Abdullah Altûntaş ku 32 salan girtî hate hiştin, ji Girtîgeha Kocaeliyê hate berdan.
Altûntaş ku li gelek girtîgehan hate ragirtin, dema ji girtîgehê derkret ji aliyê malbat, xizmên xwe û rêveberên MATUHAYDER’ê ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.
Abdullah Altûntaş weke nîşaneya azadiyê kevok firand.
Girseya gel a li ber girtîgehê li hev civiya piştre bi konvoya ji wesayitan ji qadê çû.

