Serokwekîlê Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku ji bo krîza li siyaseta Tirkiyeyê ji holê bê rakirin divê di meseleya Kurd de gavên pratîkî bêne avêtin, muzakere demokratîk bibe, statuya hiqûqî li Îmraliyê bê misogerkirin û qanûneke taybet bê derxistin ku her kesî vehewîne.
Temellî işaret bi nîqaşên li ser pêşniyarên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir û destnîşan kir ku statuya hiqûqî ya aliyên muzakereyê bi diyarkirina li ser zemîna hiqûqê dibe.
Sezaî Temellî ragihand ku daxuyanî bi nêta baş hatin dayin, lê belê li holê karek nîne û diyar kir ku ya li Îmraliyê niha heye tecrîdeke qismî ye. Temellî biryara “Bêhukmiya Teqez” a têkildarî CHP’ê hatiye dayin jî weke mînakeke nû ya girêka krîza siyasî ya li Tirkiyeyê pênase kir.
‘PRATÎK NÎNE, MESELE JÎ EV E’
Sezaî Temellî ragihand ku siyaseta Tirkiyeyê salên dûr û dirêj e di nava krîzeke mezin de digevize û destnîşan kir ku stratejiya derketina ji nava vê krîzê bi daxuyaniya 27’ê Sibata 2025’an a ji Îmraiyê hate destnîşankirin. Temellî got, “Siyaseta Tirkiyeyê hîn jî ev daxuyanî bi têrkerî fêhm nekiriye. Eger fêhm kiribûya li siyasetê wê îro axaftin li ser tiştên gelekî cuda bihata kirin. Piştî pêvajoya ku bi gava 27’ê Sibata 2025’an re destpê kir, gavên girîng hatin avêtin. Li dû kongreya PKK’ê û biryara fesixkirinê bi şewitandina çekan re îradeya tevlîbûna li nava siyaseta demokratîk hate nîşandan. Piştre jî vekişîn pêk hat. Komîsyona ku piştî gavên cihê baweriyê ava bû, di nava heft mehan de raporek amade kir. Xalên şeşemîn û heftemîn ên raporê ji bo destpêkê gavên girîng e.”
Temellî diyar kir ku partiya wan di vê pêvajoyê de bi înîsiyatîf û berpirsyariyeke mezin rabû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Weke DEM Partî me berpirsyariyeke gelekî mezin bi cih anî û em ê bi dewamî bi cih bînin. Lê mixabin siyaseta Tirkiyeyê bi rengekî giştî bi berpirsyariyê ranabe, bi rengekî cidî nêzîk nabe. Gelek daxuyaniyên ku dema dawî hatin dayin hêja ne, lê belê pratîk, kar nîne; mesele jî ev e. Heman piştî daxuyaniyên Birêz Ocalan ên 27’ê Sibata 2025’an yekser gav hatin avêtin. Aliyê hember timî di pratîkê de israr kir, lê li aliyê din tiştek nabe. Eşkere ye ku bi baskekî firandin nabe. Nepêkan e ku bi gotinên ji nêta baş pêşketin çêbibe.”
‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE NAVLÊNEKIRÎ HEYE’
Temellî rewşa heyî weke rewşeke lêgerînê ya bê dawî ya desthilatdariyê pênase kir û anî ziman ku ev pêvajo bi rengekî mecbûrî ber bi demeke rawestîn ve hatiye dehfdan. Temellî got, “Divê lêgerîn êdî bigihêje encamê, rê nîşanî desthilatdariyê bide û desthilatdarî jî weke meqama bicihanînê divê êdî gavê biavêje. Gelo ev lêgerîn wê hîn ji çend cejnan re bimîne? Ev rewş di nava civakê de dibe sedema meseleyeke baweriyê. Dema ku mirov daxuyaniyên Birêz Bahçelî, Birêz Ozel û Serokkomar datînin gel hev, di nava yek ji wan de jî nêteke nebaş nayê dîtin. Lê belê ev nêzîkatiyên di nava van lêgerînan de nagihêjin encamê, halbûkî diviyabû bigihîşta encamê.”
Sezaî Temellî diyar kir ku divê muzakere demokratîk be, alî xwedî mafên wekhev bin, statuya wan a hiqûqî diyar bibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Eger muzakereyek tê meşandin, heta ku ew muzakere ne demmokratîk be jê re muzakere nikare bê gotin. Eger em karibin pêvajoyê demokratîk bikin, hingî wê gavên erênî yên ji bo bersivdayina li siyaseta Tirkiyeyê bêne avêtin. Demokratîkbûn jî bi mafên wekhev ên aliyên muzakereyê, bi diyarkirina statuya wan a hiqûqî ya li ser zemîna hiqûqê dibe. Li Îmraliyê tecrîdeke qismî heye ku nav lê nehatiye kirin. Gotin ‘Tecrîd bi dawî bû’, lê belê heyeta me nikare bi rêk û pêk biçe. Nediyar e bê kengî biçe; rêk û pêk nîne. Ji bilî heyet kes nikare biçe.”
‘YA KÊM MAYE STATUYA HIQÛQÎ YA ALIYAN Û QANÛNA TAYBET E’
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku partiya wan ew partî ye ku bi înîsiyatîfa herî xurt rabûye û ragihand ku mercên kar û jiyanê yên li Îmraliyê divê bêne azadkirin. Temellî got, “Ji roja destpêkê ve me got, em bi Birêz Ocalan re ne. Li gel vê yekê jî DEM Partî nikare biçe giravê. Halbûkî ji bo muzakere li ser zemîneke demokratîk bê meşandin gelekî girîng e ku statuya hiqûqî bê diyarkirin, mercên kar û jiyanê bêne azadkirin, bibe xwedî derfetê şêwirmendî û her cûre diyalogê. Ev gav bêyî derengmayinê divê bê avêtin. Mafê Hêviyê dihate nîqaşkirin, niha nayê nîqaşkirin. Ji gotinên destpêkê dihatin gotin wêdetir, em dibînin ku tê gotin, wê mercên mehkûmiyetê dewam bike û ber bi asteke ku çekdanînê bide pêkanîn ve tê kişandin. Ji vê re muzakere nayê gotin.
Çekdanîn girîng e, lê belê her tişt danîna çekan nîne. Rêxistinê ji xwe bi biryara kongreyê xwe fesix kir û ev deklarasyon ragihand; bi şewitandina çekan re jî ev biryardarî nîşan da. Niha ya kêmaye statuya hiqûqî ye, sererastkirina qanûnî ye ku jê re ‘qanûna taybet’ tê gotin ku her kesî bigire nava xw,e vê meseleyê jî derbasî qada siyaseta demokratîk bike. Nêzîkatiya me ev e, lê belê hîn jî em siyasetekê nabînin ku bi vê perspektîfê nêzî meseleyê ddibe. Hem li nava desthilatdariyê hem li nava hevkarê wê hem jî li nava muxalefetê feraseteke welê heye ku hewl dide meseleyên bi perspektîfên cuda yên siyasî bike amûrek. Ev mesele divê weke amûrekê neyê bikaranîn û bi feraseteke di ser partiyan re bê nirxandin.”

