Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji meha rêbendanê û vir ve 70 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Piraniya jinên hatine qetilkirin di qonaxa hevberdanê de bûn û ji jinên ku çûne qereqolê û li dijî kujer gilî kirine pêk tên. Li dijî vê qirkirina zayendî ku her roj bi navînî 3 jin tên qetilkirin berteka jinan raneweste jî, di darazê de helwestên alîgirê kujer baweriya jinan a hem bi darazê hem jî bi hêzên asayîşê tune dike. Jinên ku ji bo giliyê diçin qereqolê, dixwazin wan bi hevjînên wan ên tundî lê kirine re li hev bînin; di darazê de jî ji bo kujerên jinan daxistina “tehrika neheq” an jî “halê başbûnê” tê sepandin.
Dema ku biryara veşarî ya li ser dosyayên du jinên ku mehên dawî de li Amedê hatine qetilkirin hîn jî berdewam dike, di dozên jinên wekî Vezire Erturk, Rozerin Yıldız an jî Pınar Bulunmaz de daxistina “halê başbûnê” hat kirin. Biryarên veşariyê yên di dosyayên İlayda Alkaş, Rojda Yakışıklı, Helin Eren û Sumeyye Durgun ên hatine qetilkirin de hîn jî berdewam dikin. Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Dicle Gencay diyar kir ku ev polîtîkayên tên meşandin ne pêşî li kuştina jinan digirin û ne jî di xaleke pêxîmker de ne. Gencay bal kişand ser wê yekê ku vegerandina jinan bo hawîrdora tundiyê yan jî li dadgehan ne wekî mexdûr darizandina wan, sûcên li dijî jinan zêde dike.
DI BIRYARÊN VEŞARÎ DE LÊPIRSÎNA BI BANDOR NAYÊ MEŞANDIN
Gencay ewilî der barê biryarên veşariyê yên li ser dosyayan axivî û ev nirxandin kir: “Di dosyayên kuştina jinan û mirinên gumanbar de, biryarên veşarî yên di qonaxa dozgeriyê de her çend bi armanca meşandina lêpirsînên bi bandor bên girtin jî, di pratîka heyî de şopandina parêzeran a li ser dosyayan zehmet dike û gumanên li ser pêvajoya dadweriyê zêde dike. Li gorî pisporan, sepandina berfireh a biryarên veşariyê, hem bandora lêpirsînê asteng dike, hem jî di raya giştî de têgihiştina ‘gelo delîl tên reşkirin?’ ava dike û baweriya bi darazê kêm dike.”
JIN NE BI DARAZÊ NE JÎ BI QEREQOLÊ BAWER DIKIN
Gencay diyar kir ku di gelek dosyayên biryara veşariyê li ser de hene, der barê gumanbaran de tu tevdîreke girtinê nayê sepandin û bal kişand ku bi van cure pratîkan baweriya kesan a bi darazê ziyanê dibîne. Gencay destnîşan kir ku ji ber vê yekê bi taybetî jinên tundiyê dibînin ji serlêdana qereqol an dadgehan dudil dibin û got: “Helwesta ku jin di serlêdanên xwe yên li qereqolan de pê re rû bi rû dimînin jî wekî pirsgirêkek girîng derdikeve pêş. Di gelek bûyeran de tê diyarkirin ku jin dema diçin qereqolê wan dişînin malên wan an jî kujer bêceza tê hiştin. Ev rewş dibe sedem ku jin heman tundiyê dubare û dubare bijîn. Di vê xalê de, divê di van qadên ewil ên jin serî lê didin de teqez perwerdehiya li ser newekheviya zayendî ya civakî bê dayîn.”
QEREQOL MEXDÛRAN DÎSA LI CIHÊ TUNDIYÊ VEDIGERÎNIN
Gencay behsa pirsgirêkên ku jin li qereqolê dijîn jî kir û got: “Jin pir caran bi îfadeyên mexdûr û sûcdarker re rû bi rû dimînin. Nêzîkatiyên wekî ‘Ev pirsgirêka nav malê ye, herê malê çareser bike’, ‘Yek lê xistiye, ne pirsgirêk e çareser dibe’ li jinan tê kirin. Heta di hin rewşan de gotinên sûcdarker ên wekî ‘Tu wisa li xwe bikî bêguman mêrê te dê li te bixe’, ‘Te heq kiriye’ tên kirin. Ev cure nêzîkatî dibin sedem ku jin dev ji serlêdana qereqolê berdin. Dema îfadeya jinê tê girtin, polîs dibêje ‘Tu jixwe mehê carekê têyî vir’. Lê belê, neçariya serlêdana jinê ya mehê carekê ya qereqolê, nîşana xelekeke tundî ya cidî ye. Tevî vê yekê, rewş asayî tê dîtin û tevdîrên pêwîst nayên girtin.”
Gencay got: “Di van cure rewşan de jin bêyî ku bên parastin dişînin malên wan û ev rewş baweriya jinan a bi dadweriyê hîn bêtir kêm dike.”
MÊR BI POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ DIZANIN
Gencay destnîşan kir ku ji ber van sedeman beşek girîng a jinan tevî ku serî li qereqolê dane jî nayên parastin û tên qetilkirin; bal kişand ku biryarên parastinê an jî dûrxistinê bi bandor nayên sepandin. Gencay diyar kir ku jin ji xeynî qereqolan, li korîdorên edliyeyê jî bi heman helwestê re rû bi rû dimînin û wiha ragihand: “Dema jin diçe qereqolê pir caran kesê ewil ê tê sûcdarkirin ew bi xwe ye. Bi gotinên wekî ‘Heke tu eleqeyê nîşanî mêrê xwe nekî dê wisa bibe’, ‘Heke tu bibêjî ez dixwazim biqetiyam mêrê te dê li te bixe’, jin bi gotinên ku tundiyê asayî dikin re rû bi rû dimînin. Nebûna wê baweriya ku jin li qereqol û edliyeyan li bendê ne, dibe sedem ku gelek kes bêcesaret bimînin. Ev rewş ne tenê rêjeya serlêdanên jinan kêm dike, di heman demê de dibe sedem ku sûcên li dijî jinan zêde bibin.”
BI DESTÊ DEWLETÊ TUNDÎ DUBARE DERDIKEVE HOLÊ
Gencay got: “Kujer ji ber ku muameleya ku jin li qereqol û edliyeyan dibînin, pratîkên bêcezahiştinê û sûcdarkirina mexdûr dizanin, cesaretê ji vê digirin. Kujerên ku dizanin jin bi têra xwe nayên parastin, ji vê rewşê hêzê digirin û çalakiyên xwe yên tundiyê didomînin.” Gencay cih da wê yekê ku sûcên di dema dawî de zêde bûne ji van polîtîkayan diqewimin. Gencay destnîşan kir ku kujerên dizanin dê ceza nexwin bêtir sûc dikin û wiha got:
“Pêvajoyên dirêj ên lêpirsînê, bi têra xwe komnekirina delîlan, nemeşandina lêpirsîna bi bandor, qonaxên darizandinê yên dirêj û daxistina ‘tehrika neheq’ a ku di dawiya darizandinê de ligel sûcdarkirina mexdûr tê sepandin, dibin sedem ku kujer cesaretê bigirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê, têgihiştina ‘milkiyetê’ ya mêran a li ser jinan xurttir dike. Sedemên tundiya li ser jinan û rewşên ku tehrika neheq lê tê sepandin; daxwaza jinê ya hevberdanê ye, daxwaza wê ya xebatê ye, ango vîna wê ya domandina jiyana xwe ya wekî kirde ye. Ji ber ku ev yek li dijî serdestiya mêr e, di çavê dadgehê de wekî êrîşeke rewa tê dîtin û daxistina tehrika neheq tê sepandin. Ango bi destê dewletê tundî dubare derdikeve holê û tê teşwîk kirin.”

