Birêveberê Rojhilata Jêrîn û Navîn û yê Bakurê Efrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Tobias Tunkel bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn re hevdîtin kir.
Tobias Tunkel li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyamek weşand û got: “Dikare maf û berjewendiyên Kurdên li Sûriyeyê bi awayekî baştirîn bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî li gel Şamê were sazkirin.
Dozên lezgîn dikarin bi rêya peywendiyên yekser di navbera Fermandariya QSD û HTŞˋê de werin çareserkirin. Her wiha me hewldanên berdewam ên hevbeş ên dijî DAÎŞˋê jî nîqaş kirin.”