Mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) hate lidarxistin.
Sebahat Tûncel li mîtîngê axivî û anî ziman ku ew têkoşîna azadiyê ya jinan li kolanan, taxan, zeviyan û febrîqeyan bi jinan re nîqaş dikin û got, “Em jiyaneke cuda dixwazin. Em naxwazin bimirin, em naxwazin li tundiyê rast bên, em naxwazin destdirêjî li zarokên me bê kirin. Ji ber vê jî em li qadan e, li kolanan e.”
Sebahat Tûncel bal kişand ser wateya 8’ê Adarê ji bo jinan û got, “Îro ne tenê rojek e; îro navê berxwedanê ye, rabûna li ber zilm, zaliman, koletî, kedxwariyê ye, roja xwestina aştiyê ye. Em jin, em ê her roj bikin 8’ê Adarê û xwe bigihînin rojên azad.”
ŞER Û AŞTÎ
Sebahat Tûncel qala şerê li Rojhilata Navîn kir û anî ziman ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li Lubnan û Fîlîstînê şer dewam dike û piştgirî da jinên li herêmê.
Sebahat Tûncel got, “Em ji hevalên xwe yên jin ên li wê derê re dibêjin hûn bi tenê nînin. Na ji şer re, niha ji bo aştiyê.”
‘HEVRÊYÊN TE YÊN JIN TE BI TENÊ NEHIŞT’
Sebahat Tûncel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ragihand ku Rêber Apo destnîşan kiriye ku jin pêşengên pêvajoyê ne.
Sebahat Tûncel got, “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn mizgîniyeke nû hat. Got, ‘Jiyaneke cuda pêkan e. Hêza pêşeng a vê pêvajoyê jin e’. Got, ‘Min jin ti carî bi tenê nehişt’. Em jî ji vir dibêjin, hevrêyên te yên jin jî te ti carî bi tenê nehişt, wê te bi tenê nehêle.”
Sebahat Tûncel daxwaza azadiya Rêber Apo kir.
Jinan jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan Sebahat Tûncel.
Mîtîng bi axaftinan dewam dike.

