Yekîtiya Jinên Elewî yên Elmanyayê (AAKB) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) li ber avahiya Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de li ser pêwîstiya têkoşîna yekgirtî rawestiyan û ji bo sedsala 21’an bibe sedsala azadiyê jinan, banga berfirehkirina têkoşîna hevbeş kirin.
Daxuyanî bi gulbanga dayika Necla Arslan re dest pê kir. Necla Arslan bal kişand ser dîroka jinan a di baweriya Elewiyan de û êşên ku wan kişandine.
Necla Arslan diyar kir ku jin di şerên li Rojhilata Navîn de bedelên herî giran didin û bi bîr xist ku jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin, li bazarên koleyan hatine firotin, rastî îstîsmar û destdirêjiyê hatin. Necla Aslan destnîşan kir ku jin di dema şerê li Sûriyeyê de rastî êrîşên dijwar hatine. Necla Arslan êrîşa dawî ya li ser dibistanek li Îranê jî bi bîr xist.
Piştî gulbangê, deklarasyona hevbeş hat dayin.
TEKOŞÎNA JINAN DENGÊ AZADIYÊ YE
Hevseroka FEDA’yê Hûrî Kabayel diyar kir ku têkoşîna jinan ji bo azadî û wekheviyê li seranserê cîhanê bi biryardarî berdewam dike. Hûrî Kabayel anî ziman ku têkoşîna ku jinan di dîrokê de dane, îro jî li erdnîgariyên cûda berdewam dike û got ku rêxistinên jinên Elewî beşek girîng a vê têkoşînê ne.
Hûrî Kabayel destnîşan kir ku Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, Yekîtiya Jinên Elewî yên Ewropayê û Yekîtiya Jinên Elewî yên Ereb helwesteke hevpar girtine û teqez kir ku ev yekîtî hêza xwe ji nirxên wekhevî, rastî û edaletê yên baweriya Elewî digire.
Daxuyaniya Elmanî Leyla Solmaz, Kurdî Songul Morsumbul û Tirkî jî Ozgur Demîr xwend.
Daxuyanî wiha ye: Em bi hev re dijîn. Ger di gerdûnê de yekîtî hebe, jiyan heye; ger yekîtî tune be, kaos heye. Rêzika kaosî ya ku em îro tê de dijîn kaosa hişmendiya mêr e ku nizane çawa bi hev re bijî. Mêrê ku xwe ji xwezayê û jinan bilindtir dibîne, qanûna bingehîn a cîhanê ya li ser ‘yekîtiyê’ ava bûye şikand û pergalek kaos û wêrankirinê ava kir.
Her çendî Elew qurbana yekem bûya jî, ev komkujî divê bes be ku çavên me kor bike. Eger em wekî civak bi van sûcan re rûbirû neyên, eger em dîsa jî bi gotina ‘jin û mêr di nav me de wekhev in’ xwe biparêzin, em dizanin ku Elewî dê ne ya dawî be. Em, wekî jinên Elewî soz didin: em ê li hember van komkujiyan rêxistiniya xwe xurt bikin.
Wek jinên Elewî di vê 8’ê Adarê de, em dixwazin têkoşîna xwe hem di nav civaka xwe de û hem jî li derveyî wê bikin yek û xurt bikin. Ji ber ku em dizanin ku gava em bibin yek, têkoşîn xurttir dibe.
Îro li dilê Rojhilata Navîn a ku erdnîgariya Elewî jî di nava xwe de dihewîne, şerekî dişibe şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Em difikirin ku ev şer şerekî qirkirinê ye li dijî jinan e. Li Xezeyê, Lazkiyeyê û Rojava, êrîşên qirkirinê yên li dijî jinan berdewam dikin û nîşan dide ku şer ne tenê li qada şer di heman demê de di jiyan û bedena jinan de jî tê meşandin. Keziya jinan a hat birîn, nîşanî cîhanê da ku ew kesên ku dibêjin “porê dirêj, mejiyê kurt” çiqas ji hiş û porê jinan ditirsin. Jinên li çar aliyên cîhanê, bi ghûnandina porê hev nîşan dane ku ew ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Niha dem hatiye ku em têkoşînên xwe bikin yek û sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan.”

