Pêncşem, 21 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bertek nîşanî butlanê dan: Ev darbeya li siyaseta demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê bi telefonê Ozgur Ozel re axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku biryara “butlana teqez” ya derbarê CHP’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îstînafê ji bo CHP’ê biryara ‘butlana teqez’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’ wê 13-14’ê Hezîranê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Altûntaş piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: Erk û wezîfeya me ye ku armancên şehîdan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinê: Bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev, bila TMK bê rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê dayikekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Zextên li ser çapemeniyê zêde bûn
Rojane

DFG: Zextên li ser çapemeniyê zêde bûn

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Îlonê 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hate xwarin û 6 jî ketin ber dozê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Îlonê” aşkere kir. DFG’ê di raporê de diyar kir ku di van pêvajoyên ku siyaseta şer roj bi roj tê gurkirin, xizanî û şerê taybet tê kûrkirin de zextên li ser çapameniyê jî zêdetir bûn û wiha got: “Di meha îlonê de van zextan bênavber berdewam kir. Bi hinceta ‘Te çima nûçe çêkir’ rojnameger darizandin û bi tora darazê bi sînor kirin. Polîs û leşkeran gelek caran li qadê rojnameger asteng kirin û nehiştin nûçeyan bişopînin.”

DFG’ê da zanîn ku di meha îlonê de mînaka zext û êrişa herî şênber li Colemergê pêk hat û ev tişt gotin: “Bi boneya ku nûçeya fihûş û hişbirê çêkiriye polîsan bi sermala Nûçegîhana JINNEWS’ê  Rabia Onver de girtin. Onver, rastiya ku li Colemergê herkes pê zane lê newêra bîne ziman derxist holê. Lê li şûna ku rê li ber fihûş û hişbirê bigirin, avêtin ser mala rojnameger Onver. Onver a ku ji bo îfadeyê çû edliyeyê dozgerê lêpirsînê, îfade jê newergirt. Ev rewş û mînak, keyfiyeta darazê ya li dijî rojnamegeran û çapameniyê çawa wekî çûvê tirsê bikartînin radixe ber çavan.

Hevkarê biçûk ê AKP’ê çend rojnamegerên têkiliyê MHP’ê yên bi mafya-çeteyan re hene bi belgeyan rayagiştî re parvekirin rastê gefa mirinê hatin. Rojnameger Fırat Can Arslanê ku nelirêtî û gendeliyên di nava şaredariya Qersê de hebûn kir nûçe jî bi gefa mirinê re rûbirû ma. Kesê bi rûpoş bi riya vîdeoyê gefa kuştinê li rojnameger Murat Agirel xwar. Serokê Giştî yê Partiya Nijadperest MHP’ê Devlet Bahçeli jî bi gotina ‘Li xwe hişyar bin sûtarno’ gef li rojnamegeran xwar. Lê daraza tirk jî tenê li kesên gefa kuştinê xwar, temaşe kir.”

DFG’ê di berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Li gel ku kujer û berpirsên kuştina Narîna 8 salî nehatiye zelalkirin jî, medya alîgir mijar weke bûyereke magazîn dide şîrovekirin. Ev medya alîgir ji serê bûyerê ve bi weşanên xwe agahiyan şolî dike û nahêle gel rastiya mijarê hîn bibe. Wezîrê Kararê Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ji bo kujer û hevkarên wî derxe holê berpirsê yekemîn e. Lê Yerlîkaya cihê ku kujar û hevkaran bibîne, hewl da rojnamegerê ku pirs jê kir bêdeng bike. Li gel van helwest û hewldanan jî rojnamegerên xwestin rastiyan aşkera bikin her roj bi gefan re rû bi rû man. Parazvanên wezîrê ku diçûn serdana Waliyê Amedê mudaxileya weşana zindî ya Ferît Demîr kirin û weşan rawestandin.

Li Wanê rojnameger Kadir Cesûr û Ruşen Takva di dema şopandina nûçeyê de hatin binçavkirin. Cesûr û Takva bi hinceta ku ‘ketine herêma ewlehiya taybet’ ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran piştî binçavkirinê rojnameger birin qereqola li ser hidûd û bi seetan li wir rawestandin. Qereqolê bi biryara dozger dest danî ser cîhazên rojnamegeran. Ev hewildan rast e rast mudaxileya wergirtina mafê gel a nûçeyan e. Girtin û rawestandina di qereqolan de desteserkirina wênekêş û cîhazên din rojnamegeran bêhiquqiye û êrişa li dijî rojnamegeran e. Derbarê rojnameger Melek Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglû jî ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsîn hate destpêkirin.

Bi van zextan re biryarên qedexeya sansur û xwegihandina nûçe û weşanan jî bênavber pêk tên. Ev li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn didomin. Bi van tundiyan rêjeya biryara qedexeyên xwegihandina nûçe û weşanan derketiye asteke xeternak. Ev rêbaz weke parastina AKP’yiyan tê bikaranîn. 645 nûçe û parvekirinên medya dijîtal ên li ser Serokê Ragihandina Serokomariyê  Fahrettin Altun bi boneya mafên kesayetî tên binpêkirin xwe gîhandina agahiyan hat qedexekirin. 3’yemin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê li gorî hejmara 2024/8772 îlona 2024’an ev biryar wergirt. Biryara qedexeyê ya xwegihandinê ji bo qonaxa Altûn a li derbenda Stenbolê hatin girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber qonaxa qaçax bûn hilweşand. Biryara qedexeyê ya xwe gîhandina 396 entry, 5 sernav û 401 naverokên Ferhenga Ekşî ji ber îdiayên hilweşandina qonaxê û di mehek de stendina 4 muçeyan ya ji aliye Altun ve hatin derxistin. Rewşên wisa di serdema Almanyaya Hîtler de di pratîka Gobbels de jî nehatine dîtin.

Li gel van astengî û zextan em careke din binê vê rastiyê xêz dikin ku çêkirina nûçeyan karê rojnamegeran e. Rojnameger neynika civakê ne. Mîsyona darazê ew e ku îdiayên rojnamegeran bidarizîne û derbarê kesên ku sûc kirine de biryarên îdarî bide. Lê ev rewş di serdema AKP’ê de berovajiye. Daraz azadiya çapameniyê tune dihesibîne û rojnamegerên nûçe çêdikin dike hedef.

Her çend zext û sansura desthilatê û darazê li ser rojnamegeran zêde bibe jî em ê di nîvîsandina heqîqetê de bi tu awayî tavîz nedin. Helwest û biryardariya me ya aşkerakirina heqîqetê dê bidome. Weke helwest û biryardariya xebetkarên Çapemeniya Azad ên hatin qetilkirin; Weke Berpirsa Weşana Rojnameyê Gurbetelî Ersoz û Nagihan Akarsel bi biryar be. Bi vê boneyê di salvegera dilovaniya Akarsel û Ersoz de wan û hevalê wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.”

Herî dawî di raporê de, hate ragihandin ku bi ser mala 2 rojnamevanan de hatiye girtin, êrişî organeke weşanê hatiye kirin, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin û 9 rojnamevan hatine astengkirin. Her wiha derbarê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin û hejmara rojnamevanên girtî ligel 2’yê cotmehê bûne 37. Her wiha 5 malperên înternetê hatine girtin, 699 nûçe û 409 hesabên medyaya dîjîtal hatine astengkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Lubnanê şer: 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Ji bo Mîtînga Azadiyê bang: Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberê DEM Partiyê Gucenmez hate binçavkirin

Rêveberê DEM Partiyê ya Mêrsînê Ahmet Gucenmez hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Londonê Koroya Jinan a Rengîn, ‘100 jin’ derketin ser dikê

Li paytexta Îngilistan Londonê Koroya Jinan a Rengîn bi koroyeke ku ji 100 jinan pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bertek nîşanî butlanê dan: Ev darbeya li siyaseta demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê bi telefonê Ozgur Ozel re axivîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê destnîşan kir ku biryara “butlana teqez” ya derbarê CHP’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îstînafê ji bo CHP’ê biryara ‘butlana teqez’ da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?