Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin: Dîroka têkoşîna me dîroka lehengiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Qamişloyê: Di 8’ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Limasolê jinên Kurd balkişandin ser slogana Jin, Jiyan, Azadî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji sala 1945’an û vir ve partiyên Kurd ên li Îranê
Kurdistan

Ji sala 1945’an û vir ve partiyên Kurd ên li Îranê

Partiyên Kurd ên ku cihê xwe di Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Rojhilat de girtin û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya gelê Kurdistanê têbikoşin, ji sala 1984’an û vir ve li dijî polîtîkayên zext û înkarê ya Îranê xebatê dimeşînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de ber bi Rojhilata Navîn û welatên Kendavê ve belav dibe. Li dijî vê partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina gel û destketiyên xwe yên neteweyî di bin sîwana ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat’ de li hev kombûn. Partiyên ku bi salane li dijî polîtîkayên zext û înkarê ya Îranê bi rengekî parçebûyî têdikoşiyan, yekbûna wan a di 22’yê Sibatê de ji aliyê gelê Kurd ve bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Ji ber ku cara yekeme li Rojhilat, Kurd biryar dan ku ji bo maf û daxwazên xwe yên bingehîn bi hev re têbikoş in.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat ku armancên xwe yên bingehîn têkoşîna têk birina Komara Îslamî ya Îranê, misogerkirina mafê Kurdan û avakirina sistemeke neteweyî û demokratîk li ser bingeha îradeya siyasî ya neteweyî ya Kurdan e, ji destpêka avabûna xwe û vir ve bûye hedefa rejîmên neteweperest ên Îran û Tirkiyeyê.

A rast Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Îranê Elî Larîcanî, bi gotina “Divê ew hewl nedin ku tu çalakiyekê bikin. Em ê bi tu awayî destwerdanên wiha qebûl nekin” bi eşkereyî gef li hevpeymaniyê xwar. Di heman demê de Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, jî got ku komên Kurd ên bi îdeolojiyên cuda ji bo avakirina hevpeymaniyekê li hev civiyane û ew vê yekê ji nêz ve dişopînin. Fîdan, diyar kir ku ew ji nêz ve tevgera komê ka dê çawa têkoşîna xwe li dijî rejîmê û komên din ên etnîkî yên li herêmê bimeşînin û armancên wan çi ne, bişopînin.

Beriya ku em derbasî serpêhatiya têkoşîna Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran (PDK-Î), Partiya Komeleya Kurdistanê ya Îranê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azad a Kurdistanê (PAK), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê û Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îranê bibin, em dixwazin tiştek bibîr bixin. Ev partî ji dema Şah û Komara Îslamî ve ji bo parastina mafên zêdetirî 12 mîlyon Kurd li dijî zordestiyê têkoşîn meşandine.

Di 28’ê Sibatê de bi destpêkirina şer re, rejîma Îranê êrîşî kampên rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kir. Îranê bêhtirî hefteyeke kamp û baregehên PAK, Sazman-î Xebat, KDP-Î, û Komeleya Zehmetkêşan a li Hewlêr û Silêmanî hedef digire. Tevî ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye jî, êrîşên xwe yên li dijî Kurdan didomîne.

Îtîfaqa Hêzên Siyasî, diyar kir ku êrîşa Îran nîşaneya qelsî û tirsa ji têkoşîna mafên Kurdane. Partiyên di îtîfaqê de, ku ji sala 1945’an vir ve ji bo mafên Kurdan û demokrasiyê çalak in, ragihandin ku ev êrîş dê biryardariya wan di têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî û rizgariya Kurdistanê de bêtir xurt bikin.

PARTIYA JIYANA AZAD A KURDISTANÊ (PJAK)

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku rêxistina herî mezin a di nav hevpeymanê de ye, xwe dispêre fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. PJAK di sala 2004’an de hat damezirandin û li dijî zextên rejîma Îranê bi rêxistinên cuda yên herêmî, siyasî, parastin û jinan re di warê têkoşînê de tevdigere. PJAK ku ji çiyayên Zagrosê heta çiyayên Asos û herêma Penjwen-Hewramanê eniyên xwe diparêze, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk û her wiha paradîgmaya azadiya jinê diparêze. Hem yekem partiya Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi pergala hevserokatî tê birêvebirin û hem jî li ser azadiya jinê û modela rêveberiya xweser a demokratîk ava bûye. Hevserokên wê Viyan Peyman û Emîr Kerîmî ne.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê(KJAR) yek ji avahiyên xurt ên têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê ye. KJAR, wekî rêxistineke ku têkoşîna azadî û wekheviya jinan birêxistin dike, derdikeve pêş. KJAR armanc dike ku dengê jinan li Rojhilat û Îranê ya li dijî polîtîkayên zext, înkar û paşguhkirina nasnameyê bide bihîstandin. Her wiha wekî hêzek ku berxwedana jinan di warên civakî û siyasî de birêxistin dike, dixebite. Di vê çarçoveyê de, ji bo jin di qadên parastinê de xwe bi rêxistin bikin Hêzên Parastina Jinan (HPJ) ava kir.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), jî weke avahiyeke ku di sala 2004’an de hatiye avakirin û li Rojhilatê Kurdistanê weke hêzeke parastinê tê naskirin. YRK’ê diyar kir ku ew armanc dikin ku gelê Kurd li dijî zext û êrîşên giran ên rejîma Îranê biparêzin.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), jî ku di sala 2014’an de ji bo rêxistinkirina civaka demokratîk hatiye avakirin, di heman demê de wekî avaniyeke din a ku di qadên civakî û siyasî de dixebite derdikeve pêş û armanc dike ku yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd xurt bike.

Îsraîl-DYE’yê gelek baregehên leşkerî yên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir. Li dijî vê rejîma Îranê li dibistan, mizgeft û saziyên civakî bicih bûn û bi taybetî kampên partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê hedef girtin. Ev êrîş gefên li ser gelê Kurd zêdetir kir. Li dijî van êrîşan PJAK’ê bang li gel kir ku komîteyên xwe yên xwecihî ava bikin û her wiha ji gel xwest ku bi torên xwe yên lojîstîkê bi rêya komîteyên parastin, tenduristî û xizmetguzariyê bi rêxistin bikin û ciwan tevlî refên gerîla bibin da ku perwerdeya leşkerî bibînin.

PARTIYA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ –ÎRAN (KDP-Î)

KDP-Î, di nava tifaqê de partiya herî kevn e. Di sala 1945’an de li bajarê Mahabadê hate avakirin û a niha Mustafa Hicrî sekreterê wê yê giştî ye. Partiya ku serokê partiyê Qazî Mihemed di sala 1946’an de Komara Kurdistanê îlan kir, wisa di bîra gel de cihê xwe girt û armanc dikir ku zexta neteweyî ya li ser gelê Kurd ji holê rake. Lê belê li gel vekişîna Artmşa Sor a Sovyetan ji Îranê û pêşketina artêşa Şahî gelê Kurd bi êrîşeke mezin re rû bi rû man. Qazî Mihemed, Seyfî Mihemed û gelek serokên din di sala 1947’an de li Qada Çarçira hatin darvekirin; partî di vê serdemê de zirareke mezin dît.

KDP-Î piştî Şoreşa Îranê ya 1979’an ji nû ne kete pêvajoya xwedanhevê. Serokê siyasî yê di qada navneteweyî de dihat naskirin û dîplomat Dr. Abdurahman Qasimlo bû serokê partiyê û bi dirûşmeya ‘’Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re xweserî’’ rêyeke nû şopand.  Lê belê rejîmê di sala 1989’an de li Viyanayê di dema muzakereyan de Dr. Qasimlo qetil kir. Vê sûîqestê rûyê rejîmê yê dijmin nîşan da û bû sedema hêrseke mezin.

Piştî ku Dr. Qasimlo hate şehîdkirin Sadiq Serefkendî serokatiya partiyê kir. Lê belê ew jî weke Dr. Qasimlo di encama sûîqesteke xaîn hate qetilkirin. Şerefkendî, di Îlona 1992’yan de li Restorana Mikonos a li Berlînê di civîna Sosyalîst Enretnasyonal de hate şehîdkirin. Lêpirsîn û darizandinên li Elmanyayê hatin birêvebirin, nîşan da ku sûîqest bi fermana serokê olî yê rejîma Îranê Ali Xamaneyî hatiye kirin.  Partî ku di nava xwe de li hev nekir piştî 16 salan di sala 2022’yan de di bin serokatiya Mustafa Hicrî de ji nû ve bû yek.

RÊXISTINA TÊKOŞÎNA KURDISTANÊ-ÎRAN (SAZMAN-Î XEBAT)

Saman-i Xebat di 26’ê Hezîrana 1980’yan de hate avakirin,  zêdetir li dora nêzîkatiyeke neteweyî û olî tev digere.  Sazman-i Xebat a ku girîngiyê dide parastina nirxên olî yên civaka Kurdistanê, tekane avaniya Îslamî ya di nava tifaqê de ye. Di avakirina wê de rola herî girîng a Şêx Celal Huseynî ye. A niha jî Babê Şêx Huseyniyê kurê Şêx Celal sekreterê partiyê yê giştî ye.

KOMELEYA KEDKARÊN ŞOREŞGER ÊN KURDISTANÊ-ÎRAN (KOMALA)

Komala, di nava Tifaqa Hêzên Siyasî de cih digire û xwediyê fraksiyonên cuda ye. Partiyên Komala yên ku di dawiya salên 1970’yan de hate damezrandin lê belê piştre di nava xwe de dabeş bû, li gel biryara tifaqê wê êdî bi hev re û ji bo heman armancê xebatan bi rê ve bibe. Dema ku em li dîroka damezrandina wê dinêrin ev dabeşbûn zelatir tê dîtin.

Komala, di dawiya salên 1970’yan de ji aliyê derdorên xwendekarên Kurd û torên aktîvîst ên sosyalîst ve hate damezrandin. Çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd, di çareserkirina têkoşîna çînî û çîna karkeran de dît. Komalaya ku li gel Şoreşa Îslamê ya 1979’an bi derdorên xizan ên civakê re têkilî danîn, êdî biryar da ku di bin navê ‘’Rêxistina Şoreşgerî ya Kedkarên Kurdistanê’’ xebatên xwe bi rê ve bibe. Hem di nava birêxistinbûna avaniyên rêxistinên civakî hem jî ji bo avanîbûna hêzên pêşmergeyan xebitî; avaniya birêxistinbûna li Sineyê bû mînak. Komala li gel destpêkirina êrîşên Ayetullah Ruhullah Humeynî yên li ser Kurdistanê,  li gelek gund û bajaran bi mehan li ber xwe da.

Komala, bi demê re di navbera salên 1991-2000’î de li gel Partiya Komunîst a Îranê û Rêxistina Kurdistanê ya girêdayî vê xebat bi rê ve birin. Lê belê li gel dabeşbûna Partiya Komunîst a Îranê ya di nava xwe de, bû sedem ku Komala ji dawiya salên 2000’î û pê ve vîzyoneke siyasî ya nû diyar bike. Weke encam hin navdarên ku ji Abdulla Mohtadi, Emer İlhanîzade ve Riza Kaabî di nav de cih digirtin, di sala 2006’an de  Koma Şoreşgerên Kedkar ên Kurdistanê ava kirin.

Sekreterê Giştî yê partiyê Abdullah Mohtadî, biryara tevlîbûna tifaqê bi gotinên ‘’Ev yek, ji b gelê Kurdistanê ku ji hemû» gavan hewceyî yekîtiyê ye, pêngaveke baş e’’ ragihand.

KOMA KEDKARÊN KURDISTANÊ-ÎRAN (KOMALA)

Koma Kedkarên Kurdistanê- Îran, di bin serokatiya Emer Îlhanîzade sa 2007’an de ji ‘’Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê- Îran’’ veqetiya. Her du rêxistinan piştî xebatên bi salan, di 27’ê Mijadara 2022’yan de li bajarê Stockholm ê Swêdê civînek li dar xistin û biryar dan ku ji nû ve di bin banê ‘’Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistan-Îranê’’ de bibin yek.  Pêngava piştretir diyarkirina kadroya rêveberiyê bû; lê belê di sala 2023’yan de hate ragihandin ku hewldanên yekbûnê bi ser neketine. Rêxistin ji wê   dîrokê ve ye di bin navê ‘’Koma Kedkaran’’ de xebatên xwe bi rê ve dibe.  Sekreterê Giştî yê partiyê Riza Kaabî û berdevkê wê jî Fariba Mohammadî ye.

PARTIYA AZADIYA KURDISTANÊ (PAK)

PAK, di sala 2007’an de ji Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê- Îran (Komala) veqetiya û di sala 2006’an de bi pêşengtiya Huseyîn Yezdanpenah hate avakirin. PAK bi mîsyona ‘’serxwebûna Kurdistanê’’ tev digere û di 19’ê Tebaxa 2017’an de biryar da ku ew ê li dijî Îranê şer bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Efrîniyên ji warê xwe bûne ji Qamişloyê ber bi Hesekê ve bi rê ketin
Nûçeya Pişt re Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nameyên çalakgerê fedaî Rojger Hêlîn

Yek ji du gerîlayên ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin Rojger Hêlîn beriya çalakiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA’yê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ew, yek ji jinên ku xwe kirî welat e: Şehîd Zîlan Rûstem

Zîlan Rûstem bi sekna xwe ya ji xwe bawer, bi rikerastbûn û radîkalbûna xwe, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin: Dîroka têkoşîna me dîroka lehengiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?