Di demekê de ku li bendê ne ji bo statuya Rêber Apo ku sermizakerekarê çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd e gav bên avêtin; bangkirina 20 ciwanên ku di meşa “Ji bo aştiyê gav bavêje” ya Rêxistina Bajarê Stenbolê ya Partiya DEMê de dirûşma “Bijî Serok Apo” avêtibûn bo îfadeyê li Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê, bû sedema bertekan. Di Newroza 2026’an de, ji ber ku li ber posterê Rêber Apo wêne girtine, bi dehan kesên ku di nav de zarok jî hebûn bi êşkenceyê hatin binçavkirin û girtin. Hilbijartina ciwanên dirûşm avêtine wekî hedef, nakokiya navbera gotin û pratîka derbarê pêvajoyê de careke din nîşan da. Parêzerê OHD’î Ferat Bogatekîn ku pêvajoya hiqûqî ya girtiyên Newrozê û ciwanên bo îfadeyê hatine bangkirin dişopîne, mijar ji ANFyê re nirxand. Bogatekîn bal kişand ku mixabin ew geşedanên siyasî yên derbarê pêvajoyê de di nêzîkatiya darazê de nabînin.
ZAROKÊN KU HATIBÛN BERDAN BI ÎTÎRAZA DOZGERIYÊ DÎSA HATIN GIRTIN
Parêzer Ferat Bogatekîn diyar kir ku di meşa “Ji bo aştiyê gav bavêje” ya Partiya DEM’ê ya li Kadikoya Stenbolê de, du ciwanên ku bi hinceta dirûşma “Bijî Serok Apo” avêtine hatibûn binçavkirin hatine berdan, lê 20 ciwanên din di rojên paşê de bo îfadeyê hatine bangkirin. Bogatekîn agahî da ku hinek ji kesên piştî Newroza Yenîkapiyê ya 2026’an bi serdegirtina malan hatibûn girtin hatine berdan, lê hinek hîn di girtîgehê de ne û wiha got: “Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê, di 24 û 27’ê Adarê de bi operasyonên serê sibê bi ser malên gelek muwekîlên me de hat girtin. Heta di van serdegirtinan de îşkence li muwekîlên me yên zarok û mezin hat kirin; kesên ku serê wan hat şikandin û hatin binçavkirin hebûn. Di encama serdegirtinên 24’ê Adarê de 38 kes hatin binçavkirin û 10 muwekîlên me ku yek jê zarok bû hatin girtin. Di operasyonên 27’ê Adarê de jî 3 jê zarok bi giştî 12 kes hatin girtin. Di 28’ê Adarê de jî 2 muwekîlên me yên ku di serdegirtinên berê de li malên xwe nehatibûn dîtin hatin girtin. Derbarê kesên di 27’ê Adarê de hatin binçavkirin û girtin de îddianame hat amadekirin û doz hat vekirin, ji aliyê dadgehê ve hatin tahliyekirin. Lê belê yên ku di 24’ê Adarê de hatine binçavkirin hîn di girtîgehê de ne. Dosyeya 4 muwekîlên me yên temenê wan piçûk e hat veqetandin. Heta di meseleya wan de rewşeke balkêş çêbû: Zarokên ku bi îtîraza li dijî girtinê hatibûn berdan, li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hatin girtin. Zarok niha di Girtîgeha Çorluyê de ne û dosyeya wan hîn li bendê ye.”
‘TEVÎ SÛC TUNEYE JÎ MUWEKÎLÊN ME DU MEH IN GIRTÎ NE!’
Bogatekîn diyar kir ku muwekîlên wî bi hinceta di Newrozê de posterê Rêber Apo hilgirtine, li ber posterê wêne kişandine û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirine ji ber “propagandaya rêxistinê kirine” hatine girtin. Bogatekîn bi bîr xist ku ev dirûşme ji aliyê Dadgeha Bilind ve di çarçoveya azadiya ramanê de hatiye nirxandin û got, “Posterên Ocalan di bin çavdêriya polîsan li qada Newrozê hatin danîn, lê yên ku li ber posterê wêne kişandin ji nişkê ve bi hinceta ku ew di çalakiyek neqanûnî de ne, hatin binçavkirin û di çarçoveya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ de hatin girtin. Yanî muwekîlên yên ku di nav de zarok jî hene me tevî ku li holê tu sûc tuneye jî bi mehan girtîne û ev yek nayê qebûlkirin. Her wiha aliyê wê yê siyasî jî heye. Hûn jî dizanin, pêvajoyek berdewam dike lê mixabin, em pêşketinên di siyasetê de di qanûn û darizandinan de nabînin.
Bifikirin ku di demeke ku nîqaş li ser koordînatoriya statûya Birêz Ocalan têne kirin de, meqemên darazê û hêzên ewlehiyê wêneyê li ber posterê Birêz Ocalan hatiye kişandin krîmînalîze dike. Jixwe dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li Dadgeha Bilind bi biryara beraetê bi encam bûye lê di Newrozê de an jî di çalakiya ‘Gavek ji bo Aştiyê’ ya DEM Partiyê de ciwan ji ber vê dirêşmeyê hedef tên girtin. Ev bi tevahî nakok e. Ciwanên ku diçin qada Newrozê dibe ku bixwazin li ber afîşên li wir wêneyan bigirin. Ev tê krîmînalîzekirin û wekî sûc tê hesibandin û mixabin muwekîlên me bi qasî du meh in bi neheqî ji azadiya xwe bê par hatine hiştine.”
‘DI DARIZANDINAN DE HÎN JÎ PIRSGRÊKA KURD TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN!’
Bogatekîn anî ziman ku ne tenê di şahiyên Newrozê de di darizandinên giştî de jîn jî pirsgirêka Kurd tê krîmînalîzekirin. Bogatekîn anî ziman ku ev nêzîkatî divê biguhere û wiha got: “Ji ber ev serdema aştî û lihevhatinê ye û rêxistin xwe fesixkiriye, herî kêm divê rayedarên dadwerî ya li hember dozên siyasî xwe biguherîne. Mixabin heta niha rewşek wisa çênebûye. Berevajî vê, hin dadgeh zêde cezayan didin. Heta di darizandinan de helwestên xwe yên berê didomînin. Ev nakokî ye, lê mixabin ev rewş berdewam dike. Nerîna min a şexsî bi taybetî têkildarî girtinên Newrozê, ji ber beşdarbûna zêde ya pîrozbahiyên li Stenbol û Amedê nerehetiyek çêkir. Bi taybetî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên ku pîrozbahiyên Newrozê hedef girt bandor li rayedarên dadweroyê jî kir. Polîtîka gîzer û dar dimeşîne. Ji aliyekî ve pêvajo berdewam dike, lê ji aliyê din ve ciwanên ku çalakiyên aştiyê organîze dikin an jî beşdarî wan dibin hewl didin bi destê dadweriyê ve têne bêdengkirin û tirsandin. Teqez ev ne nêzîkatiyek rast e. Muwekîlên me di serdegirtinên malan ên piştî Newrozê de bi lêdan û îşkencekirin hatin binçavkirin, malbatên wan hatin tirsandin û ev nîşan dide ku beşek di nav dadwerî, hêzên ewlehiyê û siyasetê de hîn jî di rêbazên zextê de israr dikin.”

