikin, Bêyî azadî aştî nabe. Azadiya Birêz Ocalan tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û bi taybetî jî ya gelê Kurd. Pêwîste em di her şert û mercî de û li her qadê qala azadiya Birêz Ocalan bikin.”

‘MITÎNGA AMEDÊ WÊ BIBE MITÎNGA AZADIYÊ’

Abbas Şahîn ji bo mitîngê banga tevlîbûnê kir û wiha got, “Em hemû gelê xwe, vedixwînin mitînga Amedê. Me behsa girîngiya vê mitîngê kir. Ji Tirkiye û Kurdistanê wê tevlîbûnên girseyî çêbibin. Bi rastî jî wê bibe mitînga azadiyê. Ji ber ku helwesta gel ya li vir wê pêvajoya pêş diyar bike, divê hemû hesasiyetên xwe nîşan bidin. Ji bo azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd pêk were, divê tecrîda navneteweyî were şikandin. Divê azadî pêk were, divê Birêz Ocalan azad be. Ji bo vê jî em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13’yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê lidar bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DFG: Zextên li ser çapemeniyê zêde bûn
Nûçeya Pişt re Li Şamê di êrîşê de zavayê Nasrallah jî di nav de 4 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk bombe li gundê Guherzê barand, şewat derket

Li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, di encama bombebarana dewleta Tirk de şewat…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê dema girtinê ya 3 Kurdan dirêj kir

Dewleta Îranê biryar da ku sê çalakvanên Kurd ên di şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de…

Ji aliyê Stêrk TV

3 sal cezayê girtîgehê dan rojnamevan Silêman Ehmed

Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?