Partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û komeleyên pîşeyî bertek nîşanî biryara “butlana teqez” a ku ji bo 38’emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê hat dayîn, dan. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku ev biryar destwerdana jiyana siyasî ya demokratîk e û hat destnîşankirin ku dadwerî bûye amûrek dîzaynkirina siyasetê.
Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) di daxuyaniyê de ragihand ku ew biryarê nas nake. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi destê dadweriyê destwerdana partiya sereke ya muxalefetê hat irin û ev biryar zirarê dide nirxên demokratîk û rêgezên dewleta hiqûqî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara dadgehê bi hincetên hiqûqî nayê ravekirin û daxuyand ku ev biryar hewldanek tasfiyekiriya siyasî ye û got, “Em ê heta dawiyê li hember vê biryarê û êrîşa Qesrê ya dijî şoreşê li ber xwe bidin. Em ê tu carî kesekî ku bi destûra desthilatê bê li ser kursiya CHP’ê rûnê, ji hêla siyasî ve nas nekin.”
Partiya Çepên Kesk jî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ev biryar hewldaneke desthilatê ye ku bi destê dadweriyê siyasetê dîzyan bike ye. Di daxuyaniyê de biryar wekî destwerdanek eşkere li hemberî siyaseta demokratîk û hewldanek ji bo wesayeta li ser îradeya gel û “derbeyek dadweriyê” bi nav kir û wiha hat gotin, “Tiştê ku pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye ne ku bi operasyonên dadweriyê muxalefetê tazfiye bike, lrêz nîşanî îradeya gel bide û siyaseta demokratîk û aştiya civakî misoger bike.”
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di daxuyaniya xwe de biryar wekî “derbeya li dijî siyasetê” bi nav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryara butlana teqez tê wateya destwerdaneke giran li mafê dengdan û hilbijartinê, û azadiya rêxistinbûnê.
ÎHD’ê daxuyand ku biryar ne tenê li hemberî partiyên siyasî, li hemberî komeleyan û sendîkayan gefek e û got, “Wekî parêzvanên mafên mirovan, em diyar dikin ku vê biryara ‘butlana teqez’ li dijî rêgezên mafên mirovan, demokrasî û ewlehiya hiqûqî dibînin û em bang li dadweriya Tirkiyeyê dikin ku ji vê xeletiyê vegerin.”
Baroya Stenbolê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar destwerdaneke xeternak a li jiyana siyasî ya demokratîk e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku saziyên dadwerî û hiqûqê wekî amûrek ji bo dîzaynkirina qada siyasî tê wateya destwerdaneke eşkere ya li dijî destûra demokratîk.
Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilat ji bo tepeserkirina muxalefetê û civakê dadweriyê wekî amûrekî bikar tîne. KESK daxuyand ku biryara “butlana teqez” derbeyek eşkere ye li ser siyaseta demokratîk, e û ev biyar cûreyek din a polîtîkayên qeyûm e ku îradeya gel desteser dike.
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ê tu carî dev ji parastina demokrasî, edalet û îradeya gel a li dijî hewldanên bi destê dadweriyê siyasetê dîzayn bike û destwerdanên dij demokratîk bernedin.”

